Di roja 4emîn ya Mîhrîcana Muzîkê ya Wanê de komên rock û metala Kurdî Ferec û Lez û Bez eywan coşandin û demên xweş bi guhdaran dane derbaskirin.
Li Wanê bi pêşengiya Platfomra Muzîkê ya Bajêr bi dirûşmeya “muzîk azad dike, aştî mezin dibe” Mîhrîcana Muzîkê tê lidarxistin. Mîhrîcana ku yekem car e li Wanê tê lidarxistin, di roja 4emîn de ye. Wanî eleqeyeke mezin nîşanî mîhrîcana ku li Navenda Çanda Berîvanê ya li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê tê lidarxistin, dide. Gelek welatî ji bo guhdarkirina muzîka Kurdî tê navenda çandê û demên xweş derbas dikin.
Di roja 4emîn de du komên rock û metala Kurdî derketin ser dikê. Ewilî Ferec stranên xwe gotin û eywan coşand. Welatiyan bi çepikên xwe tev li Ferec bûn û bi heyranî gundarî kirin. Piştî konserê endamê Plartforma Muzîkê ya Bajêr Siyabend Bayat plaket da Ferec.
Piştre Koma Lez û Bez derket ser dikê û bi enerjiya xwe atmosfereke cûda da eywanê. Guhdaran ku hevşaredarên navend û navçeyên Wanê jî di nav de bûn, govend gerandin û konsera Lez û Bez bi coşeke mezin qediya. Piştî konserê endama Plartforma Muzîkê ya Bajêr Gulîstan Kilinç plaket da endamên komê û roja 4emîn ya mîhrîcanê bi dawî bû.















