Daristana li Licê ku di roja 15ê Tebaxê de agir pê ket, ji duh nîvro heta serê sibehê şewitî. Qada 12 gundan bû xwelî.
Li deşta Fîsê ya navçeya Lîceya Amedê di 15ê Tebaxê de agir bi daristanê ket. Duh nava rojê agir bi daristana deşta Fîsê ket, tevî hemû mudaxaleyan jî agir nehat vemirandin. Hat diyar kirin ku li gel 74 maşîneyan 226 personel hewl didin şewatê vemirînin.
Şaredariyê jî daxuyanî da û diyar kir ku ji ber qada daristanê herêma çiya ye, di vemirandina şewata daristanê de zahmetiyan dijîn. Di daxuyaniya şaredariyê de hat diyarkirin ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li herêma şewatê karê vemirandinê koordîne dikin. Dîsa hat diyarkirin ku Parlamenterê DEMê Serhat Eren hevserokên navçeyan jî li herêmê piştgiriyê didin xebata vemirandina şewatê.
Agirê daristanê piştî mudaxaleya nêzî 20 saetan di saetên serê sibehê de vemirandin.