3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê amadekirin, di 7-14ê kanûnê de det pê dike. Festîval dê piştî 8 salan bi fîlman dest pê bike.
3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ku bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê amadikirin, dê di 7ê kanûnê de dest pê bike û di 14ê kanûnê de bi dawî bibe. Dê 84 fîlm bên pêşandan. Festîvala ku Akademîsa Sînemaya Rojhilata Navîn û Sînebîr bi rêve dibe, dê bi fîlmên hilbijartî yê navneteweyî, masterclasslar, atolyeyan, gotubêjan deriyê xwe ji sîmemahezan re veke.













