• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bajarê ku dixwazin bi tora rizîbûnê teslîm bigirin: Amed

    Bajarê ku dixwazin bi tora rizîbûnê teslîm bigirin: Amed

    Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

    Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 7ê GULANA 2026an

    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bajarê ku dixwazin bi tora rizîbûnê teslîm bigirin: Amed

    Bajarê ku dixwazin bi tora rizîbûnê teslîm bigirin: Amed

    Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

    Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 7ê GULANA 2026an

    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtiyên siyasî: Divê her kes li Rojava xwedî derkevin

Navenda Nûçeyan /AW

30 KANÛN 2024 - 14:07
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Girtiyên siyasî yên PAJK û PKKê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, bang li hemû kesan kirin ku xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin û her derê bikin qada berxwedan û serhildanê.

Girtiyên PAJK û PKKê, têkildarî êrîşên li ser Rojava peyamek parve kirin û xwestin her kes li Şoreşa Rojava xwedî derkevin. Girtiyan diyar kirin ku li dijî hêzên mêtinger şerê hebûn-tunebûnê tê meşandin û destnîşan kirin ku parastina şoreşa ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatî avakirin, wezîfeyeke esas e.

Li ser navê girtiyên PAJK û PKK’î yên li girtîgehên Tirkiyeyê, Denîz Kaya daxuyanî da. Denîz Kaya anî ziman ku gelê Rojava bi biryar in ku destkeftiyên azadiyê yên li Rojava bi fedayîtî û lehengiyên mezin hatine bidestxistin, biparêzin û wiha got: “Em berxwedana destanî ya gelê Rojava û hevrêyên xwe yên li eniyan li dijî gefa qirkirinê li ber xwe didin, silav dikin; li ku derê dibe bila bibe em ê dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe yên şehîd û zarokên bi rûmet ên gelê xwe re bi berxwedana heta serketinê bidomînin.”

Denîz Kaya, anî ziman ku felsefeya azadiyê ya Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn ronahiyeke hêviyê afirand û di şênberiya Şoreşa Rojava de veguherî meşaleya azadiyê û ji bo lêgerînvanên jiyana alternatîf, bûye îlham. Denîz Kaya, destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bûye taca serketinê ya têkoşîna Kurdan a 40 salan û wiha lê zêde kir: “Şoreşa Rojava di wê îdîa û biryardariyê de ye ku pirsgirêka azadiyê ya mirovahiyê çareser bike. Ev şoreş bûye serketina hemû gelên bindest a li hemberî modernîteya kapîtalîst. Şoreşa Rojava serketina herî binirx e ku şaristaniya demokratîk li dijî şaristaniya kapîtalîst bi dest xistiye. Serketina li Rojava, pêl bi pêl belav bû û xwedî karakterek welê ye ku hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bandor bike. Tirsa herî zêde ya hêzên şaristaniya kapîtalîst jî ev e. Destpêkê rêxistineke weke DAÎŞ’ê bi kar anîn, plan kirin li dijî gelê me qirkirinê pêk bînin û xwestin şoreşê tune bikin. Yên ku bi berxwedana bi heybet a gelê me têk çûne, di şexsê DAIŞê de hêzên qirker bûn.”

Denîz Kaya, herî dawî anî ziman ku wekî girtiyên PKK û PAJKê mîna her tim îro jî amade ne ku ji bo gelê xwe yê bi rûmet her tiştê bikin û got: “Eger me di berxwedana Kobanê de wezîfeya xwe pêk anîbe, bila gumana ti kesê nebe em ê îro jî heman tiştê bikin. Weke girtiyan di serî de malbatên me yên berxwedêr, em bang li ciwanên fedayiyên Rêber Apo û gelê xwe yê welatparêz dikin ku em xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin; em her derê bikin qada berxwedanê û serhildanan mezin bikin. Car din em her kesê ji bo parastina Şoreşa Rojava têdikoşe, silav dikin û hêzên dagirker û mêtinger jî lanet dikin.”

Etîket: girtiPAJKpkksiyasî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MÎT: Dê ji bo PKKiyên çek berdane ‘mekanîzmaya teyîdkirinê’ bê avakirin

MÎT: Dê ji bo PKKiyên çek berdane ‘mekanîzmaya teyîdkirinê’ bê avakirin

3 GULAN 2026
Platforma Wanê: Girtina rê mafê jiyanê dixe xeteriyê

Platforma Wanê: Girtina rê mafê jiyanê dixe xeteriyê

28 NÎSAN 2026
Li Colemêrgê 18 roj in rê girtî ye, gel perîşan e

Li Colemêrgê 18 roj in rê girtî ye, gel perîşan e

28 NÎSAN 2026
Tedawiya girtiya nexweş tê astengkirin

Tedawiya girtiya nexweş tê astengkirin

25 NÎSAN 2026
Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

22 NÎSAN 2026
Refîk Sunkur 31 sal şûnde hat berdan

Refîk Sunkur 31 sal şûnde hat berdan

17 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

    Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Qiymeta pincara me nayê zanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Agirê şoreşê venamire: Denîz, Yusuf û Huseyîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceza li pîrozbahiya serkeftina Amedsporê hate birîn!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezgîn Tanrikulu: Divê desthilat qanûnan amade bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Amedî: Aştî bi vîna gel û Rêbertiya wê pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê şoreşgerên Kurd û Tirk bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şanoger Koçer: Aştî pêdiviya hemû cîhanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (155)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne