• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kurd bi “arşîva dîjîtal” navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Kurd bi “arşîva dîjîtal” navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kurd bi “arşîva dîjîtal” navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Kurd bi “arşîva dîjîtal” navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serokkomar Erdogan: Gelê Kurd, Tirk, Ereb bi hevre hene

Navenda Nûçeyan /AW

12 TÎRMEH 2025 - 13:22
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan, di 32yemîn kampa îstîşare û nirxandinê de bal kişand ser merasima Koma Aştî û Civaka Demokratîk ya îmhakirina çekan û got: “Ev rojek nû ye. Di dîrokê de rûpelek Nû vebûye. Kurd, Tirk û Ereb bi hevre hene.”

32yemîn Kampa Îstîşare û Nirxandinê ya AKPê ya li navçeya Kizilcahamam a Enqereyê dest pê kir. Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan, axaftina destpêkê kir. Erdogan, merasima îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk ya PKKê bibîr xistin û got: “Ji wê rojê heya niha gelek hikûmet hatin. Her yekê ji wan got, ew ê qira terorê bînin. Lê teror, ne li welatê me ne jî li xakê welatên din nehat qedandin. Helbet di vê de sebeb hin pêkanînên şaş ên dewletê bûn jî. Torosên Spî yek ji van bû. Cinayetên kiryar nediyar yek ji van bû. Girtîgeha Amedê yek ji van bû. Gundên hatin şewitandin, mirovên di şevekê de bi darê zorê hatin koçberkirin, dayikên nikaribûn li girtîgehê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, ev pêkanînên şaş bûn. Rêbazên têkoşînê yên li dervî hiqûq û rewabûnê, ji dêvla ku terorê biqedînin, berevajî ew gurtir kirin, mezintir kirin; zemîneke guncav ê îstismarê dan terorê. Me bi hev re bedêla şaşiyan da.”

Erdogan, destnîşan kir ku pêvajoya pevçûnî bi qasî 2 trilyon dolar zirara daye aboriyê û behsa biryara fesixkirinê ya PKKê kir. Erdogan got: “Duh jî, rêxistinê biryara girtibû pêk anî û bi taybetî bi merasîmekê çek danîn. Belaya terorê ya 47 salan ji duh ve, ket pêvajoya dawîbûnê, înşeleh. Tirkiyeyê duh dest bi girtina rûpeleke dirêj, êşbar kir. Îro, em ji bîr nekin, rojeke nû ye. Îro, di dîrokê de rûpeleke nû vebûye. Îro, deriyên Tirkiyeya mezin, Tirkiyeya bihêz, sedsala Tirkiyeyê heya dawiyê vebûn.”

Erdogan, ku got “Hûn ê di tiştên ji bo xêra Tirkiyeyê de me tim li pêş bibinin” wiha axivî: “Hûnê her tim me li hemberî hewldanên ku bi kêrî Tirkiyeyê neyê bibînin. Em baş dizanin ku em çi dikin. Bila tu kes netirse, neqiqlqile. Bila serê kesî bi pirsnîşanan tije nebe. Em çi bikin, em ji bo Tirkiyeyê dikin, em çi bikin em ji bo gelê xwe, ji bo siberoja xwe dikin.”

Erdogan got: “Ger Tirk-Kurd-Ereb bi hev re bin, wê çaxê Tirk, Kurd, Ereb hene. Gava ji hev dûr bikevin, têkçûyîn heye.”

Erdogan ku got “Tirk û Kurd di muhabetê de hev hembêz dikin” wiha got: “Îro ruhê Malazgirê, tifaqa Qudsê ji nû ve şikil digire. Îro berbanga Tirkiyeya mezin û bihêz davêje. Komara Tirkiyeyê warê me yê hevpar ê hemûyan e.”

Erdogan ev tişt gotin: “Niha em ê rûnên û biaxivin… Ne çekan. Em ê rû bi rû, dil bi dil biaxivin. Em ê pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê di bin banê Meclîsê de nîqaş bikin.”

Etîket: ErebKurdTayyîp ErdoganTirk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

2 GULAN 2026
Ji malbata girtiyê Kurd Bekirzade banga hestiyariyê

Ji malbata girtiyê Kurd Bekirzade banga hestiyariyê

27 NÎSAN 2026
Ji Yenî Yaşamê manşeta Aqilê Kurdan: Hişmendiya dagirker parçe bû

Ji Yenî Yaşamê manşeta Aqilê Kurdan: Hişmendiya dagirker parçe bû

24 NÎSAN 2026
Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

23 NÎSAN 2026
Hêzên hikûmeta demkî welatiyekî Kurd revandin

Hêzên hikûmeta demkî welatiyekî Kurd revandin

18 NÎSAN 2026
Leşkerên tirk gaza îsotê avêtin şêniyên Qamişloyê

Leşkerên tirk gaza îsotê avêtin şêniyên Qamişloyê

10 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji zanîngeha Wanê ber bi zozanên Colemêrgê ve rêwîtiya mêşvaniyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyê Hewlêrê: Divê Tirkiye gavên lezgîn biavêje ku aştî li herêmê bi cih bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (375)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne