Meclis TV, ku civîna koma parlementoyê ya DEM Partiyê zindî weşand, ji ber dirûşmeyên Kurdî yên jinan weşan sansur kir û deng qut kir.
Meclis TV, ku civîna koma parlementoyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) zindî weşand, dema jinan bi Kurdî dirûşim berz dikir wêşan sansur kir û deng qut kir. Bêdengkirina weşanê di dema dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” de bi taybetî balkêş bû.