Amed – Faîl Siyabend Şeker ê li navçeya Sûrê, Hêlîn Eren qetil kir, hat girtin.
Faîl Siyabend Şeker ê ku di 24ê Tîrmehê de li navçeya Sûr a Amedê Hêlîn Eren qetil kir, hat girtin. Kiryar Siyabend Şeker ê ku Hêlîn Erenê qetil kir û reviya, ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Şeker ku îfadeyên wî yên li midûriyeta polîsan temam bûn sewqî edliyeyê hat kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Şeker sewqî dadgeriya ceza ya sulhê hat kirin. Şeker, bi sûcê “kuştina biqestî” hat girtin.
Lêpirsîna têkildarî bûyerê didome.