• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

    DEM Partiyê du malbat li hev anî

    DEM Partiyê du malbat li hev anî

    Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

    Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

    Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

    DEM Partiyê du malbat li hev anî

    DEM Partiyê du malbat li hev anî

    Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

    Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dîroka 6 hezar salan: Medreseya Sor

Mahmût Altintaş /AW

9 KANÛN 2024 - 08:16
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Şirnex – Medreseya Sor ku dîroka wê digihêje sedsala 13an û gelek helbestvan, nivîskar û alîmen Kurdan lêgihane bi dîrok û avahîsaziya xwe yek jî taybetmendiya Cizîrê ye.

Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi dîroka xwe yek jî devera bala dikşînê ser xwe ye. Dema Cizîr tê gotin dîrok tê bîra mirovan. Cizîr bi sûr, medrese û avahîsaziya xwe ya dîrokî nav û dengê. Dîroka bi hezaran salan li vê navçeyê li ser pêyan e. Yek jî ji van cihên Dîrokî Medreseya Sor e. Ji ber ku diwarên medreseyê heta banê wê bi kevirên sor hatiyê çêkirin jê re dibêjin Medreseya Sor. Gelek helbestvan, nivîskar û alimên Kurd jî di vê medreseyê de perwerdehî dîtinê. Yek jî ji van alimên Kurd Meleyê Cizîrî ye. Meleyê Cizîrî ku nivîskar û alimekî navdarê gora wî jî di nava medreseyê de ye.

Medreseya Sor yek jî taybetmendiya Cizîreyê ku her sal li bajarên Kurdistanê û dervayî welêt bi hezaran kes tên serdanê. Medreseya Sor di salên 900 -1495 û 913-1507 de ji aliyê mîrê Mîrtiya Azîzan Şeref Xan ve li ser sûrên li rojavayê Cizîrê hatiye avakirin. Avahiya Medreseya Sor bi mîmariya xwe ji cureyên medreseyên hewş vekirî ye. Di nava gel de bi navê “Medresa Sor” tê binavkirin. Medreseya Sor, li rojavayê Cizîrê li ser sûrê hatiye avakirin. Ji ber ku bi piranî bi tuxleyên sor hatiye avakirin ji wê re “Medreseya Sor” hatiye gotin. Ji bo têketinê li pêşiya deriyê wê yê ji derve 4 nêrdewanên bi kevir hene. Li aliyê wê yê başûr sê eywan hene û mizgefta medreseyê jî di vê beşê de ye. Tirbeya Mela Ehmedê Cizîrî li aliyê rojhilat yê mizgeftê ye. Li aliyê bakur ê medreseyê bakûr sê eywan hene; ya aliyê çepê mîhraba wê ya zivistanî jî heye. Eywana aliyê rastê jî vekiriye. Eywanên wê bi çal û mirtik in. Serdera eywanan bi qube ye. Tirbeya Melayê Cizîrî jî li aliyê Rojhilat yê mizgeftê ye.

Hat restore kirin

Medreseya Sor di 30ê Îlona 2019an de ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Wakfan ku giredayî Wezareta Geştûguzariyê ve hat restorekirin. Restoreya medreseyê 4 salan dom kir. Hin îdîa li ser restorasyona medreseyê hene ku di bînê medreseyê de tunel hatiyê vêkirin û berhemên dîrokî yê medreseyê hatine dizîn. Medrese bi berdela 4 milyon 42 hezar û 289 TL hat restorekirin. Her çiqas dîroka medresê xwe dispêre sedsala 13an jî piştî restorasyonê ji ber ku heman malzeme nehatibûn bikaranîn taybetmendiya medresê jî xira bû.

Tahsîsî Weqfa Hayratê ya girêdayî cemaeta Nûrê hat kirin

Medreseya Sor di 5ê Nîsana 2023yan de ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê ve tahsîsî Weqfa Hayratê ya girêdayî cemaeta Nûrê hat kirin. Piştî medrese tehsîsî Weqfa Hayratê bû aliye rastê yê Medreseya Sor ket destê Diyanetê û aliyê wê yê çepê ket destê Weqfa Hayratê. Beriya ku medrese tehsîsî Waqfa Hayratê bê kirin Hatîce Atan a AKPî ku weke ‘keça Erdogan a manevî” tê binavkirin serî li Midûriyeta Giştî ya Waqfan dabû ku tehsîsî Waqfa Hayratê bê kirin. Midûriyeta Giştî ya Waqfan jî serîledana “Keça manevî” ya Erdogan erê kir û Medreseya Dîrokî pêşkeşî Waqfa Hayratê kir. Waqfa Hayratê di sala 1974an de avabûye û di dema desthilata AKPê de jî di sala 2016an de wekî “weqfa ji bo mifha cemaweriyê dixebite” hatiyê qebûlkirin. Waqfa Hayratê di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê jî piştgiriya hezên cîhadparêz kiribû. Her wiha Weqfa Hayratê di sala 2020î de ji bo komên cîhadparêz ên li Idlîbê kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin û alîkariyên ku berhev kiribûn bi TIRan biribûn Idlibê.

Etîket: çandMedreseya SorTurîzm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê bernameyên çandî hatin lidarxistin

Li Êlihê bernameyên çandî hatin lidarxistin

15 GULAN 2026
Ghodbedîn Sadeghî: Şano alîkarê demokrasiyê ye

Ghodbedîn Sadeghî: Şano alîkarê demokrasiyê ye

10 GULAN 2026
Rojbûna Abdullah Ocalan li Salihliyê hate pîrozkirin

Rojbûna Abdullah Ocalan li Salihliyê hate pîrozkirin

3 NÎSAN 2026
‘Gelê Kurd bi cil û bergên xwe ve tê naskirin’

‘Gelê Kurd bi cil û bergên xwe ve tê naskirin’

15 ADAR 2026
Promiyera lîstika Xewna Şeveke Havînê hat lidarxistin

Promiyera lîstika Xewna Şeveke Havînê hat lidarxistin

28 SIBAT 2026
Şaredariya Bismilê Navenda Çand û Hunerê ya Arjen vekir

Şaredariya Bismilê Navenda Çand û Hunerê ya Arjen vekir

27 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Êlihê: Ji ber krîza aboriyê em nikarin danûstandina cejnê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di nav milyonan pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (659)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne