• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Tevgera Azadiyê li Rojhilata Navîn rûpeleke nû vekir’

Fexredîn Kiliç / AW

15 GULAN 2025 - 08:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevserokê MEBYA-DERê Mehmet Emîn Kiliç ku biryara kongreya PKKê nirxand wiha got: “Tevgera Azadiyê bi vê biryarê li Rojhilata Navîn rûpeleke nû vekir. Divê dewlet jî destûra bingehîn li gorî aştiyeke mayînde biguherîne.”

PKKê piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de kir, di 1ê Adarê de agirbest îlan kir. Piştre di 5-7ê Gulanê de kongreya xwe pêk anî. PKKê di 12ê Gulanê de biryarên dîrokî yên kongreya xwe aşkere kirin. Hevserokê Komeleya Yekitî, Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên li Derguşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) ya Amedê Mehmet Emîn Kiliç têkildarî biryarên kongreya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ajansa me re axivî.

‘Biryarên kongreya PKKê li dinyayê deng veda’

Mehmet Emîn Kiliç diyar kir ku biryarên kongreya PKKê li dinyayê deng veda û wiha got: “Em tev pê memnûn in. Ev biryar ji aliyê malbatên şehîdan ve jî pir rast hate pêşwazîkirin. Ji ber ku malbatên şehîdan naxwazin êdî hesirên çavên dayikan biherikin û xwîn bê rijandin. Hemû alîgirên sekinandina şer in. Ev biryar gelek di cih de bû em jî dipejirînin û pîroz dikin. Tevgera Azadiyê bi vê biryarê li Rojhilata Navîn rûpeleke nû vekir.”

‘Em weke MEBYA-DER bi vê biryarê re ne’

Mehmet Emîn Kiliç da zanîn ku wexta ku şer hebû xebatên saziyên sivîl jî bi vê hincetê dihatin astengkirin û wiha berdewam kir: “Gel jî bi hinceta hebûn şer dihate astengkirin. Lê piştî vê biryarê êdî tu sazî nikarin hincetekê deynin holê. Barê vê têkoşînê kete ser milê gel û saziyan. Divê gel û sazî wî barî hilgirin. Malbatên şehîdan jî heta ev têkoşîn encam bigire dê têbikoşin. Weke MEBYA-DER û malbatên şehîdan em bi vê biryarê re ne û tişta ku bikeve ser milê me em ê bikin. Dayikên leşker û polîsan di axaftinên xwe de heyfê dixwazin. Dayikên şehîdan berovajiyê vê dibêjin ‘bila şer nebe’. Hemû alîkarên vê pêvajoyê ne ku xurt bikin û dengê wê bilind bikin. Tişta ketiye ser milê PKK wê kiriye divê ji niha şunde dewlet gavan biavêje. Dewlet êdî neçare hin gavan biavêje. Heke neavêje vê carê êdî hemû berpirsyartî dê ya dewletê be. Daxwaza me ya malbatên şehîdan ev e divê dewlet demildest vî miletî agahdar bike, bi awayekî wêrek gavan biavêje. Ma kî heye ku aştiyê û aramiyê qebûl neke.”

‘Divê dewlet şertên birêz Abdullah Ocalan baş bike’

Mehmet Emîn Kiliç, destnîşan kir ku divê dewlet beriya her tiştî şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên xebatê baş bike û ev tişt gotin: “Divê girtiyên siyasî, girtiyên nexweş demildest bên berdan. Divê li ser perwerdehiya zimanê dayikê xebat bên destpêkirin. Divê ev qanûnên ji sala 1924an vir ve bûne sedemê pirsgirêkan demildest bên guherandin. Êdî divê bes hesirên dayikan birijin, xwîn bê rijandin. Divê destûra bingehîn li gorî aştiyeke mayînde û aramiyekê were guherandin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê bernameyên çandî hatin lidarxistin

Li Êlihê bernameyên çandî hatin lidarxistin

15 GULAN 2026
Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

15 GULAN 2026
Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

15 GULAN 2026
Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

15 GULAN 2026
Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

15 GULAN 2026
Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

15 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (407)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne