• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Helbestkar Mizgîn Hesko wefat kir

    Helbestkar Mizgîn Hesko wefat kir

    ROJEVA 02yê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 02yê COTMEHA 2025an

    Wezîrê Edaletê pirsa ji bo Ocalan bersivand

    Wezîrê Edaletê pirsa ji bo Ocalan bersivand

    Saziyên demokratîk: Divê zagonên komara demokratîk bên derxistin

    Saziyên demokratîk: Divê zagonên komara demokratîk bên derxistin

    Pervîn Buldan: Em ê di demek nêz de biçin serdana Îmraliyê

    Pervîn Buldan: Em ê di demek nêz de biçin serdana Îmraliyê

    Carek din ji ber formayên bi Kurdî ceza li Amedsporê hate birîn

    Carek din ji ber formayên bi Kurdî ceza li Amedsporê hate birîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Helbestkar Mizgîn Hesko wefat kir

    Helbestkar Mizgîn Hesko wefat kir

    ROJEVA 02yê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 02yê COTMEHA 2025an

    Wezîrê Edaletê pirsa ji bo Ocalan bersivand

    Wezîrê Edaletê pirsa ji bo Ocalan bersivand

    Saziyên demokratîk: Divê zagonên komara demokratîk bên derxistin

    Saziyên demokratîk: Divê zagonên komara demokratîk bên derxistin

    Pervîn Buldan: Em ê di demek nêz de biçin serdana Îmraliyê

    Pervîn Buldan: Em ê di demek nêz de biçin serdana Îmraliyê

    Carek din ji ber formayên bi Kurdî ceza li Amedsporê hate birîn

    Carek din ji ber formayên bi Kurdî ceza li Amedsporê hate birîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinên Hesekê bi girseyî piştgirî dan YPJê

Navenda Nûçeyan /AW

28 KANÛN 2024 - 19:01
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Jinên Hesekê bi girseyî piştgirî dan YPJê û ji bo piştgiriyê meşeke girseyî li xistin.

Rêxistinên jinan li Hesekê, bi armanca teqezkirina rist û hebûna jinê ya di avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad de, bi tevlêbûna nûnerên hemû rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de hemû pêkhate, dayîk, jinên ciwan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn. Meşvanan alên Yekîneyîn Parastin Jinê (YPJ) û pankartên “Jin di avakirina Sûriyê de esasa edalet û wekheviyê ye”, “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze”, “Yekîtiya Jinên Sûrî misogeriya felsefeya Jin Jiyan Azadî ye” berzkirin. Girseyê li ber Çarxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer dest bi meşê kir û li ber parka taxa Nasra veguherî mitîngek.

Ji Hesekê silav ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re şandin

Li taxa Nasra berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo mizgînî da meşvanan ku di vê demê de hevdîtin bi Rêber Abdulah Ocalan re tê kirin û got: “Em ji qada têkoşîn û berxwedanê silavên germ ji Rêberê xwe re dişînin û berxwedana wî silav dikin. Ev 13 sal e xelkên Rojava li beramberî sîstema netewperest, olperest û netewe-dewlet têkoşîn û berxwedanê dike. Li aliyê din li beramberî dagirkeriya Tirk û hevalbendên wê, têkoşînek mezin dimeşînin.”

Divê di avakirina Sûriya nû de vîna jina azad hebe

Rihan Loqo da zanîn ku dewleta Tirk êrişî deskeftiyên Şoreşa jinê dike û wiha axivî: “Berxwedana jinan a dîrokî bersiv dide planên dijmin. Em jin, ji her pêkhateyên ku îro sekneke xwe nîşan didin û hevgirtina xwe diyar dikin ku ev bi xwe berxwedaniyek dîrokî ye. Di avakirina Sûriyeya nû de pêwîst e îradeya jina azad were parastin. Sûriyeya Demokratîk bi deng, reng û hişmendiya jinê dê were avakirin. Ger ku jin di nivîsandina destûra Sûriyeyê de cîh negire, ne mumkin e ev Sûriyeyî were qebûlkirin û mafên gelan were parastin. Ez bang li tevahî gelan dikim ku ji bo em bi hev re Sûriyeyeke nû û demokratîk bidin avakirin, xwedî helwest bin.”

Jin kêliyên azadî û rûmetê dijîn

Endama YekItiya Jinên Suryanî Sebah Şabo diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêliyên azadî û rûmetê dijîn û wiha domand: “13 sal bi têkoşîn, berxwedanî û serhildan derbas bû. Li vir pêwîstî heye ku em xwedî li keda van salan derkevin. Jin di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kêliyên azadî û rûmetê dijîn. Lewma parastina jinê û deskeftiyên wê, erkekî exlaqî ye, ji me her kesî tê xwestin. Bi rihê felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê gavên pîroz bavêjin û Sûriyeyeke nû ya demokratîk ava bikin. Jin di nivîsandina destûrê de cîh negire, em vê Sûriyeyê qebûl nakin û li hemberî wê jî têkoşîna me dê bidome.”

Divê komkujiya 1915an neyê ji bîr kirin

Ji Kordînasyona Yekitiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan jî destnîşan kir ku jinên Ermen komkujiya 1915an ji bîr nakin û dê hesabê wê bê dayîn. Enahîd wiha got: “Êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berdewama Komkujiya 1915an e. Em jinên Ermen xwe bi rêxistin dikin û hevgirtina xwe ava dikin da ku em bibin bersiv ji vê pêvajoyê re. Peyama me jî ew e ku heya jinek Ermen hebe, wê li ser wê komkujiyê hesab ji dewleta Tirk bixwaze.”

Meş bi dirûşmeya “Bijî yekîtiya jinên Sûrî “ bi dawî bû.

Etîket: HesekêJinJiyan AzadîKongra StarRihan LoqoSûrî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Meşa TJAyê ya ji bo ‘azadiyê’ ber bi Enqereyê ve dest pê kir

Meşa TJAyê ya ji bo ‘azadiyê’ ber bi Enqereyê ve dest pê kir

1 COTMEH 2025
‘Dosyaya Rojîn Kabaîş terkî bêdengiyê kirine’

‘Dosyaya Rojîn Kabaîş terkî bêdengiyê kirine’

30 ÎLON 2025
Jinên Wanî ji bo meşê ber bi Amedê ve bi rê ketin

Jinên Wanî ji bo meşê ber bi Amedê ve bi rê ketin

30 ÎLON 2025
Jinên Kurd dest bi amadekariya Kongreya Neteweyî kirin

Jinên Kurd dest bi amadekariya Kongreya Neteweyî kirin

30 ÎLON 2025
Jinan li Enqereyê bang kir: Kuştina Rojînê çima nayê ronîkirin?

Jinan li Enqereyê bang kir: Kuştina Rojînê çima nayê ronîkirin?

28 ÎLON 2025
‘Jiyana girtîgehan zehmet e, lê ya jinan zehmettir e’

‘Jiyana girtîgehan zehmet e, lê ya jinan zehmettir e’

28 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (22)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne