Platforma Ked û Demokrasiyê a Amedê bertek nîşanî gav neavêtina dewletê da û got: “Divê mafê hêviyê demildest were bicihanîn.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi beşdariya Saziyên civakî yên sivîl, DEM Partî, Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Dayikên Aştiyê û gelek welatî li pêşiya ACZ Plazaya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê hêviyê demildest were sepandin” hate vekirin.
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiquqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê Muhîttin Muguç daxuyanî xwend. Muhîttin Muguç bal kişand li ser mafê hêviyê û ev tişt gotin: “Mafê hêviyê ferz dike ku girtî bikaribin hêvî bikin û rojekê azadiya xwe bi dest bixin û dîsa bi civakê ve girêbidin. Bi heman awayî, ev hêvî divê ji xeyalên sade wêdetir biçe û divê pêşbînîkirî, taybetî û pêkan be.”
Tirkiyeyê ji bo çareserkirina van binpêkirinan tu tedbîr negirtiye
Hevserok Muhîttin Muguç bi bîr xist ku 11 sal di see biryara yekem a dawî, Ocalan/Tirkiyeyê (Hejmar 2) derbas bûye û wiha domand: “Sererastkirinên heyî yên li dijî qedexeya îşkenceyê, demekî dirêje bandorê li birêz Ocalan, birêz Kaytan, birêz Gurban û birêz Boltan dikin. Li hêla din, di ‘Çavdêriyên Encamê yên Têkildarî Rapora Serdema Pêncemîn a Tirkiyeyê’ ku Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê di 14’ê Tebaxa 2024’an de parve kir, zêdetirî 4 hezar girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn hene. Di raporê de tê gotin ku ev pirsgirêk, pirsgirêkeke sîstematîk e ku rê li ber êşkişandina girtiyan vedike. Bi ser biryara Ocalan/Turkiye (No.2) ku biryara ewil e teqez bûye 11 sal derbas bûn lê heta niha jî Tirkiyeyê ji bo van binpêkirinan ji holê rake tu sererastkirin nekiriye. Di salên 2021 û 2024’ê de rêxistinên civaka sivîl û baroyên li Tirkiyeyê li dijî bicihneanîna biryarê agahdariyên Qeyd 9/2 pêşkeşî Komîteya Wezîran kirin û ev pêvajo tê şopandin.”
‘Ewlehiya yasayî bi rêya pêkanîna mafê hêviyê mimkun e’
Hevserok Muhîttin Muguç bal kişand li ser ewlehiya yasayî û entegrasyona demokratîk û axaftina xwe wiha domand: “Ewlehiya yasayî bi serdema dîrokî û bi rêya pêkanîna mafê hêviyê mimkun e. Entegrasyona demokratîk a aştiyê bi gav avêtinên yasayî ve girêdayî ye. Ji bo pêkanîna mafê hêviyê û veguherandina wê dereng ketine.”
‘Pêkanîna mafê hêviyê bigirin ser xwe’
Muhîttin Muguç di dawiya axaftina xwe de bang li Komîteya Ewropayê kir ku bi bandor çavdêriya pêkanîna biryara mafê hîviyê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li Komîsyona li Meclisê, hemû partiyên siyasî yên li Meclisê, mekanîzmayên darazê, Wezareta Dadê û hemû meqamên têkildar jî dikin ku bi lezgînî biryarên DMME’yê bicih bînin û guh bidin şîretên Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê. Her wiha bang li gel, raya giştî ya demokratîk û rêxistinên civaka sivîl hat kirin ku ji bo civakîbûna mafê hêviyê û cîbicîkirina wê bi berpirsyartî tevbigerin.”
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.