Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDa Amedê di hefteya 873yemîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” de li aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram pirsîn.
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 873yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xist. Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn jî tev li çalakiyê bû. Di çalakiyê de rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan wêneyê windayan hildan û vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram ê ku li mezra Bîra Zeyna yê gundê Demîrliyê ya navçeya Pasûrê di 2yê Mijdara 1996an de hate windakirin pirsîn. Mehmet Şîrîn Bayram ji aliyê polîsan û JÎTEMê ve tê windakirin.
Beriya daxuyanî bê xwendin, axaftin hatin kirin.
‘Em ji bîr nakin’
Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn diyar kir ku ev erdnîgarî erdnîgariyeke cihê gorên ne diyar e û wiha axivî: “Li ser vê erdnîgariyê gelek mirov ji mala xwe, bi darê zorê hatine revandin û êdî tu agahî ji wan nehatiye girtin. Mixabin komara Tirk ji bo ku kesên bi zorê hatine windakirin biryara Neteweyên-Yekbûyî ya ku hatiye dayîn, ji bo îmze neke xwe dûr dixe. Ger ku îmze bikirina dê van bûyerên ku qewimîne bihatana ronîkirin û dosyeyên wan biha dirêj nebûna. Lê dewleta Tirk ser van dosyeyan bi hincetên demboriyê dide girtin. Lê em ji bîr nakin. Li ser vê erdnîgariyê gelek çîrokên têkoşînê jî hene. Em ê tu carî dest ji vê têkoşînê bernedin.”

‘Divê pêşî dewlet bi Dayîkên Şemiyê re rûnê’
Xwişka Mehmet Şîrîn Bayram, Halîme Bayram jî anî ziman ku ew ê van bûyeran weke komkujiyên giştî bibînin û got: “Em van 17 hezar bûyer weke komkujiyeke giştî pênase dikin. Ger ku dewlet di vê pêvajoyê de bixwaze aştiyeke mayînde pêk bîne divê pêşî dewlet bê bi Dayîkên Şemiyê re hevdîtin bike. Hewceye hê dem nahatiye windakirin ev bûyer bên ronîkirin. Li dijî Kurdan komkujiyên înkar û îmhayê hatin kirin.”
Endama Komîsyona Windayan a ÎHDa Amedê Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Mehmet Şîrîn Bayram xwend.
Serpêhatiya windakirinê bi vî rengî ye:
“Di sala 1994an de dewletê zextek mezin li ser mezra Bîra Zeyna yê li gundê Demîrlî kir, ku malbata Bayram lê dijiya dewletê wan neçarî cerdevaniyê dikir. Tevî hemû zextan jî gundiyan pergala cerdevaniyê qebûl nekirin û gundê wan hate şewitandin. Gelek ji wan jî neçar man ku ji malê xwe derketin. Apê Mehmet Şîrîn Bayram, Îhsan Bayram, tevî hemû zextan li gund ma. Du sal şunda Mehmet Şîrîn Bayram di 1996an de ji bo serdana apê xwe Îhsan Bayram derket rê. Dema gihîşt gundê Demîrliyê tarî ket erdê. Mehmet Şîrîn Bayram, rêwîtiya xwe dewam nekir. Bi fikirîna ku ew ê sibê biçe mezra Bîra Zeynayê, wî biryar da ku li mala xizmê xwe Ramazan Tekîn wek mêvan bimîne. Bi şev cerdevan û leşkerên Pasûrê bi ser malê de girtin ew û xwediyê malê Ramazan Tekîn hatin binçavkirin.
Dema ku Ramazan Tekîn û Mehmet Şîrîn Bayram dihatin binçavkirin, xwediya malê Xezal Tekîn a hevjîna Ramazan Tekîn got, ew du cerdevanên gund, Fetah û Cûmalî nas dike. Wê sibehê Xezal Tekîn derdora saet 7ê şeveqê çû mezra Bîra Zeynayê da ku apê Mehmet Şîrîn Bayram, Îhsan Bayram agahdar bike. Apê wî agahdar kir ku cerdevan û leşkeran Şîrîn û Ramazan girtin e. Îhsan Bayram çû qereqola Polîsan a Pasûrê û ji cerdevan Huseyîn û Mustafa Bulut, du cerdevanên ku wî naskirî xwestin derbarê Mehmet Şîrîn Bayram de agahî bidin. Roja din li dora nîvro Mustafa Bulut bi Îhsan Bayram re têkili danî û jê re got ku Şîrîn li qereqola Polîsan a Pasûrê ye û wî dîtiye û pê re axivî ye. Piştre ji Mehmet Şîrîn Bayram agahî nehat girtin.”
Piştî daxuyaniyê çalaki bi deqeyek rûniştinê bi dawî bû.


















