10emîn Festivala Şanoyê ya Amedê ku bi şiyara “Çiraya me geş dibe” tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam kir.
Di roja duyemîn de şanoya Kurdî Romeo û Jûlîet hat pêşkêşkirin. Li Çand Amedê 10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê bi şiyara “Çiraya me geş dibe” berdewam kir. Roja duyemîn bi şanoya “Romeo û Jûlîet” (Niha çawa ye) hat temaşekirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Sera Bucak jî di navde nêzî 500 welatî li salonê şano temaşe kirin. Şanohezan, şano bi baldarî û eleqeyek mezin temaşe kirin.