Enqere – Îhsan Seylan ku biraziyê wî Umît Seylan di komkujiya 10ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû, anî ziman ku daxwaza qurbaniyan aştî bû û got: “Roja ku aştî hat em ê şîna xwe daynin û wan bibîrbînin.”
Di 10ê Cotmeha 2015an de bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK), Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Odeya Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB), li Qada Stasyona Garê ya Enqereyê mîtînga Ked Aştî û Demokrasiyê hat li darxistin. Dema girse ji bo mîtîngê li qadê kombû, ji aliyê DAIŞê ve êrişeke teqînê pêk hat. Di encama êrişê de 104 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Piştî komkujiyê 35 kes hatin binçavkirin û ji van 10 kes ku endamên DAIŞê bûn hatin girtin. Di 1ê Tirmeha 2024an de ji bo 10 girtiyên bersûcên komkujiyê bûn 101 caran cezayê muebeta giran hat dayin.
Piştî komkujiyê Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu gotibû, “Piştî van komkujiyan di anketan de dixuyê dengên me bilind bûnê.’ Ew gotinên Ahmet Davutoglu di raya giştî de wek nîşaneya hevkariya desthilata AKPê û DAIŞê hat nîqaş kirin. Rayedar û hezên ewlehiyê yên dewletê kêmasiyên di aliyê tedbîr negirtinê de qebûl nekirin, berpirsyarî negirtin û kes ji ber komkujiyê nehat darizandin. Dozên ku derheqê rayedar û hezên ewlehiyê yên dewletê ve ji ber îhmalê hatibûn vêkirin jî bêencam man. Piştî dozê encam negirt Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê ji bo darizandina rayedar û hezên ewlehiyê yên dewletê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Doz hê li DMMEyê ye. Malbatên qurbaniyên komkujiyê û Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê têkoşîna edaletê didomînin.
18 salî bû ji bo xwendina zanîngehê hatibû Enqereyê
Yek ji kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû Umît Seylan bû. Umît Seylan 18 salî bû û ji bo xwendina zanîngehê hatibû Enqereyê. Umît Seylan bi eslê xwe ji Erzîromê ye. Ew jî jî bi 104 hevalên xwe yên di komkujiyê de jiyana xwe ji destdabûn bi daxwaza aştiyê tevli mîtîngê bû. Di encama komkujiyê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî piştî 3 rojan piştî DNAyê radestî malbatê kirin. Apê Umît Seylan Îhsan Seylan ku roja komkujiyê ew jî ji bo tevlîbûna mîtîngê di rê de bû diyar kir ku xewn û xeyalên qurbaniyên komkujiyê aştî bû û piştî ku aştî pêk hat dê şînê daynin.
‘Roja ku aştî hat wê demê em ê şîna xwe daynin û wan bibîrbînin’
Îhsan Seylan ê ku dema diçe mîtîngê di rê de dibihîse ku teqîn çêbûye anî ziman ku roja komkujiyê ji bîra wî naçe û wiha qala wê rojê kir: “Dema me ew dîmen dît hişê me li serê me çû. Em bi tenê man. Pergalê jî birînên me behtir kûr kirin. Yanî ji malbatan re digotin çima zarokên wê çûnê li wir. 3 rojan me nekarî xwe bigehejînê cenazeyê Umît. Piştî 3 rojan bi DNAyê cenazeyê Umît tespît kirin û me cenazê xwe bir Erziromê veşart. Roja ku aştî hat wê demê em ê şîna xwe daynin û wan bibîrbînin.”
‘Daxwaza yên li wir şehîd ketin aştî bû’
Îhsan Seylan destnîşan kir ku daxwaza kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane aştî bû û dema aştî pêk hat wê demê dê birînên wan jî derman bibin. Îhsan Seylan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê rojê kesên li vir şehîd ketin ala aştiyê li ser cenazeyên wan hebû. Ji wê rojê çawa aştî li vir hat kuştin ew ala aştiyê wê careke din li vir bilind bibe. Daxwaza me jî weke malbat ew e ku careke din aştî ji bo hemû gelan pêk were. Baweriya me bi vê pêvajoya aştiyê heye. Ruxmê ku wê rojê aştî nexwestin, zilm û kuştin kirin para me jî, lê me destê xwe da ser birînên xwe û daxwaza aştiyê bilind kir. Aştî mafê hemû gelan e. Ji bo hemû kesan pêdiviyeke mezin e. Yên ku li vir şehîd ketin daxwaza wan aştî bû. Niha jî pêvajoya aştiyê heye, heke aştî pêk were daxwaza wan jî wê pêk were. Birînên me jî wê baş bibin.”
‘Xwedî li daxwaza aştiyê derbikevin’
Di dawiya axaftina xwe de Îhsan Seylan bi bîrxist ku di komkujiyê de tu berpirsyarên dewletê nehatin darizandin û ev bang kir: “Di nav dilê Enqereyê de pêkhatina teqînê îhmaleke. Em jî dibêjin berpirsyar kî bin divê bên cezakirin. Lê dewletê ew berpirsyarî negirt. DAIŞiyên ku teqîn pêkanîn ceza girtin lê ne tenê ew, yên ku nekarîn vê teqînê asteng bikin jî divê bihata darizandin. Weke ku tenê bersûc DAIŞ bû. Lê tevî di nava dilê Enqereyê de ew komkujî pêkhat û nekarîn asteng bikin ew nehatin darizandin. Divê gel û hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl jî xwedî li aştiyê derbikevin. Daxwaza wan aştî bû. Ji bo pêkanîna daxwazên wan, ew jî ji bo aştiyê bixebitin. Yanî bila ew ne tenê bi hejmaran werin hejmartin. Divê herkes daxwaz û armanca wan bizanibin û xwedî lêderbikevin.”