* Rojnameger Lîlav Hesen der barê xebatên Radyo Star FMê de agahî da û wiha got: “Em di sermeke ku teknolojî pir li pêş ketiye de dijîn. Em jî hewl didin di nav vê pêşketinê de dengê xwe bi rêya bernameyan belav bikin û karibin xwe bigihînin hemû jinan.”
* Bav Huseyîn Opçîn ê zext û zora li malbata wan hatiye kirin vegot, anî ziman ku ev doz bi tank, top û çekan nayê qedandin û got: “Ev mesele encax bi qebûlkirina vîna mirovan û diyalogê bê çareserkirin.”
* Şêniyên Wanê bertek nîşanê êrişên komên çeteyan ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dan û gotin: “Çawa ku gele Kurd êrişên DAIŞê bi berxwedan û serhildana xwe têk bir, dê van çeteyan jî têk bibin.”
* Hevserokên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir dê beşdarî 8emîn Fuara Pirtûkan a Amedê bibin û pirtûkên nivîskarê girtî Zekî Bayhan îmze bikin (13.00-16.00)