Enqere – Hevserokê Giştî yê PYDê Xerîb Hiso tekildarî gotinên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan anî ziman ku hikumeta Şamê ji bo peymana 10ê Adarê pratik bike ne amade ye û got: “Hikumeta Şamê bi helwesta Tirkiyeyê vê peymanê qebûl nake û nameşîne.”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikumeta demkî ya Şamê di 10ê Adarê de hevpeymanek îmze kirin. Li gor hevpeymanê, diviya bû Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tevlî arteşa Sûriyeyê bibûya, koçberên Efrînê, Girêspî û Serêkanî vêgeriyana warên xwe. Asayîşa herêmên xweser dê giredayî Rêveberiya Xweser bibûna û ji bo hevpeyman bikeve meriyetê jî ji aliyê hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser ve ji perwerdehiyê heta hêzên leşkerî komîtê dê ava bibûna û dan û standin dê li ser van komîteyan pêk bihata. Li gor hevpeymanê mafên gelên Sûriyeyê jî bihata parastin û Sûriye dê bibûna welatekî demokratik. Lê dan û standin piştî hevpeymanê gelek caran hatin rawestandin. Herî dawî jî dan û standin tevî hatin astekê, komek hêza HSDê jî derbasî Şamê bibû jî careke din dan û standin rawestiyan. Piştî dan û standin hatin rawestandin hem hikumeta Şamê û hem jî Tirkiyeyê li dijî Rêveberiya Xweser dest bi gefxwarinan kirin.
Herî dawî jî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gef xwar û got, ‘Divê Rêveberiya Xweser li gor peymana 10ê Adarê tev bigere.’ Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso ji Ajansa Welat (AW) re axivî û gotinên Hakan Fîdan rexne kir û got: “Yê li gor hevpeymanê tevnagere hikumeta Şamê ye. Hikumeta Şamê ji ber zextên Tirkiyeyê li gor hevpeymanê tevnagere.
‘Dixwazin pergaleke yekperest ava bikin’
Xerîb Hiso anî ziman ku di salekê de ji aliyê hikumeta Şamê ve gelek kes hatin kuştin û revandin û got: “Di ser desthilatdariya HTŞê û ruxandina desthilata Esad re salek derbas bû. Lê tu guherîn pêk nehat. Dîsa li dijî gelên Suriyeyê siyaseta gefxwarinê, kuştin û revandinê berdewam kir. Komkujiyên pir mezin pêkhatin. Mafê gelên Sûriyeyê di mekazagonê de tune ye. Komên li dijî Rêveberiya Xwesr şer kirine, DAIŞa ku komkujî pêk anî, niha di nav hikumeta Şamê de cih digirin. Îradeya gelan qebûl nakin. Îradeya jin û ciwanan tune ye. Jixwe hiqûq tune ye. Dixwazin HSDê reş bikin û belav bikin. Ev jî pêşî li entegrasyona demokkratîk digire. Dixwazin pergaleke yek ziman, yek ol û yek netew ava bikin. Pêşiya vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digirin. Gelê Sûriyê li dijî pergala navendî ya rejîma Baas derket. Gelên Sûriye jî pergala yekperestiyê qebûl nake. Elewî û Durzî jî li dijî vê yekê xwe bi rêxistin dikin û pergaleke nenavendî û pergaleke weke Rêveberiya Xweser dixwazin.”
‘Tirkiye pêşî li Entegrasyonê digire’
Xerîb Hiso destnîşan kir ku Tirkiye pêşî li pêşxistina entegrasyona li Sûriyeyê digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikumeta Tirkiyeyê jî naxwaze entegrasyon li Sûriyeyê pêk were. Entegresyon hemû qadên civakê yên siyasî, aborî, perwerdehî û hiqûqê dihewînê. Heke ev yek pêk were Sûriye ber bi demokrasiyê vê diçe. Ji ber wê jî hikumeta Şamê û Tirkiyeyê naxwazin, hertim gefan li HSDê dixwin. HSDê û Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê li hev kiribûn. Di navbera wan de hevdîtin jî hebûn û belge jî ji hev dû re şandin. Lê HTŞê ev belge îmze nekir. Hikumeta Şamê di salvegera hatina desthilatdariyê de jî gef li Kurdan û gelên herêmê xwarin. Ew siyasteke qirkirinê ye. Dixwazin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên herêmê qir bikin. Tirkiyeyê jî piştgiriya wan dike. Tirkiye weke eyaleteke xwe nêzîk dibe. Tevî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi pêşengiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, dan û standin pêktên jî gefan li herêmê dixwin. Dibêjin bila HSD çekan berde. Çima ji çeka HSDê ditirse. Hikumeta Şamê got bila Elewî bêçek bibin. Elewiyan çek danîn. Vê carê rastî qirkirinê hatin. Di rewşa Sûriyê de bêçekbûn mirin e. Tirkiye ji fikra pergala Neteweya Demokratîk a HSDê ditirsê. Çekan jî weke hincet nîşan dide. Çeteyên li Sûriyeyê jî li gor daxwazên Tirkiyeyê tevdigerin. DAIŞ hatibû asta qedandinê niha li Şamê ala xwe bilind dikin. Bêhtir xurt bû. Li Efrînê hê jî dagirkeriya Tirkiyeyê heye. Tirkiye çima wan herêman teslîmî hikumeta Şamê nake? Tirkiye pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daye destpêkirin jî li gor rewşa Sûriyê gav daveje. Divê aqilê berê ye înkar û qirkirinê berdin û demokrasiyê pêş bixin.”
‘Divê Tirkiye siyaseta xwe biguherîne’
Di berdewama axaftina xwe de Xerîb Hiso diyar kir ku ji ber zextên Tirkiyeyê dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Şamê de radiwestin û ev tişt gotin: “Piştî peymana 10ê Adarê hevdîtinên bi hikumeta Şamê re dewam dikir. Her ku hevdîtin çêdibûn, em ber bi gaveke vê diçûn. Dema dê tiştek bihata îmzekirin li qir radiwestiya. Şandeya Rêveberiya Xweser jî gelek caran serdana Şamê kir. Mijara perwerde û zimanê Kurdî hebû. Gelek hevdîtin jî pêk hatin. Lê hikumeta Şamê got, ‘Em perwerdehiya Rêveberiya Xweser qebûl nakin.’ Me bi dara zorê û rexneyan da qebûlkirin. Dema em hevdîtinan dikin dibêjin, em ê bikin û tiştên erênî dibêjin. Lê piştrê qebûl nakin. Kî qebûl nake Tirkiye qebûl nake. Di mijara HSDê de jî wisa bû. Pêşî girtin. Gef li Rêveberiya Xweser xwarin. Her ku gavek tê avetin siyaseteke din pêş dişin û pêşiya çareseriyê digirin. Ew jî lawaziya wan e. Em hevî dikin Tirkiye siyaseta xwe ya Sûriyê biguherîne.”
Xeterî heye
Xerîb Hiso bi lêv kir ku heke rewşa Sûriyeyê neguherê xeteriya ku bûyerên neyînî pêk bên hene û wiha axivî: “Sûriyê bi vê rewşa heyî nikare pêş ve biçe. Her aliyê wê lewaz e. Arteşa wan jî ne arteşa bi pergal e. Arteşa ku DAIŞ jî di nav de çete ne. Ev arteş ne dikare welatê xwe biparêze û ne jî civakê biparêze. Ku di xwe de israr bikin dê bûyerên neyînî pêk bên. Tirkiyeyê li Sûriyê gelek bajar dagir kirine. Lê Şam dengê xwe nake. Gelê Sûriyê dixwaze xwe bixwe bi rêve bibe û bîne ziman Gelên Sûriyê li dijî vê hikumetê bi bertek e. Naxwaze HTŞ desthilatdar be. Civaka navdewletî jî vê rewşê dibîne û dişopîne. Îhtîmal heye ku dîsa hevdîtin çêbibin. Lê ne li Şamê. Li welatekî Ereban dibe an Ewropa dibe nizanin. Nûkirina peymana 10ê Adarê îhtîmal e.”
‘Hikumeta Şamê bi zextên Tirkiyeyê peymanê red dike’
Di dawiya axaftina xwe de Xerîb Hiso bal kişand ser gef xwarinên Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku gotibû, ‘Divê Rêveberiya Xweser li gor peymana 10ê Adarê tev bigere’ û wiha bersiv da: “Tirkiye çima li dijî peymana 10ê Adarê de israr dike. Ew di navbera me û hikumeta Sûriyê de pêk hatiye. Agahiya Amerîka, Firansa û Birataniya jî ji tîfaqê heye. Heke ji bo pratikkirina vê peymanê be ew dewlet dikarin fikir û nêrînên xwe bêjin. Tirkiye çima israr dike? Divê ev peyman têkeve meriyetê. Ji bo pratikkirina peymanê hikumeta Sûriyê ne amade ye. Zemîna wê tune ye. Zemîna wê jî azadî û demokrasî û hiqûq e. Lê di heşmendiya wan de ew tune ye. Di destura bingehîn de mafê gelan tune ye. Êrişên DAIŞê li dijî me zede bûne. Gefên nîjadperestan zêde bûne. Koçberên Efrîn û Serêkaniyê hê venegeriyane warê xwe. Wê demê pratikkirina vê peymanê ne di destê me de ye. Hikumeta Şamê bi helwesta Tirkiyeyê vê peymanê naxe meriyetê. Cewherê peymanê demokratik e. Lê ew demokratîkbûn û hiqûqê qebûl nakin. Ya ku qebûl nake Şam e.”













