Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Duh balafiran depoya genim bombe kirin û nêzî 300 ton genim şewitî. Piştî wê balafirên şer gundewarê Girê Spî û Kobanê topbaran kirin.
Artêşa Tirk bê navber axa Bakur û Rojhilatê Sûrî bombebaran dike. Hin caran bi balafirên şer, hin caran bi tang û topan topbaran dike. Artêşa Tirk şevê din dîsa gundên Şerka-Fewar û Şemsîn ên Girê Spî topbaran kirin. Di heman demê de gundê Koperlik ê rojhilatê bajarê Kobanê û derdora Pira Qereqozaqê bi dijwarî topbaran kirin. Agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.