Gengaşiya di navbera DYA û Îranê de ligel muzakereyan jî didome. Wezî Karên Derve yê DYAyê Rubîo diyar kir ku Serokê DYEyê têkildarî lihevkirinê bi xwestek e û ev tişt anî ziman, “Yan wê lihevkirinek çêbibe, yan jî qet çênabe.” Artêşa DYAyê jî ragihand ku ligel hedefên Îranê xistine. Pasdarên Îranê jî angaştin ku balfireh bêmirov a DYAyê anîne xwar.
Ligel muzakereyan jî gef û êrişên DYA û Îranê yên dualî didomin. Serokê DYEyê Donald Trump di 25ê Gulanê de tev li merasîma Memorial Day a li Goristana Neteweyî ya Arlington bû û têkildarî Îranê peyamên tund dan. Trump 13 leşkerên DYEyê yên ku di şerê li dijî Îranê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got, ev windahî hatine dayîn ji bo ku Îran nebe xwedî çeka nukleer.
Trump: An dê peymanek tam bibe an jî nabe
Hûrgûliyên têkildarî lihevkirineke muhtemel a di navbera DYE û Îranê de jî, zelal bûn. Aliyê Îranê îdîa dike ku di muzakereyên heyî de ji bo niha dosyaya nukleer rasterast cih nagire, ev wê di hevdîtinên cuda de were nirxandin. Li gorî çapemeniya Emerîka jî, di navenda muzakereyên demdirêj de meseleya ku Tehran divê di asta bilind de dest ji uranyuma dewlemendkirî berde, heye.
Trmup geşbîniya xwe didomîne
Li aliyê din jinûve vekirina Kendava Hurmuzê jî, yek ji sernavên krîtîk e. Trump di daxuyaniya xwe ya dawiya hefteyê de bal kişand ser lihevkirineke ku pêşbînî dike kendav jinûve were vekirin. Lê medyaya Îranê diyar dike ku kontrola li ser derbasbûnê, wê di destê Tehranê de bimîne.
Îran rakirina pêdankirinan hêvî dike
Rêveberiya Tehranê her wiha rakirina pêdankirinên DYEyê weke yek ji şertên esas di rojevê de digire. Rayedarên Îranî îfade dikin ku di qonaxa destpêkê de eger hin fon neyên dayîn, lihevkirin ne pêkan e.
Îranê angaşt ku balefira bêmirov a DYAyê xistiye
Supayê Pasdaran a Îranê angaşt ku wan balafireke bê mirov (drone) a Amerîkayê ya bi curê MQ-9 xistiye xwarê. Li gorî daxuyaniyê hêzên Supayê Pasdaran dronek Amerîkayê ya bi curê MQ-9 xistine xwarê. Derbarê cihê cihê xistina xwarê ya vê droneya mijara angaştê de agahî nehatin belavkirin.
Ezîzî: Divê DYA gavên pêbaweriyê bavê
Serokê Komîteya Polîtîkaya Derve û Ewlekariya Neteweyî ya Konseya Şûra ya Îranê Îbrahîm Azîzî jî got ku ji bo lihevkirineke bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re divê Washington pênc gavên cihê baweriyê biavêje, naxwe muzakere yan jî lihevkirinek wê bêwate be.
Azîzî ji televîzyona Îranê re axivî û ji bo gavên bêne avêtin ev agahî da: “Di serî de Lubnan şerê li hemû eniyan bê bidawîkirin, dorpêça deryayî bê rakirin, di bin çavdêriya Îranê de keştiyên ne leşkerî bi rengekî ewle ji Tengava Hurmuzê derbas bibin, pêkanînên petrolê ji bo 30 yan jî 60 rojî bêne rawestandin û hebûneyên Îranê yên cemidandî serbest bê berdan.”
Muzakere berdewam dikin
Daxuyaniyên navborî piştî pêşketinên têkildarî mekanîzmayên ragihandinê yên DYE-Îranê hate dayin ku bi navbeynkariya Pakistan û Qatarê bi rengekî neyekser têne meşandin. Hate ragihandin ku di vê çarçoveyê de serokê heyeta danûstandinê ya Îranê Mûhammed Bakirî Kalîbaf roja Duşemê serdana paytexta Qatar Dohayê kir.
Trump angaştibû ku muzakere baş dimeşin
Serokê DYEyê Donald Trump anîbû ziman ku muzakereyên bi Komara Îslamê ya Îranê re “baş derbas bûne” û destnîşan kiribû ku pêvajo “ya wê ji bo her kesî bibe peymaneke mezin” yan jî “tu peyman wê nebe” bi encam bibe. Trump her wiha peymaneke gengaz bi şertê “Divê welatên Ereb û Îslamê piştgiriyê bidin Peymanên Brahîm” girêdabû.
Xamaney: DYA li herêmê bandora xwe winda dike
Li ser navê Lîderê Îranê yê Rûhanî Mucteba Xamaney jî peyamek nivîskî bi boneya Cejna Qurbanê hate weşandin. Di peyama roja Sêşemê di televîzyona dewletê de hate weşandin de hate ragihandin ku hevsengiya li herêma Kendavê guheriye. Xamaney wiha got: “Eşkere ye ku veger jê nîne. Gel û xaka herêmê wê êdî ji bo baregehên Emerîkî nebin mertal.”
Lîderê Îranê ku ji destpêka Adarê û vir ve dest bi wezîfeyê kir û derneket pêşberî raya giştî, îdîa kir ku bandora Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li herêmê kêm bûye. Xamaney di peyama xwe de bi gotina, “Washingotn her roj hîn bêhtir ji statuya xwe ya rojên berê dûr dikeve” xwest moral bide girseya xwe.












