* Serokê MHPê Devlet Bahçelî di dîrokên cuda yên salekê de, hem ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hem jî ji komîsyona meclisê û rayedarên dewletê xwest ku gavan biavêjin. Lê geşedanên ku pêş ket, nîşan didin ku heta niha tenê yek alî gav hatiye avêtin.
* Li Hezexê gerînendeyê dibistanê Mesût Sonmez li dijî zarokekî destdirêjî kiribû. Lê tevî ku 3 meh borîn jî dozgeriyê piştî lêpirsînê îdeaname amade nekiriye.
* Platforma Şaxan a KESKê û sendîkayên girêdayî wê li gel Odeya Tabîban a Amedê dê li Navenda Çand Amedê panela bi navê “Ji bo tenduristiya civakî Aştî” li dar bixe. (10.00-12.00)
* TJA, dê li Qeraxa Molla Kasimê ya Gola Wanê ku Rojîn Kabaîş lê hatibû dîtin, starta rêzeçalakiyên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan bide. (14.00)










