Federasyona Fûtbolê ya Tirkiye ji ber nivîsa Kurdî ya li ser formayê ceza da Amedsporê.
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji jer ku li ser formaya Amedsporê nivîsa Kurdî ya, “Koma me bona we” nivîsiye 110 hezar TL ceza birî. TFFê ev biryar di civîna xwe ya duh de da û di biryarê de hate gotin ku cil û bergên Amedsporê li xwe kirine derveyî rêgezên TFFê ne.
Nivîsa ku Amed Sporê li bedena formaya xwe nivîsî ya şîrketa Tezgel Komê ye û ev şîrket bi awayekî fermî ji bo Amedsporê bûye sponsor. Hat zanîn ku beriya niha ji bo nivîsa Kurdî Amedsporê serî li TFFê daye û ev yek hatiye qebûlkirin.