• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2026an

    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

    Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2026an

    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

    Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa Dayikên Aştiyê sibê dest pê dike: Mijar aştî û azadî ye

Amed / AW

17 COTMEH 2025 - 08:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Raîfe Ozbey têkildarî Konferansa Dayikên Aştiyê ya dê sibê li Amedê li dar bixin axivî û got: “Armanca me pêkanîna aştî, wekheviyê ye û bidawîkirina şer e.”

Meclîsa Dayîkên Aştîyê piştî 12 salan dê li avahiya ÇandAmedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sibê ango 18ê Cotmehê saet 10.00an de bi şiyara “Dayik Pêşengên Civaka Demokratîk û Aştiya Mayînde ne” konferansek li dar bixin. Konferans dê 2 rojan berdewam bike. Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Raîfe Ozbey derheqê konferansê de axivî û anî ziman ku mijara wan ya konferansê ya sereke aştiye û dixwazin şer bi dawî be.

‘Mijara me ya sereke aştî û azadî ye’

Raîfe Ozbey da zanîn ku ev 12 sal in konferans li dar nexistine û got: “Me mehek berê bi Dayikên Aştiyê re delegeyên xwe hilbijartin. Wê Dayikên Aştiyê yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tev li konseransê bibin. Em ê di konferansê de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaşan bikin. Em ê armanc û daxwazên xwe di konferansê de bînin ziman. Mijara me ya sereke jî aştî û azadî ye. Rol û rista dayikan di vê pêvajoyê de çi ye? Dayik divê çi bikin? Em ê werin li gel hev û van mijaran nîqaş bikin. Rêveber û nûnerên saziyên sivîl û demokratîk jî dê tev li konferansa me bibin û konferans dê 2 rojan berdewam bike.”

‘Xêrnexwaz bila pêvajoyê xera nekin’

Raîfe Ozbey bal kişand ser provokasyonên li dijî pêvajoyê û wiha got: “Armanca me pêkanîna aştî, wekheviyê ye û bidawîkirina şer e. Bila provakasyon çê nebin, xêrnexwaz bila pêvajoyê xera nekin. Çi ji destê me bê jî em ê bikin. Bila êdî li cihê çekan pênûs werin bikaranîn. Divê êdî deriyê girtîgehan bên vekirin û rêya serê çiya were vekirin. Êdî kuştin, zext û zordarî bila bi dawî bibin. Cîhan di meseleya Kurd de kerr û kor e, çima nizanin li ser rûyê cîhanê çend milyon Kurd dijîn. Mafê me jî heye, em jî mirov in. Bila em bên naskirin û tevahî gel jiyanek rehet bijî. Divê dest ji van provokasyonan bê berdan û ev gel jiyanek bi rûmet û bi hev re bijî. Li dijî van provokasyonan bila bisekinin û pêvajoyê bigihînin armanca wê.”

Etîket: Dayikên AştiyêKonferansa Dayikên AştiyêPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkRaîfe Ozbey
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xelkê Amedê: Pêvajo bi yek alî nabe divê dewlet gavan biavêje

Xelkê Amedê: Pêvajo bi yek alî nabe divê dewlet gavan biavêje

1 HEZÎRAN 2026
Li Îzmîrê bernameya pîrozkirina cejnê

Li Îzmîrê bernameya pîrozkirina cejnê

29 GULAN 2026
Numan Kurtulmuş: Divê amadekirina Destûra Bingehîn bigirin rojevê

Numan Kurtulmuş: Divê amadekirina Destûra Bingehîn bigirin rojevê

27 GULAN 2026
‘Îro statû, bi şert û mercên girtîgehê tê tengkirin’

‘Îro statû, bi şert û mercên girtîgehê tê tengkirin’

27 GULAN 2026
‘Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan demildest pêk bê’

‘Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan demildest pêk bê’

26 GULAN 2026
Ji înîsiyastîfa jinan daxuyaniyên ‘Em di Aştiyê de israr dikin’

Ji înîsiyastîfa jinan daxuyaniyên ‘Em di Aştiyê de israr dikin’

21 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Şirnexê çûna 87 gundên vala hîna jî qedexe ye!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşkeran ketina gundê Zivinga Şikakayê qedexe kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Efsûnî û gujeguja Sûlava Bêgiriyê balê dikişîne ser xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sasonê çinîn û firotina çîlekan dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li herêmê qeyran kûrtir kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Telefona Rojwelat piştî kuştina Gulistan 46 roj girtî maye!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nahît Eren: Amedspor nasname ye, em ê xwedî li vê nasnameyê derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (54)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne