• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

    Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

    Li Sûriyeyê di sala 2025an de zêdetirî 9200 kes hatin kuştin

    Li Sûriyeyê di sala 2025an de zêdetirî 9200 kes hatin kuştin

    Şaredariya Kerboranê xebatên paqijkirina berfê didomîne

    Şaredariya Kerboranê xebatên paqijkirina berfê didomîne

    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Hêzên Rejîma Îranê xwepêşandêrek qetil kir

    Hêzên Rejîma Îranê xwepêşandêrek qetil kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

    Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

    Li Sûriyeyê di sala 2025an de zêdetirî 9200 kes hatin kuştin

    Li Sûriyeyê di sala 2025an de zêdetirî 9200 kes hatin kuştin

    Şaredariya Kerboranê xebatên paqijkirina berfê didomîne

    Şaredariya Kerboranê xebatên paqijkirina berfê didomîne

    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Hêzên Rejîma Îranê xwepêşandêrek qetil kir

    Hêzên Rejîma Îranê xwepêşandêrek qetil kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

YNK: Heke îro Rojava dagir bikin dê sibê Başûr jî dagir bikin

Mahmût Altintaş / AW

20 KANÛN 2024 - 08:48
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Endamê YNKê siyasetmedar Elî Oremar anî ziman ku li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xala herî girîng yekitiya hezên Kurd e û got: “Divê baş bê zanîn ku îro êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê neyên rawestandin û Rojavayê Kurdistanê dagir bikin, dê sibe jî başurê Kurdistanê dagir bikin.”

 

Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) piştî ku dawî li rejîma Baasê anî û hikumeteke nû di nava Suriyeyê de ava kir li tevahiya Suriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Ji aliyekî ve di vê pêvajoya nû de herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wê çawa cih bigirê tê nîqaş kirin û ji aliyê din ve jî êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser herême berdewam dikin. Tirkiye dixwazê bi van êrişan di pêvajoya nû ya Suriyeyê de Kurdan bê bandor bihelê. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî bang li tevahî hezên Suriyeyê kir ku di vê pêvajoya nû de hemû pêkhatê û gel cih bigrin û civînek li Şamê bê li dar xistin. Her wiha yek ji banga Rêveberiya Xweser ew bû ku Kurd yekitiya xwe ava bikin û ji bo bikarin mafê xwe bi dest bixînin bi yek dengî biçin Şamê. Piştî banga Rêveberiya Xweser nîqaşên yekitiya netewî ya Kurd ji aliyê hemû partî û hezên Kurd vê tê nîqaş kirin û di rojevê de ye.

Endamê Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) siyasetmedar Elî Oremar, tekildarî êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û nîqaşên yekitiya netewî ya Kurd ji Ajansa Welat re axivî.

‘Tirkiye dixwaze bandorê li hikumeta nû ya Suriyeyê bike’

Elî Oremar bi lêv kir ku bi piştgiriya dewletên derdorê û hezên navneteweyî HTŞ dawî li rejîma Baasê anî û Tirkiyeyê jî dixwazê bandorê li HTŞ a ku hikumeteke nû di nava Suriyeyê de ava kir bike. Alî Oremar destnîşan kir ku bandora hikumeta nû ya Şamê li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di demên pêş de xuya bike û ev tişt gotin: “Weke tê zanîn serokê HTŞê Mihemmed Colanî yek jî damezrînerê El Nûsrayê bû. El Nûsra jî yek ji parçeyekî DAIŞê bû. Di destpêke de êrişî herêmên Rojava nêkir û lihevkirineke wan bi Rêveberiya Xweser re hebû. Lê piştî bandora Tirkiyeyê ya li ser HTŞê dibe ku kirinên wan ên xirab jî li hemberî Rêveberiya Xweser derkevin hole. Ji ber serokê MÎTa Tirkiyeyê çû Şamê û serdana wê kir. Di demên pêş de ew ê çiqas bikevin bin bandora Tirkiyeyê wê xuya bike. Tirkiye û çeteyên giredayî we hewl didin rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Niha jî êrişên wan ên li ser Kobanê û herêmên Rêveberiya Xweser berdewam dikin.”

‘Divê deriyê Sêmalka bê vêkirin’

Elî Oremar bal kişand ku piştî êrişên komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji aliyê hikumeta Herêma Kurdistanê ve deriyên Sêmalka hatibû girtin û wiha pê dê çû: “Xala herî girîng ew e ku Kurd wê çawa di vê pêvajoyê de piştevaniya rojavayê Kurdistanê bikin. Ew yek erkeke niştimanî ye. Berpirsyariyeke li ser her milê partî û hezên Kurd ew e ku piştevaniya Rojava bike. Hikumeta Herêmê Kurdistanê divê erka xwe ya rewa li dijî êrişên Rojavayê Kurdistanê bîne ziman. Divê deriyên Sêmalkayê vêbike. Bi vêkirina deriyên Semelka re alîkariya xwarin û dermanan ji Rojavayê Kurdistanê re be şandin. Ew erkeke xwişk û biratî û netewî ye. Partiyên başurê Kurdistanê jî piştî vêbûna vî derî biçin destê piştevaniyê dirêjî xwişk û birayên me yên rojavayê Kurdistanê bikin. Her wiha bi rêya dîplomasî û siyasî ji bo êrişên li ser Rojava bên rawestandin di nava hewldanan de bin. Bi dewletên navnetewî re divê hevdîtin bê kirin ku êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê bên rawestandin. Ji ber ku hemû kes dizane ku Tirkiye dijminê Kurdan e. Li kijan aliyê Kurdistanê dibe bila bibe, kijan partî dibe bila bibe li ku bêhneke Kurd hebe Tirkiye dixwaze bifetisîne. Bi êrişên li dijî Rojava re jî dixwaze statuya Kurdan ji holê rake. Erka herî niştemaniye ku em hemû Kurd piştevaniya Rojava bikin.”

‘Hemû hezên Kurdistanê divê di vê konaxê de bibin yek’

Di berdewama axaftina xwe de Elî Oremar diyar kir ku ew weke YNKê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi Rêveberiya Xweser re di nava piştevaniyê de ne û tekildarî nîqaşên yekitiya netewî ya Kurd ev tişt anîn ziman: “Em hevî dikin ku hemû hezên Kurdistanê li dijî van êrişan bibin yek û rola xwe ya di vê pêvajoyê de bilîzin, piştevaniyeke baş bidin birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê. Rewşa Suriyeyê ya pêşerojê ne diyar e. Hikumeta nû wê li dijî Kurdan çawa tevbigerê û çiqas bikeve di bin bandora Tirkiyeyê ne diyar e. Divê Kurd di vê konaxê de hişyar bibin û ji bo mafê xwe bi dest bixin piştgiriyê bidin rojavayê Kurdistanê ku ew êriş bên rawestandin û ji vê konaxê bi selametî derkevin.”

‘Tunebûna Rojava tunebûna başurê Kurdistanê ye’

Di dawiya axaftina xwe de Elî Oremar anî ziman ku êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo hemû Kurdistanê metirsiyeyê û axaftina xwe wiha qedand: “Êrişên Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê ji bo hemû gelê Kurdistanê metirsiye. Heke em hemû hezên Kurdistanê piştevaniyê nedin rojavayê Kurdistanê xetereyên mezin wê derkevin hole. Bi taybetî jî saziyên fermî yên başurê Kurdistanê, hem serokatiya herême û hemû hezên siyasî divê piştgiriya rojavayê Kurdistanê bikin. Divê baş bizanin ku heke îro êrişên li ser rojavayê Kurdistanê neyên rawestandin, rojavayê Kurdistanê bê dagir kirin guman nîne ku sibe jî dora başurê Kurdistanê ye. Niha Tirkiyeyê li herêmên başurê Kurdistanê baregeh ava kirin. Guman nîne ku ew dixwazin herêma başurê Kurdistanê jî dagir bikin. Ji bo wê jî taybet seroktiya herêma başurê Kurdistanê û hemû hezên wê yên siyasî vê pêvajoyê baş bixwînin û bi hemû heza xwe ya siyasî û dîplomasiyê piştgiriya rojavayê Kurdistanê bikin. Hebûna statuya rojavayê Kurdistanê hebûna statuya başurê Kurdistanê ye. Tunebûna rojavayê Kurdistanê tunebûna başurê Kurdistanê ye. Divê ev baş bê zanîn.”

Etîket: Bakur û Rojhilatê SûriyeyêBaşûrElî Oremarîêrişên dewleta tirkRojavaYekîtîYNK
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Rojnameger Ceklin Brîmo: Destê dewleta Tirk di êrîşan de heye

Rojnameger Ceklin Brîmo: Destê dewleta Tirk di êrîşan de heye

26 KANÛN 2025
Hunermend Nîhal Ay li Rojava jiyana xwe ji dest da

Hunermend Nîhal Ay li Rojava jiyana xwe ji dest da

24 KANÛN 2025
Yildiz: Divê polîtîkaya tunehesibandina Kurdan ji holê bê rakirin

Yildiz: Divê polîtîkaya tunehesibandina Kurdan ji holê bê rakirin

23 KANÛN 2025
Ebrû Gunay: Ji aliyekî ve aştî ji aliyê din ve gefxwarin nabe

Ebrû Gunay: Ji aliyekî ve aştî ji aliyê din ve gefxwarin nabe

20 KANÛN 2025
Tirkiye ji bo bişaftinê vê carê berê xwe da Rojava û Sûriyeyê

Tirkiye ji bo bişaftinê vê carê berê xwe da Rojava û Sûriyeyê

18 KANÛN 2025
Medyaya Tirk asta şerê psîkolojîk bilind kir

Medyaya Tirk asta şerê psîkolojîk bilind kir

17 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne