• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Panela ‘Rojhilata Navîn û Aştî’ hat lidarxistin

    Panela ‘Rojhilata Navîn û Aştî’ hat lidarxistin

    Li Îzmîrê ji bo sosyalîstên 100 roj in girtîne banga piştevaniyê hat kirin

    Li Îzmîrê ji bo sosyalîstên 100 roj in girtîne banga piştevaniyê hat kirin

    Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê: Soma ne qeder e kuştin e

    Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê: Soma ne qeder e kuştin e

    Encamnameya Komxebata Ziman a Botanê hat aşkerekirin

    Encamnameya Komxebata Ziman a Botanê hat aşkerekirin

    Li Sûrê bi erbaneyan bangawaziya meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’ hat kirin

    Li Sûrê bi erbaneyan bangawaziya meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’ hat kirin

    Endamê Meclîsa Ciwanan ê DBPê Kalkan hat berdan

    Endamê Meclîsa Ciwanan ê DBPê Kalkan hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Meşvanên KESKê li Mêrsînê ne: Aştî hebe dê ked jî derkevê holê

Mêrsîn / AW

15 COTMEH 2025 - 18:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meşa KESKê ya bi dirûşma “Em ê karê xwe bi paş ve bistînin” di roja seyemîn de gihîşt Mêrsînê. Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Kocak diyar kir ku ji bo xwîna tu ciwanan nekeve erde, zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehiyê ew li ber xwe didin.

Konfederasyona Sendikaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî bêhiqûqiya KHKiyan bi dirûşma “Em ê karê xwe bi paş ve bistînin” di 13ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kir. Meş sê roje berdewam dike. Meşvan di roja seyemîn de ewilî çûn Edeneyê paşê ji gihîştin Mêrsînê.

Meşvan li Mêrsînê ji aliyên partiyên siyasî, saziyên civakî, nûnerên KESKê ya Mêrsînê û gelek kesan ve ji ber perava Mêrsînê bi coş hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirina girse heta Qada Aştiyê ya Ozgecan Aslan bi dirûşmên “Bijî berxwedana kedkaran” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” berz kirin. Girse dema ku hat Qada Aştiyê ya Ozgecan Aslan daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Serokê TUMBEL-SENê ya şaxa Mêrsînê Mustafa Ozbay ve hat xwendin.

‘Li dijî bêhiqûqiyê çi bibe bila bibe em ê dengê xwe bilind bikin’

Mustafa Ozbay anî ziman ku desthilatdara AKPê û MHPê di roja 1ê Îlonê aştiyê ya cîhanê dest bi derxistina KHKê kir û wiha axivî: “Bi sed hezaran kes ji karê xwe hatin derxistin. Li dijî bêhiqûqiyê çi bibe bila bibe em ê dengê xwe bilind bikin. Em ê her dem berxwe bidin.”

‘Me ji bo zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehiyê li ber xwe da’

Paşê Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Kocak axivî û diyar kir ku ew wekî KESKê ji roja yekemîn ve em sedema ji kar derxistina xwe dikin û ev tişt got: “Dema me ji kar avêtin gotin; em paqijîiyê dikin. Em jî ji wan re dibêjin; hûn kî ne ku me paqij bikin. Ji bo xwîna tu ciwanan nekeve erde, zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehiyê me li ber xwe da. Sûcê me jî ev bû. Piştî me ji kar avêtin her tişt xetere bû. Ji bo zarokên muxalîf nekevin kar astengî derxistin pêşiya wan. Aştî hebw dê ked jî derkeve holê.”

Piştî daxuyaniyê meşvan ber bi Enqereyê ve rê ketin.

Etîket: EnqereKESKMêrsînmes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Komeleya Çanda Anatoliya bernameya Cejna Zimanê Kurdî

Ji Komeleya Çanda Anatoliya bernameya Cejna Zimanê Kurdî

13 GULAN 2026
Li Sûrê bi erbaneyan bangawaziya meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’ hat kirin

Li Sûrê bi erbaneyan bangawaziya meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’ hat kirin

13 GULAN 2026
Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

12 GULAN 2026
DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

12 GULAN 2026
Jin bi boneya Cejna Zimanê Kurdî hatin ba hev

Jin bi boneya Cejna Zimanê Kurdî hatin ba hev

10 GULAN 2026
Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

6 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AKPê bi ÎŞKURê ve Colemêrg kiriye bajarê gendeliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Sûrê ‘Şeva Çîrok û Helbestan’ li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Turk: Gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê gavên berbiçav dixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî dê di 16ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Wê çanda dengbêjiyê winda nebe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyman Viyan: Kurd êdî naxwazin bibin qurbanê tu kesî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Nezîr Ocek: Miletek ku zimanê xwe winda bike kesayeta xwe jî winda dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (344)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne