Amed – Şaredariyên DEM Partiyê yên li Amedê starta çalakiyên xwe yên têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetewî li Navenda Hevgirtinê ya Rojîn Kabaîşê dan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan ên DEM Partiyî têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetewî bi dirûşma “Ji bo jiyaneke azad û bêtundî gotina me neqediya ye, em ê tundiyê bi hev re rawestînin” li Navenda Hevgirtinê ya Rojîn Kabaîşê ya li navçeya Rezanê starta çalakiyên xwe dan. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û hevşaredar di nav de gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Ji bo jiyaneke azad û bêtundî gotina me neqediya ye, em ê tundiyê bi hev re rawestînin” dinivîsî hate daliqandin. Metna Kurdî Midûra Polîtîkayên Jinan a Peyasê Fatma Bûdak Gul û metna Tirkî jî Dêrûnnasa Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê Rozerîn Dogar xwend. Di daxuyaniyê de dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.
‘Her bêdengî tundiya nû gur dike’

Fatma Bûdak Gulê destnîşan kir ku tundiya li dijî mafê jiyanê yê jinan ne tesaduf e û wiha got: “Ew êrîşek sîstematîk, siyasî û ji hêla mêran ve tê kirin. Jinkujî, mirinên gumanbar û polîtîkayên bêcezatiyê encama pergalekê ne ku jinan ji jiyana giştî dûr dixe, keda wan nabîne û îradeya wan paşguh dike. Her roj, jinek tê kuştin; jinek din dosyaya wan wekî ‘xwekuj’ tê girtin; jinek din wekî ‘pirsgirêkek navmalî’ mehkûmî bêdengiyê tê kirin. Em vê bêdengiyê qebûl nakin, ji ber ku em dizanin ku her bêdengî tundiya nû gur dike.”
Fatma Bûdak Gulê anî ziman ku 25ê Mijdarê ne tenê rojek bîranînê ye, ew rojeke têkoşîna jinan e ku hêzê ji mîrateya Xwişkên Mirabel digire ku u di sala 1960an de li Komara Domînîkê dema ku li dijî dîktatoriyê li ber xwe didan hatin kuştin û wiha berdewam kir: “Îro, jinên ku ji Mezopotamyayê bigire heta Amerîkaya Latîn, ji Rojhilata Navîn bigire heta her goşeyek cîhanê li ber xwe didin, heman rastiyê radigihînin: Em vê têkoşînê digirin ser xwe û di her aliyê jiyanê de berdewam dikin.”
Li hemû navçeyên Amedê dest bi xebatan dikin
Fatma Bûdak Gulê da zanîn ku dê di çarçoveya 25ê Mijdarê de li hemû navçeyên Amedê dest bi xebatê bikin û bi jinan re hevdîtinê bikin û ev agahî dan: “Bi rêya civînên jinan û kampanyayên hişyariyê yên ku li navenda bajêr, taxan, gundan û deverên niştecihbûnê werin lidarxistin, em hevgirtin, hêvî û têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî şîdetê pêş dixin. Di demekê de ku şaredariyên DEM Partiyê dikevin sala xwe ya duyemîn, kampanyaya me ya ‘Peyva Me Neqediyaye, Em ê Bi Hev re Şîdetê Rawestînin’ armanc dike ku hevgirtina civakî li dijî êrîşên li ser mafê jiyanê yê jinan xurt bike û jiyanek demokratîk, ekolojîk û wekhev bi hev re, bi pêşengiya jinan, ava bike.”
Xebatên xwe rêz kirin
Fatma Bûdak Gulê destnîşan kir ku ji bo armancên xwe pêk bînin di sala borî de li Amedê gavên girîng avêtine da ku jinan bihêz bikin û li dijî şîdetê têbikoşin û xebatên xwe wiha rêz kirin:
“* Xeta Tundiyê ya ALO ji nû ve hate aktîfkirin; jin dikarin her gava ku hewce bikin piştgiriyek rasterast bistînin.
* Navendên Piştgiriya Jinan, ku di dema qeyûman de hatibûn girtin, bi îradeya jinan ji nû ve hatine vekirin û xurtkirin.
* Civînên Jinan û Civînên Keda Jinan, jin di warên aborî, civakî û siyasî de anîne cem hev.
* Kampanyayên hişyarkirinê li park û qadên giştî hatin lidarxistin.
* Di nav şaredariyan de têkoşîna li dijî tundûtûjiyê, wekheviya zayendî û perwerdehiya hişyarkirinê hatin lidarxistin.
* Atolyeyên hilberînê, bernameyên perwerdehiya pîşeyî û torên piştgiriyê yên ku piştgiriya azadiya aborî ya jinan dikin ketin meriyetê.
* Çalakiyên perwerdehiyê yên ji bo jinan, piştgirî dan hêzdarkirina wan a di warê hişmendiya qanûnî, psîkolojîk û civakî de.”
‘Navendên Piştgiriya Jinan li dijî tundiyê xizmet dikin’
Fatma Bûdak Gulê axaftina xwe wiha domand: “‘Belgeya Helwesta Têkoşîna li dijî Şîdeta Li ser bingeha Zayendî’ ku dê armanca me ya pêşxistina polîtîkayên hem pêşîlêgirtinê û hem jî parastinê di rêveberiyên herêmî de li dijî hemî cûreyên cudakariya li ser bingeha zayendî û tundûtûjiyê ku ji hêla têkiliyên hêzê yên ji hêla pergala serdestiya mêran ve hatine afirandin ve têne xurt kirin, ji hêla encûmenên şaredariyên me ve hate îmzekirin. Ev hewldan nîşan didin ku jin ne bi tenê ne û ku hevgirtin her roj mezin dibe. Navendên Piştgiriya Jinan ên me wekî cîhên berxwedana rêxistinkirî ya jinan li dijî tundûtûjî, newekhevî û paşguhkirinê xizmet dikin. Ew navendên ku tê de têkoşîn, hêvî û baweriya bi jiyaneke azad geş dibin in.”
‘Em ê gotinên wan ên neqediyayî temam bikin’
Fatma Bûdak Gulê axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li vê navenda ku navê wê Rojîn Kabaîş e, em careke din xwe nû dikin. Rojîn ne tenê navê jinekê ye; ew navê hemû jinên ku xwestin bêdeng bibin e. Mîna Gulistan Dokû, ev ax bi dengê bi hezaran jinan deng vedide ku çarenûsa wan di tariyê de maye. Navê Gulistanê qêrîna jinên winda ya di bîra kolektîf de ye. Em jin, dê gotinên wan ên neqediyayî temam bikin; em ê têkoşîna ji bo edalet û azadiyê mezin bikin. Em dizanin ku rêya avakirina jiyanek bê tundî, azad û wekhev bi hêza rêxistinkirî, hevgirtin û berxwedana jinan e.
Û em careke din radigihînin: Soza me ji bo jiyaneke bê tundî û azad bi dawî nebûye; em ê bi hev re tundiyê rawestînin! Jin, jiyan, azadî!”



















