• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rapor: Divê girtî li cem malbatê bijî

Enqere / AW

30 TEBAX 2025 - 15:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Însiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî vê hefteyê bal kişand ser tenduristiya girtiyê nexweş Emîn Aladag. Înîsiyatifê destnîşan kir Emîn Aladag ji sedî 87 astengdar e, lê dîsa nayê berdan.

Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 572yan de çalakiya xwe li kolana Sakarya ya Çankaya ya Enqereyê berdewam kir. Girsê di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Tedawî maf e nayê asteng kirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Rêveberê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Atîla Dîrîve daxuyanî da û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Aladag.

Atîla Dîrim anî ziman ku Emîn Aladag di girtîgehê de nayê tedawîkirin û got: “Vê hefteyê em dixwazin rewşa Emin Aladag ê ku di Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Elazixê ya Hejmar 1ê de girtiye  bînin ziman. Di 1993an de hat binçavkirin. Ji ber êşkenceyê lîfên milê wî yê rast û lingê çepê  qetiyan. Di 1998an de hat berdan. Lê piştî cezayê erê kirin, di 2000î de dîsa girtin û şandin girtîgeha Wanê. Li girtîgehê, dereng emeliyatên kirin. Dermankirina wî taloq kirin. Parêzerên wî ji bo tedawiyê serî li girtîgehê dan, lê daxwazên parêzeran red kirin. Ji ber vê yekê tenduristiya wî xera bû. Emîn Aladag 27 sal in di girtîgehê de ye. 2 sal in bi nexweşiya Parkinsonê ketiye. Nexweşiyên wî yên kronîk ên tansiyon û şekir hene. Nexweşiyên KOAH, astim, mîde, fidiqa stu û piştê pêre heye.”

Rapor: Divê li cem malbatê be

Atîla Dîrim diyar kir ku Emîn Aladag ji milê rastê ameliyat bûye û got: “Divê ji milê çepê ve jî ameliyat bibe. Piyê wî ji ber fitiqê felc bûye. Divê ji fitiqa piştê emeliyat bibe. Rapora ji 87 astengdar heye. Rewşa wî girantir bûye. Tenê dikare bi alîkariya hevalên xwe bijî. Di rapora Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Bajêr a Elazixê ya Fethi Sekin a 13ê Tebaxa 2025an de dibêje ‘Nexweşiya Parkinsonê pêre heye. Bi gopal dikare bimeşe. Artroplastiya çongê çepê, lingê rastê yê nizm, qetîna lîfên her du milan, menîskopatî di her du çongan de, KOAH, hîpertansiyon hene. Di Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 de dimîne. 27 sal in di girtîgehê de ye, 3 sal cezayê wî maye, di koguşeke sê kesî de dimîne. Karên wî yên rojane ji aliyê hevalên wî ve tê kirin. Ji ber vê yekê, divê bi lezgînî li cem malbata xwe û di şert û mercên tendurist de ji bo dermankirina wî bê berdan.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê bernameyên çandî hatin lidarxistin

Li Êlihê bernameyên çandî hatin lidarxistin

15 GULAN 2026
Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

15 GULAN 2026
Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

15 GULAN 2026
Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

15 GULAN 2026
Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

15 GULAN 2026
Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

15 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (407)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne