• Nûçeyên Herî Dawî
‘Rêberê Gelê Kurd hemû hincetên destê dewletê pûç kir’

‘Rêberê Gelê Kurd hemû hincetên destê dewletê pûç kir’

9 TÎRMEH 2025 - 14:04
‘Piştî min dîmen temaşe kir ez ciwan bûm’

‘Piştî min dîmen temaşe kir ez ciwan bûm’

10 TÎRMEH 2025 - 10:32
Abdullah Ocalan dê bangeke dîrokî ya nû bike

Ozdemîr: Peyamê rêya me ronî kir
Ammar: Merasîma çekdanînê dîrokî ye

10 TÎRMEH 2025 - 09:22
Siyamed Sîpan: Xebatên lobyê girîng in

Siyamed Sîpan: Xebatên lobyê girîng in

10 TÎRMEH 2025 - 09:20
Hevşaredarê Pasûrê: Dewlet ji bo berjewendiya sermayeyê dixebite

Hevşaredarê Pasûrê: Dewlet ji bo berjewendiya sermayeyê dixebite

10 TÎRMEH 2025 - 09:17
Serokê Baroya Amedê: Divê meclis komîsyonê ava bike 

Serokê Baroya Amedê: Divê meclis komîsyonê ava bike 

10 TÎRMEH 2025 - 08:43
KCK: Em bi biryar in ku gavên Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin

KCK: Em bi biryar in ku gavên Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin

10 TÎRMEH 2025 - 08:22
Keda çandiniyê pere nake

Keda çandiniyê pere nake

10 TÎRMEH 2025 - 08:13
ROJEVA 22ê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 10ê TÎRMEHA 2025an

10 TÎRMEH 2025 - 08:00
Dengbêjan rengeke cuda dan mîhrîcana Tetwanê

Dengbêjan rengeke cuda dan mîhrîcana Tetwanê

9 TÎRMEH 2025 - 23:21
Di civînên gel de dîmenê Rêberê Gelê Kurd hat temaşekirin

Di civînên gel de dîmenê Rêberê Gelê Kurd hat temaşekirin

9 TÎRMEH 2025 - 22:42
Li Şirnex û navçeyên wê civînên gel didomin

Li Şirnex û navçeyên wê civînên gel didomin

9 TÎRMEH 2025 - 22:28
Di civîna gel de kêfxweşiya dîtina dîmenê Ocalan derket pêş

Di civîna gel de kêfxweşiya dîtina dîmenê Ocalan derket pêş

10 TÎRMEH 2025 - 08:57
Naveroka civîna li Şamê pêk hat aşkera bû

Naveroka civîna li Şamê pêk hat aşkera bû

9 TÎRMEH 2025 - 20:02
Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn

Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn

9 TÎRMEH 2025 - 19:35
Akademîsyena Aştiyê Fulya Atacan jiyana xwe ji dest da

Akademîsyena Aştiyê Fulya Atacan jiyana xwe ji dest da

9 TÎRMEH 2025 - 18:35
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Piştî min dîmen temaşe kir ez ciwan bûm’

    ‘Piştî min dîmen temaşe kir ez ciwan bûm’

    Abdullah Ocalan dê bangeke dîrokî ya nû bike

    Ozdemîr: Peyamê rêya me ronî kir
    Ammar: Merasîma çekdanînê dîrokî ye

    Serokê Baroya Amedê: Divê meclis komîsyonê ava bike 

    Serokê Baroya Amedê: Divê meclis komîsyonê ava bike 

    KCK: Em bi biryar in ku gavên Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin

    KCK: Em bi biryar in ku gavên Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin

    Keda çandiniyê pere nake

    Keda çandiniyê pere nake

    ROJEVA 22ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 10ê TÎRMEHA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    ‘Piştî min dîmen temaşe kir ez ciwan bûm’

    ‘Piştî min dîmen temaşe kir ez ciwan bûm’

    Abdullah Ocalan dê bangeke dîrokî ya nû bike

    Ozdemîr: Peyamê rêya me ronî kir
    Ammar: Merasîma çekdanînê dîrokî ye

    Serokê Baroya Amedê: Divê meclis komîsyonê ava bike 

    Serokê Baroya Amedê: Divê meclis komîsyonê ava bike 

    KCK: Em bi biryar in ku gavên Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin

    KCK: Em bi biryar in ku gavên Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin

    Keda çandiniyê pere nake

    Keda çandiniyê pere nake

    ROJEVA 22ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 10ê TÎRMEHA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Rêberê Gelê Kurd hemû hincetên destê dewletê pûç kir’

Navenda Nûçeyan /AW

9 TÎRMEH 2025 - 14:04
Kategorî: POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Rojnameger Mehmet Şahîn banga Rêberê Gelê Kurd nirxand û got: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din bû rojeva sereke ya cihanê. Banga bi dîmen kelecanek mezin li Kurdistanê ava kir. Rêberê Gelê Kurd tu hincet di destê dewletê de nehişt. Êdî divê ev komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk ku mafên civakan mîsoger bike li meclisê bê avakirin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 26 salên li girtîgeha Îmraliyê ku di şertê tecrîdê de dimîne, cara yekem îro bi dîmen bang kir. Ev bang wekî banga 27ê Sibatê careke din ji aliyê çapemeniya cîhanê ve rastî eleqeyek pir mezin hat. Careke din Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga xwe rojeva cîhanê guhert. Têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rojnameger Mehmet Şahîn nirxandin kir û got: “Rojeva cîhanê ya sereke banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Vê bangê gelecanek pir mezin ava kir. Gelê Kurd ji bo xwe wekî cejnê dibînin.”

Rojnameger Mehmet Şahîn anî ziman ku ew gavên dîrokî dijîn û wiha got: “Di 27ê Sibatê de jî gavek dîrokî hat avêtin. Wê demê jî gel li benda dîmenê Rêberê Gelê Kurd bû. Lê wê demê nameyek parve kir û banga dîrokî kir. Nexşerêdeyek diyar kir. Piştî vê bangê gelê Kurd û tevgera Azadiyê erka ku ket ser milê wan pêk anî. Gel û tevgerê bi her awayî girêdana xwe ya bi rêberê xwe re nîşan da. Tişta tu ji gel û rêxistinê dihat xwetin yek bi yek pêk hatin. Piştî gava dîrokî ya 27ê Sibatê di 9ê Tîrmehê dejî gava duyemîn a dîrokî avêt.”

‘Rojeva cîhanê banga Abdullah Ocalan e’ 

Mehmet Şahîn anî ziman ku piştî gava duyemîn a dîrokî rojeva Kurdistan, Tirkiye û hemû cîhanê banga bi dîmen a Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan e û wiha got: “Hemû çapemenî wekî gava dîrokî û nûçeya sereke û deqeya dawî derbas dikin. Lê ez bawer im, îro hestê li Kurdistanê tê jiyîn li tu deverên din ên cîhanê nayê jiyîn. Di nava gel re coş û kelecanek gelek mezin heye. Gel vê rojê ji bo xwe wekî cejn dibîne. Heta niha min coş û kelecanek wisa di nava gelê Kurd de nedît. Cara yekemîn piştî 27 salan Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan bi dîmen derdikeve pêşberî gel. Gel wekî rêberê xwe dibîne û azadiya xwe di azadiya wî de dibîne. Gel heta niha ji bo azadiya wî car caran xwe şewitandine û car caran çalakiyên cuda pêk anîne.”

‘Li Kurdistanê jiyan rawestiya’  

Mehmet Şahîn çavêdiyên xwe yên li ser kelecana gel jî pave kir û wiha axivî: “Gelê Kurd 27 sal in bi kelecan û coşeke mezin li benda vî dîmenî bû. Car caran dîmenê wî hatin, nameyên wî hatin, lê heta niha wekî vê carê hem dîmen û hem dengê wî nehatin parvekirin. Îro dema piştî 27 salan ev dîmen di televîzyonan de hat weşandin mirov dikare bibêje li Kurdistanê jiyan rawestiya. Hemû kesan berê xwe da televîzyon, telefon û ajansan. Berê xwe dan vîde. Xwestin dîmen û dengê wî bibhîzin. Her kes li dîmenê Rêberê Gelê Kurd demaşe dike. Ev bi tena serê xwe dîmenekî gelek watedar derxist holê.

Hemû hewldanên deweta tirk vala derketin 

Vê dîmena ku gel bi kelecan wî dişopîne nîşan da ku pirek pir xurt di navbera gel û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de heye. Ev pir hetaniha bi hest û girêdanek mezin hatibû parastin, îro derket holê ku çiqas xurt e. Nîşan da ku civak û rêberê Gelê Kurd bi hev ve girêdayî ne. 26 sal in dewleta tirk bi hemû şerê taybet, televîzyonên xwe û gelek rêbazên cuda xwest pira di navbera gel û Rêberê Gelê Kurd de hilweşîne. Lê vî dîmenê hat parvekirin şîna da ku tu hêz û şerê taybet nikare vê pirê hilweşîne. Nîşan da ku dewleta tirk bi tu awayî bi ser neketiye. Rêberê Gelê Kurd tenê bi peyvek xwe dikare hemû gelê Kurd rake ser piyan. Dikare girêdana xwe nîşan bide. Em hemû rojnameger jî îro şahidiya van rojên dîrokî dikin.”

Mehmet Şahîn li ser naveroka peyamê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Ev bang wekî berdewama banga 27ê sibatê û perspektifa ku ji kongreya PKKê re şandibû ye. Ew perspektifa ji kongreyê re şandibû wekî nexşerê û manîfestoyê bû. Îro jî ev bang wekî berdewama vê nexşerêyê ye.”

‘Ev perspektif xelasiya hemû civakan esas digire’ 

Rojnameger Mehmet Şahîn li ser gotina ‘Rêberê Gelê Kurd dibêje êdî şerê çekdarî mîada xwe tijî kiriye û dema siyaseta demokratîk û civaka demokratîk e.’ rawestiya û got: “Rêberê Gelê Kurd dibêje şerê çekdarî armanca xweşa sereke bi cih anîye. Armanca sereke ya şerê çekdarî çibû. Wê demê hebûna gelê Kurd tune dihat hesibandin. Bi her awayî dihat înkarkirin. Bi qirkirinê re rû bi rû mabû. Xwest rê li pêşiya vê qirkirinê bê girtin. Bi vê têkoşîna 40 salan hebûna gelê Kurd bi dost û dijminê kurda da qebûlkirin. Bi çar dagirkerên Kurdistanê daye qebûlkirin û ji ber vê yekê armanca wê ya yekemîn pêk hatiye. Ji ber vê yekê dibêje rola çekan bi dawî bûye û divê êdî em serdema Aştî û Civaka Demokratîk bidin destpêkirin. Naverokek gelek xurt e û mirov dikare her hevokekê bi dehan rûpelan şirove bike. Rêberê Gelê Kurd nîşan dide ku heta niha çawa bi vîneke xurt şerê çekdarî pêş xist, ji niha û şûnde jî bi heman vîn û baweriyek xurt, têkoşîna aştî û civaka demokratîk jî pêş bixin. Divê em di avakirina civaka demokratîk û xurtkirina siyaseta demokratîk de israr bikin. Rêberê Gelê Kurd destnîşan dike ku êdî Netew Dewlet ne çareserî û xelasî ye û li dijî vê yekê civaka demokratîk çareserî ye. Rêberê Gelê Kurd bi vê perspektifa nû xelasiya hemû civakan esas digire. Dibêje Netew Dewlet xizmeta civakê nake û divê êdî em bi rê û rêbazên demokratîk civaka demokratîk ava bikin. Hemû civak bi deng û dengê xwe bijîn. Divê em çand û feraseta dewletê red bikin. Gelê cîhanê êdî paradigmaya Rêberê Gelê Kurd ji bo xwe wekî xelasî dibîne. Paradîgmaya wî ji bo xwe esas digirin.”

‘Êdî hincet li pêş avakirina komîsyonê tune’

Mehmet Şahîn li ser banga Abdullah Ocalan a ji bo meclisê û avakirina Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk jî rawestiya û got: “Gelê Kurd û tevgera kurd heta niha çi jê hat xwestin pêk anî. Dema banga 27ê sibatê hat kirin got ‘Divê komîsyon li meclisê bê avakirin. Xwest di aliyê hiqûqê de gav bên avêtin. Serokê MHPê Dewlet Bahçelî jî gotibû çûk bi yek baskî nikare bifire û divê aştû du alî be. Di rojên pêş de dibe ku komek PKKê çekan bişewitîne. Ji ber vê yekê êdî tu hincetên li dijî avakirina komîsyona li meclisê namîne. Heta niha hemû hincet yek bi yek li pêşiya dewletê hatine rakirin û êdî dewlet nikare li hincetan bigere. Rêberê Gelê kurd û rêxsitinên kurdan hincet yek bi yek pûç kirin. Divê êdî ev komîsyon li meclisê bê avakirin. Divê ji bo vê komîsyonê jî kanûnek bê avakirin û ev komîsyon li gorî vê kanûnê erka xwe pêkbîne. Divê ev komîsyon êdî guherîn û veguherinê pêk bîne. Ev komîsyon dibe ku bibe bengeha avakirina Komara Demokratîk û civaka demokratîk. Di vê Makeqanûna ku hemû mafê gelê kurd û hemû civakên li Tirkiyeyê dijîn mafê wan bên parastin. Divê hemû civak karibin bi reng û dengê xwe bijîn.”

Etîket: Abdullah OcalanMehmet Şahîn
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan dê bangeke dîrokî ya nû bike

Ozdemîr: Peyamê rêya me ronî kir
Ammar: Merasîma çekdanînê dîrokî ye

10 TÎRMEH 2025
Heyetek ji Bakur û Tirkiyeyê ji bo merasîmê diçe başûrê Kurdistanê

Heyetek ji Bakur û Tirkiyeyê ji bo merasîmê diçe başûrê Kurdistanê

9 TÎRMEH 2025
Amediyan peyama Ocalan nirxand: Êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye

Amediyan peyama Ocalan nirxand: Êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye

9 TÎRMEH 2025
Abdullah Ocalan dê bangeke dîrokî ya nû bike

Ji Abdullah Ocalan dîmenek dîrokî û banga nû

9 TÎRMEH 2025
Nevzat Ozturk: Berxwedan dê bi azadiyê tacîdar bibe

Nevzat Ozturk: Berxwedan dê bi azadiyê tacîdar bibe

9 TÎRMEH 2025
Alî Oremar: Divê di qonaxa nû de Tirkiye jî gavekê biavêje

Alî Oremar: Divê di qonaxa nû de Tirkiye jî gavekê biavêje

9 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (181)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne