Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û TJA li Amarayê, cihê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, Roja Dayikan pîroz kirin û banga aştiyê kirin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê, gundê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo Roja Dayikan daxuyanî dan çapemeniyê. Dayik û aktîvîstên TJAyê li baxçeyê mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê gundê Amarayê kom bûn û pankarta “Diyariya herî baş a ku ji dayikan re were dayîn aştî ye” vekirin. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol, birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayan beşdarî daxuyaniyê bûn.
Jinan li vir ban kirin û xwestin aştî û edalet pêk bê û dewlet ji bo mafê siyasî û hiqûqî yê gelê Kurd gavên şênber bavêje.
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyên wekî “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.