Li Çiyayê Bagokê yê ser bi Nisêbînê ve di navbera endamên HPGê û leşkerên Tirk de şerek dijwar diqewime.
Çiyayê Bagokê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ye û di navbera navçeyên Nisêbîn, Midyadi Hezex û Cizîrê de ye. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku demek dirêj e operasyona leşkerî berdewam dike. Çavkaniyan ragihand ku leşkeran gef li koçerên deverê xwarin e û li devera Barajînê di navbera endamên HPGê û leşkerên Tirk de şerekî dijwar diqewime. Çavkaniyan da zanîn ku dengê teqîn û çekan ji herêmê bilind dibe.