* Kadrî Şitilay diyar kir ku kurê wî Serdar Şitilay ev 32 sal û 7 meh in di girtîgehê de ye û got: “30 sal ceza li kurê min hatibû birîn. Piştî ku 30 salên wî temam bûn jî wî bernedan. Heta niha lijneya girtîgehê şeş caran berdana kurê min taloq kir.”
* DADSAZ ku bi armanca pêşvebirina lîteratûr û termên hiqûqê hatiye damezrandin, her hefteroja çarşemê li avahiya xwe “Maseya Nîqaşên Hiqûqî” li dar dixe û armanc dike ku bingeheke termînolojiya têgehên hiqûqî yên Kurdî çêbibe.
* Meşa bi pêşengiya TJAyê ya bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Amedê dest pê kir dê di roja 7emîn de li ber Parlamentoya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe. (10.00)
* Komîteya Amedekar a DEM Partiyê ya Amedê derbarê Meşa Azadiyê ya li dijî Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, li dar bixe dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Hevgirtina Xwendekarên Azad ên Dîcleyê dê li ÇandAmedê bi tevlibûna derhêner Ardîn Dîren li fîlma “Her Mal Dibistanek” temaşe bikin. (18.30)
Kirmanckî
Şaîrê ziwanê kirmanckî yo namedar Saît Baksî eke beno wisarnan yeno dewa Civrake de weşîya xo rameno. Zê dewanê Dêrsimî ey bînan dewa ey zî 94î de yena veşnayene û beno koçber. Peyser yeno ke banî rijîyayê, newe ra virazeno û yeno dewa xo.