• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    Îsraîlê ji Fransayê stendina çekan sekinand

    Îsraîlê ji Fransayê stendina çekan sekinand

    Parêzgarê Hesekê bi rayedarên hikumetê demkî re hevdîtin pêk anî

    Parêzgarê Hesekê bi rayedarên hikumetê demkî re hevdîtin pêk anî

    Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe diyar bûn

    Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe diyar bûn

    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    Îsraîlê ji Fransayê stendina çekan sekinand

    Îsraîlê ji Fransayê stendina çekan sekinand

    Parêzgarê Hesekê bi rayedarên hikumetê demkî re hevdîtin pêk anî

    Parêzgarê Hesekê bi rayedarên hikumetê demkî re hevdîtin pêk anî

    Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe diyar bûn

    Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe diyar bûn

    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şêra Osê: Li Rojava bi girîngî xebatên yekitiyê didomin

Mahmût Altintaş / AW

24 KANÛN 2024 - 10:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Ofîsa Ragihandinê ya MSDê Şêra Osê anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên giredayî wê li ser herêmê berdewam dikin û got: “Em di rewşeke pir bi xeter de derbas dibin. Ji bo wê jî ya herî girîng yekitiya neteweyî ya Kurd e. Ji bo yekitiyek ava bibe xebatên me bênavber didomin.”

Êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozakê ên li ser rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Li gundên Kobanê û bajarokê Eyn Îsa û Hesekê jî Tirkiye bi SÎHAyan êriş dike û heta niha di êrişên Tirkiyeyê de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan û gelek welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dan. Li dijî êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê hezên Yekiniyên Parastina Gel (YPG) û Hezên Parastina Jinan (YPJ) bersiv didin û nahêlin ku komên çekdar derbasî herême bibin. Her wiha gelê rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî piştî bangawaziya Hezên Suriyeya Demokratîk (HSD) rahiştin çekên xwe û parastina gund û bajarên xwe dikin.

Ji aliyê din ve jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo pêşî li êrişên Tirkiyeyê bê girtin û di qonaxa nû ya Suriyeyê de Kurd bi yek şandê biçin Şamê û pirsgirêkên Suriyeyê bi rêya diyaloge bên çareserkirin bang li hemû hez û partiyên Kurd kir. Piştî bangawaziya Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi komxebat û civînan hewldanên avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd berdewam dike.

Hevseroka Ofîsa Ragihandinê ya Meclisa Suriyeya Demokratîk (MSD) Şêra Osê tekildarî geşedanên li herême û xebatên avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd ji Ajansa Welat re axivî.

‘Berxwedana li dijî çeteyan didome’

Şêra Osê anî ziman ku Tirkiyeyê tu caran ji armanca dagirkirina herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ranewestiyayê û got: “Helbet ji her kesî ve xuya ye, ku Tirkiyê tu carî ji armanckirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestiyaye, lê belê her tim hewl daye ku her cihî dagir bike. Ji bo ku tirsê û rewşa bê ewlehiyê li herêmê bi cih bike. Ev yek di êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Minbicê de, her wiha binpêkirinên ku di encama wê êrişê û têkçûna pergala xizmetguzarî û ewlehiyê de pêk hatin, diyar bû. Her wiha hewl dide êrîşên xwe yên li dijî Kobanê bidomîne, bi komkirina keriyên leşkerî li ser sînor û pejiranda polîtîkaya şerê medyayê yê taybet. Derbara rewşa leşkerî de, em dikarin bêjin tevlî ku rêkeftinên agirbestê li Minbic, Kobanî, Bendava Tişrîn û Pira Qereqozak heye. Hîna jî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku ji xwe re dibêjin ‘Artêşa Neteweyî’ didomin. Di heman demê de hêzên HSDê heya niha, li dijî hemû hewldanên çeteyan bi awayekî berdewam li ber xwe didin.”

‘Rewşeke dîrokî û çarenûsê li Rojava heye’

Şêra Osê destnîşan kir ku di pêvajoya heyî de li dijî êrişan û ji bo diyarkirina çarenûsa siberoja Sûriyeyê de pêwîstî bi yekitiya neteweyî ya Kurd heye û axaftina xwe wiha domand: “Weke MSDê her tim me pêwîstiya diyaloga Kurdî weke erkeke neteweyî derxistiye pêş. Her wiha her xebatên me yên ji bo avakirina yekitiya neteweyî berdewam dike û weke MSD di vê mijarê de xwedî rolekî girîng in. Her wiha komîteyên ku li ser dosyaya kurdî dixebitîn hebûn û berdewamin. Di van demen dawî de jî ji bo gel bandorê li ser partiyên Kurdistanî bike û hezên Kurd bi yekrêziyeke helwest nîşan bidin ketin nava hewldanan. Taybet jî ji bo vê qonaxa nû ya Sûriyeyê, yekitiya neteweyî ya Kurd pirr girîng e. Her wiha me her tim bang kir û peyamên zelal ji bona pêwîstiya bersivdana daxwazên gel dan. Ku ev jî weke rewşeke dîrokî û çarenûseyê ji bo doza Kurd tê destnîşankirin.”

‘Divê Kurd bi yek şandê biçin Şamê’

Şêra Osê bi lêv kir ku quanaxa nû ya Suriyeyê û guherînin herême divê ji aliyê hezên Kurd ve baş bê xwendin û axaftina xwe wiha domand: “Hem ji bo gelê Suriyeyê bi giştî û hem jî ji bo gelê Kurd em di qonaxeke çareseriyê de derbas dibin. Ev demeke dirêje li ser aliyên Kurdî ku lihevkirinek mayînde çêbikin. Di qonaxa îro de jî pêwîstiya diyaloga Kurdî û hebûna belgenameyeke hevbeş a xebatê di navbera aliyên Kurdî de, bûye mijareke sereke. Pêwîstê Kurd bi yekrêziyeke tevbigerin û bi şandeyeke biçin Şamê û ji bo mafê Kurdan diyaloge li pêş bixin. Ji bo di Sûriyeya nû de Kurd mafê xwe bi dest bixînin pêwîstî bi vê yekê heye.”

‘Xebatên avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd berdewam dike’

Şêra Osê bal kişand ser xebatên avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji aliyê kesên serbixwe, saziyên civakî û şandeya Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) ve komxebat tên lidarxistin. Bi komxebat û civînan ji hemû aliyên Kurd ve diyalog tên nîqaşkirin. Her wiha Mazlûm Ebdî jî ji bo yekitiya Kurdî ava bibe di nava hewldanan de ye. Diyaloga Kurdî pir girîng e. Ji ber ku em di rewşeke pir bi xeter re derbas dibin. Herêmên me ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî hovane di bin êrişan de ne. Ji bo em van êrişan rawestînin û di vê qonaxa nû de mafê xwe bi destbixin û destkêftiyên xwe mîsoger bikin a herî girîng yekitiya neteweyî ya Kurd e. Ji bo wê jî bênavber xebat û hewldanan avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd berdewam dike.”

 

Etîket: HSDMazlum EbdîRojavaYekitiya Neteweyî ya KurdYPGYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

30 ADAR 2026
Li Aydinê ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason şîn hat danîn

Li Aydinê ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason şîn hat danîn

29 ADAR 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

20 ADAR 2026
Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

20 ADAR 2026
Dengê yekîtiya neteweyî li Silêmaniyê olan dide: Bi sed hezaran kes meşiyan

209 şexsiyetên Başûrê Kurdistanê projeya ‘Yekîtiya Neteweyî’ dan destpêkirin

19 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1147)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne