DOSYA: Rêwitiya çapemeniya Kurd 127 sal in didome -2
Amed – Çapemeniya Kurd rastî her cure zextan hat; bi dehan rojnameger qetil kirin, gelek weşan hatin girtin, bi hezaran rojnameger xistin zindanan, bi sedan sal ceza hat birîn lê têkoşîna rojnamegerên Kurd her geştir bû. Rojnamegeriya ku li sirgûniyê dest pê kir li çar parçeyên Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê dewam dike.
Bi avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê re weşangeriya Kurdî jî ket qonaxeke nû. Çapemeniya Kurd bi nêrîn, perspektîf û feraseteke nû roj bi roj mezintir bû. Li aliyekî zext û zordariyên ku dîrokê de mînakên wê nîn in hebû û li aliyê din jî ji bo rastiyan bigihînin gel û rûyê rast ê pergalê deşifre bikin têkoşîn û berxwedaneke bêhempa dihat meşandin.
Serxwebûn: Deng û rengê têkoşînê
Serxwebûn ku yekem car di sala 1979an de bi şiyara; ‘Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmettir tiştek nîn e’ dest bi weşana xwe kir, weke weşana sereke ya ku xeta îdeolojîk û perspektîfa siyasî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê ji raya giştî re radigihîne derdikeve pêş. Yekem edîtorê wê Mazlum Dogan bû ku di sala 1982an de li Girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest da. Rojnameya Serxebûn di wan salan de ji ber şert û mercan bi rêkûpêk dernakeve. Rojnameya Serxwebûn Piştî darbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê ku di sala 1980ê de pêk hat, di meha çile sala 1982an de li Ewropayê bi rêkûpêk weşana xwe berdewam kir. Rojname ji wê rojê heta roja îro bênavber weşana xwe didomîne. Di çapemeniya azad de rojnameya herî emir dirêj e. Serxwebûn di heman demê de ji bo afirandina hafizeya dîrokî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê û gihandina wê ji nifşên paşerojê re jî xizmetê dike.
Pêşketina çapemeniya Kurdî di salên 1990î de
Di salên 1990î de, çapameniya Kurd, di encama têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê de hem li Tirkiyê û hem jî li derveyî welat pêşketinên mezin bi dest xist. Di vê heyamê de gelek rojname û kovar bi Kurdî û Tirkî derketin. Lê belê ev weşan gelek caran hatin sansurkirin, girtin û xebatkarên wan rastî zextan hatin.
Sembolên rojnamegeriya Kurdan
Yenî Ulke: Rojnameya ku di sala 1990’î de dest bi weşana hefteyî kir, di sala 1993’an de bi Ozgur Gundemê re bû yek.
Ozgur Gundem: Rojnameya ku di sala 1992’an de dest bi weşanê kir, bûye yek ji sembolên çapemeniya Kurd. Lê belê ji ber ku zilm û zordariya ku dewletê li ser gelê Kurd dimeşand, komkujiyên ku dewletê li Kurdistanê pêk dianîn gelek caran hate girtin û zext li xebatkarên wê hatin kirin.
Ozgur Gundem di 30ê Gulana 1992an de dest bi weşana xwe kir. Di dema weşana yekem a rojnameyê de 27 xebatkarên wê yên ku di nav wan de nivîskar, nûçegihan û belavkar jî hebûn, piraniya wan ji aliyê ‘kujerên nediyar’ ve hatin qetilkirin. Her wiha gelek ofîs û buroyên wê jî rastî êrîşan hatin. Der barê 486 hejmarên ku hatin weşandin de 486 doz hat vekirin û ji xebatkarên rojnameyê re bi giştî 147 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ gelek caran biryara desteserkirinê hat dayîn.
Gurbetellî Ersoz: Berxwedêra heqîqetê
Yek ji navdarên çapemeniya Kurd ku hem bi pênûsa xwe hem jî bi têkoşîna xwe mohra xwe li dîrokê xist jî Gurbetelli Ersoz e. Gurbetellî Ersoz di rojnameya Ozgur Gundemê ya ku di sala 1992’an de hatibû avakirin de bû Gerînendeya Weşana Giştî. Di dîroka çapemeniya Tirkiye û Kurdistanê de cara yekemîn bu ku jinek dibû Gerînendeya Weşana Giştî. Gurbetelli Ersoz bi sekna xwe ya berxwedêr di nava jinên Kurd de bû minak û bû bingeha rojnamegeriya jinan. Di dema wê de rojname gelek caran hate girtin, xebatkarên wê hatin binçavkirin û hatin darizandin. Wê jî para xwe ji vê zilmê girt û kete girtîgehê. Lê piştî ku li girtîgehê derket jî heta demêkî xebatên rojnamegeriyê berdewam kir. Lê zext êrişên dewleta tirk li dijî çapemeniya Kurd û Gurbetelliyê qet kêm nebûn. Gurbetelliyê li hember zext û zordariyan berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Azadiya Welat: Dibistana Kurdan
Rojnameyeke din a ku ji salên 1990’î ve mohra xwe li kevneşopiya çapemeniya azad a Kurd daye, rojnameya Azadiya Welat e. Azadiya Welat ku yekane rojnameya Kurdî ya li bakurê Kurdistanê bu, bû platforma rojnameger û rewşenbîrên Kurd. Azadiya Welat bi sedan nûçegihan, edîtor û nivîskar gihand û di nav gelê Kurd de çanda xwendin û nivîsandinê bi pêş xist.
Rojnameya ku di sala 1992’an de dest bi weşana xwe ya heftane kir, ji sala 2006’an şûn ve dest bi weşana rojane kir û bû pêşenga rojnamegeriya Kurdî. Piştî bû rojane zextên li hemberî rojnameyê zêdetir bûn.
Rojnameyê bi analîzên siyasî, gotarên çandî û hunerî, qunciknivîsên edebî û nûçeyên rojane ji raya giştî re bi Kurdî agahî parve dikir û di heman demê de ziman û çanda Kurdî diparast. Azadiya Welat di sala 2016an de bi ‘Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de’ ji aliyê desthilatdariya AKPê ve hat girtin.
MED TV mîladek bû
Li Ewropa jî Med TV yekemîn kanala Kurdî ye ku dest bi weşanê kir. Di sala 1995an de dest bi weşanê kir. Piştre hat girtin û di şûna wê de Medya TV hat vekirin ev jî hat girtin, televîzyona Kurdî bi ROJ TV weşangeriya xwe domand. Ev jî hat girtin û vê carê jî bi Stêrk TV weşangeriya televîzyona Kurdî berdewam kir. Her wiha îro jî li Ewropa, Rojava û Başûr gelek kanalên televîzyonê weşangeriya Kurdî dikin.
Qadeke nû: Ajansên Kurdî
Di çapemeniya Kurdî de qadeke nû jî ajans bûn. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ajansên ewil in ku ji kevneşopiya Çapemeniya Azad dest bi rêwîtiya xwe kirin e. DÎHA di 4ê Nîsana 2002yan de bi dirûşma “Ji Rastiyê Tawîz Nade” hate dest bi weşanê dike. Piştî damezrandina xwe, DÎHAyê bi nûçeyên xwe yên girîng ên ku aliyên tarî yên dewletê radixe ber çavan deng veda û nehişt heqîqet di tariyê de bimîne. DÎHA jî di sala 2016an de ji aliyê desthilatdariya AKPê ve hat girtin.
JINHA ku di 8ê Adara 2012an de hat avakirin, bû dengê jinên Kurdistan û Tirkiyeyê. Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) bû yekemîn ajansa jinan. JINHAyê bi armanca guherandina ziman û hişmendiya zayendperest, dewletperest û antî demokratîk bi felsefeya Jin Jiyan Azadî di çapemeniya Kurdan de bi roleke girîng rabû. JINHAyê bi perspektîfa jinê nûçe amade dikirin û hewldida reng û vîna jinan zêdetir bide xuyakirin. JINHA jî di sala 2016an de ji aliyê desthilatdariya AKPê ve hat girtin.
Her wiha li başûrê Kurdistanê û li rojavayê Kurdistanê cih û rola Roj Newsê û Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) girîng û bi qîmet in.
Ajansa Welat: Reng û Rengê Welat
Armanca damezrandina ajansê ew e ku bibe deng, gotin û rengê gelê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê; Li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê zimanê Kurdî pêş bixe û ji bandora tirkî rizgar bike. Ajans armanc dike ku li ser bingeha rojnamegeriya rast û objektîf, li ser rêya heqîqetê nûçeyan çêbike.
Ajansa Welat ku di 27ê Mijdara 2024an de dest bi weşana xwe kir yekemîn ajansa ku xwerû Kurdî ye, bi zaravayên kurmancî û kirmanckî weşana xwe didomîne.
Îro çapemeniya Kurd bi ajansên wek; JinNews, Ajansa Mezopotamyayê, Ajansa Nûçeyan a Firatê, Rojnews, ANHA, Ajansa Welat, NûJINHA, Rojnameya Xwebûnê li dij şerê taybet, li dij cehalet û taritiyê têkoşîna ronahî û heqîqetê dimeşînin.