Amed – Dikandarên ku li sûka penêr a li navçeya Sûrê penêr dikirin û difiroşin ji ber bihabûna penêr bi gazin in û gotin: “Berê salê carekê, lê niha du mehan carekê penêr zem dibe. Gelek caran rojane tê guhertin.”
Li navçeya Sûrê ya Amedê gelek sûkên esnafan hene. Sûka şewitî, sûka hedadan, sûka penêr, sûka xeratan, sûka zucaciyan, sûka sobeyan, sûka cilan, sûka pêlavan hwd hene. Yek ji wan jî sûka penêr e. Li vê sûka penêr, gelek esnaf bi salan e penêr dikirin û difiroşin. Welatiyên sewalkariyê dikin ji Şemrex, Qerejdax, Çewlik, Mûş û ji gelek gundên derdora Amedê penêr tînin li vir difiroşin. Dîsa firoşkar ji gelek bajarên Kurdistanê penêr tînin difiroşin an jî penêr dibin bajarên din difiroşin. Esnaf dibêjin ku îsal bihayê penêr li gorî salên borî ji du mehan carekê zem dibe. Bi buhabûnê re kiryarên ku tên distînin jî ji ber bihayê zêde nikarin bistînin. Bihayê penêr heta çend meh beriya niha kilo bi 200-270 lîreyî dihat firotan. Lê niha jî li cem hin esnafan kiloya penêr derketiye 350 lîreyî.
Firoşkarê penêr Nezîr Temel diyar kir ku penêr ji wan re ji aliyê Şemrex Qerejdax, Çewlik, Mûş û ji gundan tê û got; “Penêrên di destê me de, yek jê bi sirîk e. Ev ji Mûşê tê. Em diçin ji Mûşê tînin û diavêjin bûzxaneyê. Em niha jî difiroşin. Yê salamûra bi piranî em ji gundiyan dikirin û difiroşin. Ji ber ku niha şîr kêm bûye kîloya penêr hinek biha bûye. Heta çend meh berê jî me kîlo bi 270 lîreyî difirot. Lê niha em kîlo bi 350 lîrayî didin. Bihayê hemû cureyên penêr bûye weke hev, Hertim her tişt zem dibe. Berê ji salê carekî bihayê penêr zedê dibû. Lê niha ji ber ku xwedîkirina sewalan kêm bûye her diçe bihayê qatix jî zêde dibe. Îro kes nayê bi 100 hezar lîreyî şivaniyê nake. Em bixwe jî gundî ne niha dayik û birayên min li gund dijîn. Ji min bixwazin ez şevaniye bikim, ezê şivaniyê nekim.”
‘Bi piranî penêre teze distînin’
Nezîr Temel bi lêv kir ku hin kiryarên wan hene nizanin ku penêr bi çi zehmetiyê tê çêkirin û got: “Heta penêr tê vê astê di gelek destan re derbas dibe, ji çêkirina penêr bigire heta şivantiya pez, gelek zahmetî hene. Berê hin tişt hêsan bûn. Lê niha zehmetî zêde bûye. Kesekî ku sê zarokên wî şivaniyê bikin dê 300-400 hezar lîre bistîne. Lê hinek 50 heywan xwedî dikin 50 hezar lîre jê qezenc nakin. Nêzîkê 7-8 cure penêr li cem me heye. Herî zêde penêrê Şemrex û Çinarê tê firotin. Lê bi piranî yê teze tê distînin. Berê herkesî penêrê bê xwê nedixwarin. Lê niha gelek kes penêrê bi xwê naxwin.”
‘Em penêrê fabrîqeyan nafiroşin’
Esnaf Şehmûs Îlan jî bi salan e penêr difroşe. Şêhmûs Îlan da zanîn ku penêrê herêmî difiroşin û got: “Em di piyasê de penêrê fabrîqeyan nafiroşin. Em bixwe diçin ji gundan tînin. Hem ê helandî û hem jî yê salamûra bi piranî em teze tînin. Dema ku kiryar tê bihayê penêr dibînin kêm distînin. Lê piyase wisa ye. Berê salê carek zem dibû, lê niha ji du mehan carekê zem dibe. Gelek caran em serê sibê penêr tînin, heta êvarê bihayê penêr tê guhertin. Dema ku ev tişt ji esnafan be bila bên wan ceza bikin. Em hertim baca xwe bidin, kirê bidin, elektirîkê bidin û avê bidin ev hemû pere ye.”
‘Vê pergalê me perîşan kiriye’
Esnaf Azîz Guner jî anî ziman ku ew demeke dirêje li sûka penêr dixebite û got: “Ez kîloya penêrê salamûra bi 200 lîreyî difiroşim. Penêrê gundan ji me re ji gundê Pîrîncîkê tê. Penêrê helandî yê fabrîqeyê bi 200 lîreyî ji ye û yê bi desta tê çêkirin jî bi 350 lîreyî ye. Ji aliyê aboriyê ve jî milet perîşan bûye nikarin tiştekî bistînin. Niha jî di nava heywan de nexweşiyek heye, şîr kêm bûye bihayê penêr jî zêde dibe. Dema kiryar tên çav li biha dikevin nastînin û diçin. Êdî mirov ji mecbûrî yên fabrîqeyan distînin. Em bi 320 lîreyî distînin û bi 350 lîreyî jî difiroşin. 20-30 lîre kara me çêdibe. Pergalê em perîşan kirine.”