Nûner û rêveberên partî û saziyên civakî û malbata Bayik Dayîka Cemîl Bayik Rehan Bayik ji nexweşxaneya zanîngeha Xarpetê wergirtin û anîn mizgefta navendî ya Xarpêtê.
Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKKê Cemîl Bayik, Rehan Bayik (94) di 19ê hezîranê de li Nexweşxaneya Zanîngeha Xarpêtê çû ser dilovaniya xwe. Cenazeyê Rehan Bayikê ji Morga Nexweşxaneya Zanîngeha Xarpêtê anîn Mizgefta Navendî Xarpêtê. Nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî cenazeyê Rehan Bayik ji nexweşxaneye wergirtin u anîn Mizgeftê. Girseyê cenaze girt û anîn mizgefta Navenda Xarpêtê. Di merasima cena ze de parlamenter, endamên û rêveberên DEM Partî, DBPê û gelek welatî amade bûn.
Dê piştî merasima olî cenaze bibin gunde Aşagiçakmak û li wir bi girseyî pispêrin axê.