• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kooperatif dê alîkariyê bide girtiyan

Esra Polat / AW

7 KANÛN 2025 - 09:10
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Endamên Kooperatîfa Hilberîn û Kargeriya Jinan Rawesta yê diyar kirin ku armanca vekirina Kooperatifê ya sereke di aliyê aborî de alikariya girtiya bikin.

Heft jinên ku xizmên girtiyan in, Kooperatifa Hilberîn û Kargeriya Jinan Rawesta bi merasimekê vekirin. Kooperatifa Rawestayê dê ji bo şahî û şînan xwarinê çêke. Jinên ku pêşengiyê vê kooperatîfê dikin, dê di aliyê aboriyê de piştevaniya girtiyên xwe bikin. Endamên Kooperatifa Rawesta yê têkildarî Kooperatîfê û xebatên xwe axivîn.

‘Em dixwazin girtiyên xwe re bibin alîkar’

Endama Kooperatîfa Rawestayê Sulhiye Saruhan diyar kir ku kurê vê di girtîgehê de ye û dixwaze ku di aliyê aboriyê de piştevaniya girtiyan bike û got: “Em malbatên girtiyan hatin cem hev û me Kooperatifa Rawesta ava kir. Kooperatifa me ya yekemîn e. Em dixwazin hewceyî mêra nebin. Em ê hewceyî bavê xwe, birayê xwe, hevjînê xwe nebin. Zarokên me, birayên me, bavê me di zîndanê de ne. Em dixwazin bi wan re bibin alîkar. Em piştgiriya sazî û malbatên xwe dixwazin. Bernameyên wan hebin bila piştgiriyê bidin me û em xwarinê çêbikin. Me 7 malbatê girtiya destpêkir. Em bawerin ku hejmara me yê 100î jî zêdetir bibe. Malbatên me bixwazin bila tevlî me bibin.”

‘Em ê bi piştgiriya gelê xwe mezin bibin’

Xizma girtiyan Delal Tekîn jî anî ziman ku jin bi hev re aşpêjiyê dikin û wiha got: “Ji bo ku em alikariya girtiyan bikin û ji şîn û şahiya re bi awayekî komunal xwarina çêkin me ev kooperatif vekir. Em endamên Kooperatîfa Rawestayê ne. Em jin bi hev re dixebitin. Armanca me ev e ku em alikariya girtiyên xwe bikin. Em li vir aşpêjiyê dikin xwarinên ku em çêdikin ji bo rojê şîn û şahiyan e. Daxwaza me alikariya girtîgeha ye. Kooperatifa Rawesta fikreke pir başe. Em êdî dikarin li ser lingên xwe bisekinin. Ev me pir kêfxweş dike. Kooperatifa me nû vebû. Em dixwazin xebatên me zêde bibin. Em dixwazin hevalên me zêde bibin. Em li benda alikariya heval û hogirê xwe ne. Em ê bê piştgiriya wan mezin bibin.”

Endama Kooperatîfa Rawesta yê Hasrat Oral jî destnîşan kir ku 7 xizmên girtiyan bi hev re kooperatîf vekirin û got: “Em bi hev re xwarinan çê dikin. Em dişînin şîn û şahiyan. Em dixwazin kooperatîfa me pêş bikeve.”

‘Em piştgiriya jinan dixwazin’

Herî dawiyê Asli Çelebî jî xwesteka xwe ya ji bo piştgiriya jina anî ziman û got: “Weke xizmên girtiyan êdî em li destê kesê nanêrin. Em dixwazin jin pêş bikevin. Ji bo ku em pêş bikevin, neçarê kesan nebin me kooperatif vekir. Em dixwazin jin piştgiriyê bidin me. Gelê me jî alikariya me û girtiyên xwe bikin.”

Etîket: girtiJinRawesta
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinên Wanî: Aştî gula civakê û welat e

Jinên Wanî: Aştî gula civakê û welat e

17 HEZÎRAN 2026
Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

14 HEZÎRAN 2026
Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

14 HEZÎRAN 2026
MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

13 HEZÎRAN 2026
Jinan li dijî pakêta darazê dengê xwe bilind kir: Em ê mafê nafaqayê misoger bikin

Jinan li dijî pakêta darazê dengê xwe bilind kir: Em ê mafê nafaqayê misoger bikin

13 HEZÎRAN 2026
Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

13 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Otomatik taslak

    Li Tûşbayê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Fermandarê YBŞê Emîn Kartal hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Zimanê Kurdî cih û wareke nû: Zimanxane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Rewşa îro ya li Kurdistan û cîhanê yekitiyê li ser me ferz dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (529)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne