Li Şirnex û navçeyên wê heya niha 63 civînên Aştî û Civaka Demokratîk pêk hatin.
Li Şirnex û navçeyên wê di çarçoveya tevlîkirina gel a Pêvajoya Aştî û Cikava Demokratîk de civînên gel berdewam dikin. Îşev jî li taxa Konûtan a navenda Şirnexê, li taxa Tokiyan ya Cizîrê û li taxa Kizir a Silopya bi tevilbûna Endamê Meclîsa DBPê Bunyamîn Şeker, hevserokên DEM Partî û DBPê yên navend û navçeyan, aktîvîstên TJAyê û sedan welatiyan civîn pêk hatin.
Di civînan de dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasîma PKKê ya çek îmhakirinê hatin pêşandin. Piştî pêşandana dîmenan, derbarê pêvajoya de agahî hat dayîn. Civînên gel bi pirs û nêrînên gel bi dawî bûn.