• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cezayê darvekirinê dan ‘Celadê Kurdan’ Ecac Tîkrîtî

    Cezayê darvekirinê dan ‘Celadê Kurdan’ Ecac Tîkrîtî

    Şaredariya Rêya Armûşê 550 konteynerên bermahiyan li taxan belav kir

    Şaredariya Rêya Armûşê 550 konteynerên bermahiyan li taxan belav kir

    Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    ‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    ‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cezayê darvekirinê dan ‘Celadê Kurdan’ Ecac Tîkrîtî

    Cezayê darvekirinê dan ‘Celadê Kurdan’ Ecac Tîkrîtî

    Şaredariya Rêya Armûşê 550 konteynerên bermahiyan li taxan belav kir

    Şaredariya Rêya Armûşê 550 konteynerên bermahiyan li taxan belav kir

    Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    ‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    ‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari: Ji bo qonaxa duyemîn divê dewlet gavan bavêje

Enqere / AW

7 COTMEH 2025 - 14:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari di koma parlamentoyê de anî ziman ku bi gav avetina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Kurd pêvajo hatiyê vê qonaxê û ji bo vê qonaxê derbas bike divê dewlet gavan bavêje.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimoğullar di civîna koma parlementoyê ya partiya xwe de derbarê geşedanên di rojevê de axivî. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi dirûşmeya, “Em bi heviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” 7 rojan di meşe de bûn jî jî beşdarî civînê bûn. Tulay Hatîmogullari xêrhatina beşdaran kir û got: “Jinên ku êşa vî şerî kişandinê îro li Enqere peyama xwe ya aştiyê anîn ziman. Bila Parlamento, siyaset û tevahiya civakê têkoşîna jinan ji bo aştî, azadî û wekheviyê bibihîze.

Tulay Hatimogulları, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên li benda çareseriyê ne hene û axaftina xwe wiha domand: “Îsal, Parlamento divê berpirsiyariya xwe ya dîrokî bicîh bîne. Em dizanin ku aştî rûmeta civakê ye. Demokrasî ne meseleya rêveberiyê ye. Ew bi xwe avakirina jiyaneke wekhev û hevpar e. Aborî ne tenê bi hejmaran ve girêdayî ye. Par, Banga Birêz Abdullah Ocalan ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk a di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de pêk hat. Piştî vê bangê, PKK kongreya xwe li dar xist û biryara xwe fesîhkirinê ragihand. Piştî vê yekê, di 11ê Tîrmehê de, komek ji 30 endamên PKKê li Silêmaniyê merasîmek şewitandina çekan li dar xistin, peyamek bihêz ji bo avakirina aştiyê şandin. Komîsyona Aştiyê ya ku di Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê de hatiye damezrandin, karekî pir hêja kiriye. Ev rast e. Lê civak niha li benda gavên berbiçav e. Divê em hemû bi hev re derfetê nedin kesên ku dixwazin aştî pêkneye.”

‘Divê komîsyon birêz Ocalan guhdar bike’

Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogullari, destnîşan kir ku hem di civînên wan bi pêkhateyên cûda yên civakê re li darxistine û hem jî di meşa 7 rojan a jinan de daxwaza gavavetina dewletê hatiyê ziman û bang li rêyedaran kir ku ji bo aştiyê berpirsyariyê bigrin. Tulay Hatîmogullari wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komîsyonê heta niha 13 civîn li darxistin. Di van 13ê civînan de kesên hatinê guhdar kirin ji bo aştiyê daxwaza taslaxên qanûnî anîn ziman. Pirsa herî girîng ew ê; Desthilat ji bo aştiyê wê kengî gavên şenber baveje? Bi gav avetina birêz Ocalan û tevgera wî pêvajo derbasî qonaxeke bû ye. Niha divê ew qonax jî be derbas kirin dewlet jî gav baveje. Ji bo entegrasyona demokratîk divê qanûnên demokratîk werin derxistin. Divê komîsyon bêyî derengmayînê guh bide birêz Ocalan.Em ji Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş hêvî dikin ku înîsiyatîf bigire. Em ji komîsyonê hêvî dikin ku bi hevdîtina bi Birêz Ocalan re, beşdarî derbaskirina asteke din a girîng bibe. Her ku saziya siyasî biryardartir be, civak ewqas bêtir baweriyê bi çareseriye tîne û piştgirî dide.”

Êrişên li Helebê

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di salvegera komploya navneteweyî de banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bersiva herî xurt a li dijî komployê bû û wiha axivî: “Mafê heviyê ku mafekî gerdûniyê divê demildest pêk were. Divê sererastkirina mafê heviyê demildest be rojeve. Her wiha hevalên me yên di doza kobanê de ku bûyerên 6-8ê Cotmehê hatinê nişan dan û hevserokên me yên giştî Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî di nav de divê demildest ben berdan. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî desthilatdariyê bû yehêviyek. Ew model ne tenê ji bo Suriye ji bo tevahî herême çarenûseke. Welatiyên li taxên Kurdan ên Helebê niha di bin êrîşê de ne. Her çend rêveberiya demkî ya Şamê dorpêçê ranekiribe jî, me tenê agahî wergirt ku agirbestek pêk hatiye. Divê komên hikûmeta Şamê tavilê van êrîş û dorpêçê rawestînin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qet ji bo Tirkiyeyê gef nebûye. Divê ew qet wekî gef neyê dîtin. Berovajî wê derfeteke. Divê Tirkiye aliyê aştiyê be, hem aştiya navxweyî hem jî ya herême.”

‘Meşa me ranewestiya’

Piştrê ji meşvanan aktivîsta TJA Yuksel Genç axivî. Yuksel Genç destnîşan kir ku ew hefteyekî ji bo aştiyê meşiyanê û ev tişt gotin: “Em bi wêrekî hatin cihê ku bû ye sedema pirsgirêka Kurd. Em hatin ku werekiya aştiyê li cihê ku lê hatiyê windakirin nişan bidin. Weke endamek Koma Aştiya Demokratîk, ku 26 sal berê, di 1ê Cotmeha 1999an de hat, laşê xwe ji bo aştiyê xist xeterê, ji bo aştiyê werekî nîşan da ji bo wê jî meşa min 26 sal berê destpêkir. Di van 26 salan de gelek jiyan hatinê kuştin. Ma ev ne bes e? Ji bo me ew meş ne bi dawî bûnê rawestgeheke. Heta ku deriyên Îmraliyê vêbin, ew kesên ku li wan çiyayan çek di dest de, li benda hatinê ne, bi rûmet werin û bibin beşek ji avakirina vê jiyana xweşik a bi hev re meşa me wê bidome. Dosyaya ku daxwazên me di nav de hene wê beşdarî ji aliyê DEM Partî ve wê pêşkeşî komîsyonê be kirin.”

Piştî axaftinan girsê dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bozdag pirsî: Çima berhemên Kurdî yên di arşîvê de nayên dîjîtalîzekirin?

Bozdag pirsî: Çima berhemên Kurdî yên di arşîvê de nayên dîjîtalîzekirin?

14 GULAN 2026
Cezayê darvekirinê dan ‘Celadê Kurdan’ Ecac Tîkrîtî

Cezayê darvekirinê dan ‘Celadê Kurdan’ Ecac Tîkrîtî

14 GULAN 2026
Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ bang li Konseya Ewropayê kirin

14 GULAN 2026
Şaredariya Rêya Armûşê 550 konteynerên bermahiyan li taxan belav kir

Şaredariya Rêya Armûşê 550 konteynerên bermahiyan li taxan belav kir

14 GULAN 2026
Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

14 GULAN 2026
Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

14 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji zanîngeha Wanê ber bi zozanên Colemêrgê ve rêwîtiya mêşvaniyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Sûrê ‘Şeva Çîrok û Helbestan’ li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyê Hewlêrê: Divê Tirkiye gavên lezgîn biavêje ku aştî li herêmê bi cih bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Akbaş piştî 31 salan hat berdan, berdana 3 girtiyan hat taloqkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (361)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne