• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin HATE NÛKIRIN

    Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin HATE NÛKIRIN

    Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

    Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

    Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin HATE NÛKIRIN

    Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin HATE NÛKIRIN

    Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

    Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

    Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Foza Yûsif: Pêwistiya jinan bi nexşerêyeke şoreşê heye

Navenda Nûçeyan / AW

31 KANÛN 2024 - 13:22
Kategorî: JIN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Foza Yûsif anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan di sala 2024an de li hember tundî, dagirkerî û aloziyên civakî sekneke bihêz nîşan da û got “Di rewşa heyî ya li Sûriyeyê de pêvajoyekeke nû ya jinan dest pê dike, lewre pêwîtiya jinan bi stratêjî û nexşerêyeke şoreşê heye.”

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif xebatên salekê yên tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî jinan, ketina rejîma Baasê, her wiha rewşa jinan di pêvajoya nû de û xebatên ku ji wan tên xwestin ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxand. Foza Yûsif diyar kir ku sala 2024an ji bo jinan bi têkoşînê bi dawî bû û wiha got: “Di salekê de gelek çalakî û daxwazên jinan çêbûn. Jin li hemberî tundî, dagirkerî û êrîşên dagirkeran, her wiha li hemberî komkujî, xwekuştinê û gelek aloziyên din ên civakî rû bi rû man. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî jinan sekneke bihêz nîşan da. Di gelek waran de êrîş ji aliyê sîstem, malbat û kevneşopiya eşîran ve li ser jinan hatin kirin. Ji ber ku hîn jin di aliyê zanista zayendî de xwe baş perwerdenekirine, bi taybet şerê ku di rêya internetê de tê meşandin û bi rêya rêbazên cur be cur de, gelek jin ketin xefka lîstokên mêran de. Em dibînin di sala 2024an de rêjeya kuştina jinan bilind bû, sedemên wê yên aborî, çandî ne. Ev aloziya ku şer bi xwe re derxistiye holê ne. Lê wekî tevgerên jinan divê em bihizirin çima ew qase jin bêçare ne û li hember tundiyê rû bi rû dimînin. Me çima hemû jin nexistine nava rêxistinbûyînê da ku karibin xwe li hemberî pergala zayendperest biparêzin.”

Giringiya nirxandina salê

Foza Yûsif, di berdewama axaftina xwe de, anî ziman ku ji bo ew rast têkoşîna xwe plan bikin, rast hedefa xwe diyar bikin û kêmasiyên xwe bibînin pir girîng e ku weke tevgerên jinan rewşa 2024an analîz bikin û wiha axivî: “Ji bo wê divê em pirsgirêkên xwe tesbît bikin û li ser vî esasî derbasî sala nû bibin. Yek ji mijarên ku ez girîng dibînim me di sala 2024an de dest bi nivîsandina Hevpeymana Civakî ya Jinan kir. Cara yekemîne ku jin li ser vê axê li hev dicivin û peymana xwe dinivîsin. Ev hevpeyman hîna bi dawî nebûye; lê gelek gav di aliyê nivîsandina hevpeymanê de hatine avêtin û ber bi dawiyê ve diçe. Ev wek gaveke şoreşgerî û dîrokî ye.”

Foza Yûsif bal kişand ser çalakî û komxebatên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin û ev nirxandin kir: “Di sala 2024an de gelek civîn der barê şoreşa jinan, pirsgirêkên jinan, pirsgirêkên femînizmê û xetimandina ku jin îro li hemberî wê rû bi rû ne hatin lidarixstin. Jineolojî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek xebat pêşxistin û gelek perwerde pêk hatin. Ev hemû di meşa azadiyê de mîna pêlekê ne ku me dighîne armancê. Parvekirinên navneteweyî yên jinan bi hev re ev jî bandoreke wê ya mezin heye. Mirov nikare konfederaliya jinan a cîhanî zû pêşbixin û ava bike, xebatên ku hatin kirin bi awayeke erênî roleke wê ya girîng û bi wate hebû ku nêrîna jinan bîne gel hev û yekitiya wan ava bike.”

‘Dewleta Tirk dijminatiya jinan dike’

Foza Yûsif bal kişand ser êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefkirina jinên pêşeng û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji dema şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, bi awayekî sîstematîk dijminatiya jinan û têkoşîna wan a azadiyê dike. Sîstema Dewleta Tirk a dagirker ku temsîla sîstema baviksalarî û zayendperestiyê dike, naxwaze di erdîngariya wan de azadî û yasayên jin pêşbikevin, naxwaze jin hişyar bibin û bibin xwedî maf. Çawa li Tirkiyeyê jinan diçewisînin, jinan bi kiryarên gelekî xerab re rû bi rû dihêle, îro li herêmê jî dixwaze sîstemeke paşverû û kevneperest serwer bibe. Desteka Dewleta Tirk ji bo rêxistinên mîna DAIŞê û çeteyên girêdayî wê ne heye. Dewleta Tirk baş dizane ku heke jin li vê deverê bibe xwedî maf û azadiya xwe bi destxist, bêguman wê ev rewş bandoreke mezin li rewşa jinên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi giştî jî bike. Ji ber wê ji şoreşa jinan ditirse û bi hemû rêbazan hewl dide vê şoreşê ji holê rake. Kiryarên demên dawî yên li Şehbayê, Minbicê û şehadeta rojnameger Cîhan Bîlgîn dijminatiya Dewleta Tirk a li jinan îsbat dike. Dewleta Tirk naxwaze jinên pêşeng, jinên bibandor û jinên ku karibin hemû civakê rakin ser lingan, derkevin. Naxwaze jinên rastî karibin pergala kevneperest hilweşînin û alternatîfeke derxînin bimînin. Law ra bi rengekî bê exlaq û faşist êrişî jinan dike. Dixwazin jinan ji azadiyê bitirsînin û dûr bixin. Em ê meşa heval Cîhan, Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bidomînin. Jinên ku destdirêjî jî li wan tên kirin ne bi tenê ne. Heta ku em Şoreşa Jinan bi serbixin, heta ku em mafê jinan mîsoger bikin wê têkoşîna me ranewste.”

Jin, bi berxwedanê sala nû pêşwazî dikin

Foza Yûsid bal kişand ser ketina rejîma Baasê û bandora wê ya li ser rewşa jinan û got: “Gelek guhertin li Sûriyeyê çêbûn. Ev guhertin wê bandoreke cidî li rewşa jinan bike. Em sala 2024an bi 2 tiştan bi dawî dikin; yek hevypeymana jinan êdî ber bi dawiyê ve diçe, duyemîn hilweşandina di Sûriyeyê de çêbû bandora wê bi awayeke neyînî dest pê kiriye. Li gelek bajarên Sûriyeyê piştî hilweşandina rejîmê xwepêşandan tên lidarxistin. Li Şam, Humis û bajarên din di bin dirûşma “Azadiya jinan” de serhildan radibin. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo destekdayîna YPJê û derketina li hemberî êrîşên Dewleta Tirk de meş çêbûn. Jin careke din bi berxwedanê derbasî sala 2025an dibin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê jin niha li pêşberî êrîşeke mezin rû bi rû ne.”

Foza Yûsif bi bîr xist ku rewşa jinan di dema serweriya rejîma Baasê de nebaş bû û niha jî metirsiyên mezintir hene û ev li gotinên xwe zêde kir: “Mirov dikare bêje hilweşandina pergala Baasê baş bû, ji pergaleke zayenperest, antîdemokratîk bû û nasnama jin û gelan qebûl nedikir. Pergala Baasê hebûna xwe li ser qedexekirinê ava dikir û mafê jinan di destûra Sûriyeyê de gelekî lawaz bû.”

Jin di xebatan de cihê xwe digirin

Foza Yûsif bal kişand ser Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û got: “HTŞ rêxistineke olperest e. Ji rojên destpêkê yên kontrokirina wê ya desthilata li Şamê ve gelek kiryar li hemberî jinan hatin kirin. Li Humisê jinên dadwer ji erk girtin. HTŞê dixwazin pergala berê ya di dema cahiliyetê de dîsa li ser jinan serwer bikin. Ev kirin metirsiyeke mezin li şoreşa jinan e. Heke em wek jin vê dernexin ferqê û em ne di zanebûna wê de bin, bê guman ev şoreşeke dijber îfade dike. Ji ber ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan di asta herî bilind de mafên xwe standine. Ji sedî 50 jin di hemû xebatan de cih girtine. Sîstema hevserokatiyê heye, hevpeymana jin tê nivîsandin, di hevpyemana civakî de mafên jin di radeyeke herî mezin de hatiye parastin, ev hemû serkeftin û gavên gelekî mezin bûn. Li ser van pêşketinên ku çêbûn xetereyên gelekî mezin hene. Ji ber wê em nikarin bêjin ev tiştên ku li Sûriyeyê rû didin ji bo berjewendiyên jinan e, yan jî wê rewşa jinan baş bike. Em wisa dibînin ku îro ji bo jinan pêvajoyeke nû ya têkoşînê li hemberî rewşa ku li Sûriyeyê diqewime dest pê dike.”

Di berdewama axaftina xwe de Foza Yûsif destnîşan kir: “Hikûmeta ku niha çêbû hemû ji mêran e, tenê jinek hatiye erkdarkirin, diyar e aliyê wan ê olî pir zêde li pêş e. Ev ji bo jinên misilman, xiristiyan, êzidî û baweriyên din jî metirsiyek e. Ji bo mafê jinan jî xetere heye, ji ber ew dixwazin li gorî nerîna xwe nêz bibin. Heke hikumeteke bê avakirin cihê jinan tê de herî kêm ne ji sedî 50î be bê guman ew hikumet ne hikumeteke demokratîke û wiha pê de çû: “Ji ber ku piranî mêr derveyî Sûriyeyê ne, di şer de gelek kûştin çêbûn û ji ber sedemên cur be cur jî hiştiye ku hejmara jinan ji yê zilamanan li Sûriyeyê zêdetir bin, îro li Sûriyeyê jin zêdetirî 70ê temsîl dikin dibe zêdetir be jî. Ji ber wê divê temsîla jinan di siyasetê de pir bi hêz be, beşdarbûna jinan pîvana demokrasî û azadiya di Sûriyeyê de ye. Eger îro jin ji sedî yek beşdar dibe ev rewşeke ku îro em wekî jin qebûl nakin û napejirînin. Dibe ku jin di pêşeroja Sûriyeyê de roleke pir aktîv û bi hêz bilîzin, ev jî bi beşdarbûnê çê dibe.”

Sûriyeya adîl û demokratîk

Foza Yûsif da zanîn ku ji bo ku jin mafêb xwe biparêzin gava yekemîn ew e ku biçin gel hev û ji bo naskirina rewşa Sûriyeyê û pênasekirina wê, pêdiviya wan bi yekemîn civîneke berfireh heye û wiha dom da axaftina xwe: ” Ew weke jinên li Sûriyeyê pêwîstiya me bi stratêjiyeke hevbeş û ji bo parastina Şoreş Jin bi nexşereyekê heye, gerek jin xwedan nexşereyeke şoreşê bin. Hemû jinên li Sûriyeyê Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Turkumen..hwd li hemberî pirsgirêkekê rû bi rû ne, jin ji kîjan pêkhateyê be Ereb, Durzî û Elewî be jî ferq nake, îro li ser wan hemûyan metirsî heye, lewma hemû jinên li Sûriyeyê bê ferq û cudahî, ji bo karibin di pêşeroja Sûriyeyê de maf û destkeftiyên xwe biparêzin pêwîste xwedan nerîneke, stratêjiyek û nexşerêyeke hevbeş a têkoşîn bin. Şoreşa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir çawa bikin nirxê hemû jinan, berpirsyariyek pir mezin dikeve ser milê wan jinên ku di nava Rêveberiya Xweser de, da ku hişmendî, destkeftî û nirxê ku li herêmê hatine avakirin derbasî tevahî bajarên Sûriyeyê bikin. ”

Foza Yûsif der barê girîngiya avakirina yekitiya jinan de jî ev bangewazî kir: “Divê jin li ber xwe bidin, çalak bin û mafên xwe biparêzin. Divê şiyar bin û yekitiya xwe çêkin. Mafê wan hemûyan di bin metirsiyeke gelekî mezin de ye, êrişên li ser jinan û tevahî civakê hene. Heke jin di vê civakê de neyên parastin ew nikarin behsa Sûriyeyeke demokratîk bikin. Azadiya jinan misogeriya Sûriyeyeke demokratîk e. Bêyî azadiya jinan em nikarin behsa pêşeroja Sûriyeyê ya adil û demokratîk bikin. Divê em li maf, azadî û şoreşa xwe xwedî derkevin, divê em li meydanan bin. Îro li Sûriyeyê pêvajoyeke nû ya şoreşa jinan dest pê dike.”

Etîket: 2024dewleta TirkFoza YûsifHevpeymana CivakîJinPYD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

HDKê konsera ‘Gel bi hev re ne’ li dar xist

HDKê konsera ‘Gel bi hev re ne’ li dar xist

11 GULAN 2026
Jin bi boneya Cejna Zimanê Kurdî hatin ba hev

Jin bi boneya Cejna Zimanê Kurdî hatin ba hev

10 GULAN 2026
Li Stenbolê çalakiya jinan: Em ê dengê hev bilind bikin

Li Stenbolê çalakiya jinan: Em ê dengê hev bilind bikin

2 GULAN 2026
Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

26 NÎSAN 2026
Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

23 NÎSAN 2026
Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

21 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (381)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne