Girtiyên bi navê Ahmet Mustafa, Hasan Încî û Keyfo Başak ên ku 31 sal in girtîî ne , ji Girtîgeha Bolûyê hatin berdan. Her wiha berdena Tuncay Dogan û Nurettîn Ataman hate taloqkirin.
Girtiyên bi navê Ahmet Mustafa, Hasan Încî û Keyfo Başak li Girtîgeha Bolûyê hate berdan. Keyfo Başak di sala 1994an de li Stenbolê, Hasan Încî di sala 1994an de li Mêrsinê û Ahmet Mustafa di sala 1994an de hatibûn binçavkirin, her 3 girtî jî piştî 31 salan hatin berdan. Ahmet Mustafa piştî hat berdan hat şandin Navenda Penaberan dê wî bişînin Rojava.
Berdana girtiyên bi navê Tuncay Dogan û Nurettîn Ataman jî hate taloqkirin.
Girtî pêşiya girtîgehê ji aliyê malbatên girtiyan û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û gelek kesan ve bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin.













