• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

    Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

    Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

    Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

    Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

    Nêrgiz Mihemedî ji NYyê re name şand

    Nêrgiz Mihemedî ji NYyê re name şand

    Gel ji bo pêşeroja taxa xwe biryar da

    Gel ji bo pêşeroja taxa xwe biryar da

    Rejîma Îranê girtî Mêhran Behramyan bi dar ve kir

    Rejîma Îranê girtî Mêhran Behramyan bi dar ve kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

    Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

    Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

    Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

    Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

    Nêrgiz Mihemedî ji NYyê re name şand

    Nêrgiz Mihemedî ji NYyê re name şand

    Gel ji bo pêşeroja taxa xwe biryar da

    Gel ji bo pêşeroja taxa xwe biryar da

    Rejîma Îranê girtî Mêhran Behramyan bi dar ve kir

    Rejîma Îranê girtî Mêhran Behramyan bi dar ve kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamên civînên gel: Civakê xwe parast niha jî dixwaze bawer bike

Racî Abî / AW

4 ÎLON 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Nivîskar Mûsa Şanak ku tev li gelek civînên gel ên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bûye bal kişand ser encamên civînan û got: “Tevî hemû kêmasiyan jî bi rastî gel hêvî dide mirov. Li dijî plana çokdanînê civak teslîm nebû, xwe parast.”

Di 1ê Cotmeha 2024an de Serokê MHPê Devlet Bahçelî li Meclîsê ber bi parlamenterên DEM Partiyê ve çû û bi destên wan girt. Piştî vê yekê Bahçelî, bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku bang li PKKê bike û xwe fesix bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destê Devlet Bahçelî li hewayê nehişt û ji bo pêşî li “pêvajoyê” veke di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Li gel vê yekê PKKê di 5-7ê Gulanê de kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û biryar fesixkirina xwe girt ku çekan deyne. Di 11ê Tîrmehê de 30 gerîlayan li Silêmaniyê ji bo pêşî li pêvajoyê vekin bi merasîmeka dîrokî çekên xwe şewitandin.

Li gel van geşedanan gelek hevdîtin, civîn, serdan pêk hatin. Ji bo pêşxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelek geşedan pêk hatin. Ji bo pêvajo bi gel re were parvekirin, gelek bernameyên televîzyonê, daxuyanî û parvekirin jî çêbûn. Ji vana ya herî zêde bi gel re rasterast hate kirin, “Civînên Gel” bûn. Civînan di meha Hezîranê de li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê dest pê kirin. Her çiqas texrîbat û metirsiyên mezin li ser siyaset û civakê hebin jî, tevlibûn, şopandin û nirxandina pêvajoyê ya gel di asta ku dihat xwestin de çênebû.

Nivîskar û aktîvîstê zimanê Kurdî Mûsa Şanak ku li herêma Serhedê tev li gelek civînên gel bû têkildarî civînên gel ku hatin lidarxistin axivî. Mûsa Şanak qala serpêhatiya pêvajoya tê meşandin kir û ji bo geşedanên li pey vê serpêhatiyê rû dane wiha got: “Gavên sembolîk yên pir girîng hatin avêtin. Civakê gelek tişt mereq dikir, darbarê pêvajoyê de pirs hebûn. Civak dexwest bibe xwedî agahiyên zelal. Herwiha pêwîstî bi têkiliya gel hebû. Ka gel çi difikire? Û bi rastî çiqas bi vê pêvajoyê bawer dikin, çiqas bawer nakin? Ku bawer nakin çima bawer nakin? Gel dixwest wan tiştan hîn bibin û li gorî wê jî rêya xwe diyar bikin.”

‘Piştî hilbijartinê me jibîr dikin’

Mûsa Şanak anî ziman ku serdana gel bi giranî di pêvajoyên hilbijartinan de tên kirin û wiha got: “Taybetî li bajarên jor ên Serhedê valahiyek berbiçav hebû. Digotin dema hilbijartin hebe em têne bîra partiyê, lê piştî ku hilbijartin xelas dibe, me ji bîr dikin, nayên û naçin. Rexneya herî mezin di wir de ye. Dîsa di rêveberiyên heremê hatin bidestxistin de bendewariyên gel çêdibin û ev zêde pêk nayên û ev bendewarî dibin rojeva civakê ya sereke.”

‘Pirsgirêk di dema xwe de nayên çareserkirin’

Mûsa Şanak li ser sedemên sarbûn û dûrketina gel jî sekinî û derbarê mijarê de ev yek anîn ziman: “Wek şênber bêjim li gelek cihan pirsgirêkên derketine holê nehatine çareserkirin. Bi demê re ev tiştên biçûk mezin bûne, di nava civakê de kombûn, perçebûn derxistine holê. Lewma ji rêxistinê sarbûn, ji saziyan dûrketin çêbûye. Hem jin hem mêr derbarê gelek kesan de gotegot hatine belavkirin û ev mijar di dema xwe de nahatine zelalkirin. Muxatab peyda nabin, pirsgirêk çareser nabin.”

‘Gel bi giranî medyaya Tirkan dişopîne’

Mûsa Şanak diyar kir gel, ji çavkaniyên rêxistinê bêhtir, di bin bandora televîzyon, rojnameger û bernameyên din dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirovên me, çapemeniya me, kanalên televizyonên me, rojname û malperên me pir kêm dişopînin û piraniya wan di bin bandora weşanên televîzyonên Tirk de dimînin. Li aliyê ev yek fikrên wek olî, muhafazakar, nêzakatiyek negatîf û teng derdixist holê. Dema welatî tenê li ser encaman difikirîn, hev û dû sûcdar dikin. Yên ku bi salan e bi zanebûn şerê derûnî dane meşandin destûr nedane ku civak li ser xwebûna xwe, li ser çand û nasnameya xwe ya Kurdbûnê, xwe ava bike.”

‘Desthilat û dewlet bêhêviyê dide’

Mûsa Şanak bi bîr xist ku ji ber ceribandinên bi neyînî encam bûne gel ji sepanên dewlet û desthilatê biguman e. Mûsa Şanak derbarê sepanên polîtîkayên dijbertiyê de wiha axivî: “Operasyonên li ser CHPê, erîşên li ser saziyên Kurdan, operasyonên li dijî rojnamegeran, dîsa êrişên li ser malbatên Kurdan, di nava gel de bêbaweriyê ava dike. Nêzîkatiya Komîsyona Meclîsê ya li dijî dayikan, rewşa girtiyên nexweş ên giran ku divê werin berdan û nayên berdan bêhêviyê ava dike.”

‘Pirsgirêka mezin pêşeng e’

Bi zanebûn nehîştin vîna jinan derkeve holê. Taybetî kesên di rêveberiyan de cih digirin wisa dikin. Hevjîn, keç û bukên wan hene lê ev kes bi xwe tev li xebatan dibin lê jinan tev li nakin. Wexta jin tev li çalakiyan dibin vê demê ev mêr ji wan re dibêjin, ‘Here li mala xwe rûne.’ Zilam hestên feodaltiyê li ser xwe navêje. Di gotinan de şoreşgêr, sosyalîst, û azadîxwaz in lê di kesayet û şexsê xwe de mêr xwe neguherandiye. Kêmasiya herî mezin li vir derdikeve. Tên li wî diwarî diqelibin û dubare dikin. Ji ber ku xwe birêxistin nekirine. Lewma pirsgirêka herê mezin pêşeng e. Divê pêşeng bi rol û rista xwe rabin. Her wiha ji bo xebateke encamgir divê teqez em gund bi gund; mal bi mal bigerin û herin sohbetan bikin, gel îqna bikin. Divê em bibin perçeyek jîyana wan û da ku ew jî baweriya xwe bi me bînin.”

‘Gel serî natewîne û hêvî dide’

Mûsa Şanak diyar kir ku tevî hemû zext û zordariyên plana têkbirinê ya dewletê jî gel serî xwe natewîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîna Azadiyê, têkoşîna civaka gelê Kurd ya neteweyî bi rastî her çar parçeyên welat, li dîasporayê, li Kafkasyayê gelek berfireh e. Dema ku mirov li tevahiyê rewşê binêhire û Bakur jî binirxîne, tevî hemû kêmasiyan, bi rastî gel hêvî dide mirov. Li dijî plana çokdanînê civak teslîm nebû, xwe parast. Berxwedanek hat dayîn, xwedîderketina nasnameyê derket holê. Me vê di roja 1ê Îlonê de jî dît.”

Etîket: Abdullah OcalanAştî û civaka demokratîkCivînên gelMûsa Şanakpêvajo
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

6 ÎLON 2025
Profesora Amerîkî: Banga Abdullah Ocalan bandor li min kir

Profesora Amerîkî: Banga Abdullah Ocalan bandor li min kir

5 ÎLON 2025
Hevserokê HDPê Kirkazak: Divê Bahçelî ewilî soza xwe bicih bîne

Hevserokê HDPê Kirkazak: Divê Bahçelî ewilî soza xwe bicih bîne

5 ÎLON 2025
Xerîb Hiso: Li aliyekî gefxwarin û li aliyekî jî aştî nabe

Xerîb Hiso: Li aliyekî gefxwarin û li aliyekî jî aştî nabe

4 ÎLON 2025
Ocalan: Şarê êzidî, resnayoxê heqîqetî yê tewr kehen o

Abdullah Ocalan: Ez bang li Kurdan dikim ku bibin yek

1 ÎLON 2025
Ramangera Fransî: Pêvajoya aştiyê ji her demê zêdetir pêwîst e

Ramangera Fransî: Pêvajoya aştiyê ji her demê zêdetir pêwîst e

1 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (109)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne