• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Agiriyê jinek hat kuştin

    Li Agiriyê jinek hat kuştin

    Li Wanê Radyoya Êrîvanê û Rêya Taze hatin gotûbêjkirin

    Li Wanê Radyoya Êrîvanê û Rêya Taze hatin gotûbêjkirin

    Li Îzmîrê şahiya Cejna Zimanê Kurdî

    Li Îzmîrê şahiya Cejna Zimanê Kurdî

    Çalakiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di hefteya 130emîn de berdewam kir

    Çalakiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di hefteya 130emîn de berdewam kir

    ARSÎSAyê ji bo Kurdî dest bi çalakiya 5 rojan kir

    ARSÎSAyê ji bo Kurdî dest bi çalakiya 5 rojan kir

    Li Bismilê cangoriyên meha Gulanê hatin bibîranîn

    Li Bismilê cangoriyên meha Gulanê hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Agiriyê jinek hat kuştin

    Li Agiriyê jinek hat kuştin

    Li Wanê Radyoya Êrîvanê û Rêya Taze hatin gotûbêjkirin

    Li Wanê Radyoya Êrîvanê û Rêya Taze hatin gotûbêjkirin

    Li Îzmîrê şahiya Cejna Zimanê Kurdî

    Li Îzmîrê şahiya Cejna Zimanê Kurdî

    Çalakiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di hefteya 130emîn de berdewam kir

    Çalakiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di hefteya 130emîn de berdewam kir

    ARSÎSAyê ji bo Kurdî dest bi çalakiya 5 rojan kir

    ARSÎSAyê ji bo Kurdî dest bi çalakiya 5 rojan kir

    Li Bismilê cangoriyên meha Gulanê hatin bibîranîn

    Li Bismilê cangoriyên meha Gulanê hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

Amed / AW

19 KANÛN 2025 - 20:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
MKGê û DFGê ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bernameya bîranînê li dar xist. Hevalên Cîhan û Nazim diyar kirin ku her du jî weke pêşengan çûn cihê ku neheqiyek lê heye û gotin: “Ji roja ew şehîd bûn heta îro bi sedan şagirt, peyrew li ser şopa wan in.”

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku di 19ê Kanûna 2024an de li ser rêya Sirrinê ji hela SÎHAya dewleta Tirk hatibûn bombebarankirin û jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Bernameya bîranînê li ÇandAmedê navçeya Yênîşehîrê ya Amedê hat lidarxistin. Malbata Cîhan Bîlgîn, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî, hevşarêdar, hevalên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên rojnameger û gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn.

Li pêşiya salona bîranînê wêneyên ku ji aliyê Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ve hatine kişandin hatin pêşkeşkirin. Li salonê wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan danîn ser maseyê û li dora wêneyan find hatin pêxistin.

Di bernameyê de ewilî di kesayeta Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de ji bo hemû cangoriyên çapemeniya azad deqîqeyekê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku qala xebatên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dike hate pêşandan.

Ewilî bavê Cîhanê Nesîm Bîlgîn destnîşan kir ku Cîhanê di rêya şerefê de jiyana xwe ji dest da û diyar kir ku wê rêya heqîqetê dişopand. Nesîm Bîlgîn ji ber hestiyar bû nekarî biaxive.

‘Nazim û Cîhan bûn pêşengê vê têkoşînê’

Dûre Dîcle Muftuoglû axivî û anî ziman ku di rojeke wiha de bibîranîna hevalên me hem cihê rûmetê ye hem cihê xemgîniyê ye û wiha got: “Nazim û Cîhan bûn pêşengê vê têkoşînê. Têkoşîna wan çiqas hêz dabe me qetilkirina wan a bi vî awayî jî em ew qas kêm kirin. Armanca me ew e ku em ji cîhanê re ragihînin ku têkoşîneke çawa meşandine. Berê xwe dan Rojava ku niha bûye hêvî. Wan jî dikarî bere xwe bidin Ewropayê lê bi kelecaneke mezin çûn Rojava. Hem ji bo heqîqeta li wir bidin nîşandan di dîmenên wan de jî me dît ku bi dîmen û wêneyên xwe çawa heqîqet ji cîhanê re ragihandin. Her du jî weke pêşengan çûn cihê ku neheqiyek lê heyî. Me nekarî bi hev re nûçeyan binivîsin lê em jî bûn perçeyekî wê berxwedanê. Em ji aliyekî ve xemgînin ji aliyekî ve jî serbilind in ku em hevrêyên van hevalên xwe ne. Ez careke din wan bi rêzdarî bi bîr tînim.”

‘Nazim ji Dîlokê dest vê rêyê kir’

Piştre rêveberê DFGê Bîlal Guldem axivî. Bîlal Guldem ku demekê bi her du cangoriyan re xebitî bû jî wiha got: “Her duyan jî li Amedê dest bi rojnamegeriyê kirin. Ez jî hinekê bi wan re xebitîm. Me weke şopdarên heqîqetê xwest bi hev re bimeşin. Tiştên ku kirin û rastiya nîşanî me dan wê qet ji bîra me neçe. Nazim çi digot ‘Ev ne şerê Heydaran e ne şerê Cibran e, şerê 12 eşîran e’. Can û bedana xwe di oxira azadiyê de dan. Ji dîlokê dest pê kir, ket nava xebatên çapemeniyê li cihên ku hovîtî lê qewimî ji bakûr heta başûr heta Rojava xebitî. Hovîtiya çeteyên DAIŞê û paramîlîter vegot û nivîsandin.” Bîlal Guldem qala xebatên Nazim Daştan kir û wiha domand: “Te çi bigota bi Nazim re hebû. Li ser dîrokê, li ser wêjeya Kurdî ya devkî diaxivî. Pir ji çanda xwe ya kevnar hez dikir. Dema ku Nisêbîn, Cizîr û Silopiya hatin serûbinkirin Nazim demekê li Silopiyayê xebitî û piştre derbasî rojavayê Kurdistanê bû. Ji bo hevalên me yên nû dest bi rojnamegeriyê kir bû mînak.”

‘Cihan jî li Amedê dest bi kar kir’

Bîlal Guldem qala Cîhan Bîlgîn jî kir û wiha got: “Piştî zextên li ser wê hatin kirin derbasî ajansê bû. Piştî DÎHA hate girtin me Dîhaber vekir. Cîhan li Amedê dest pê kir, em çend mehan bi hev re xebitîn. Dikarî nûnertiya çanda Çapemaniya Azad bike hem jî dikarî nûnertiya jineke Kurd bike. Bû şahidê gelek rastiyan. Her tim digot ‘Ez ê bibim rojnameger an nebim’. Piştre derbasî Rojava bû. Her du hevalên me di dema keyfa gelê Kurd dihat de nîvê şevê xebera nexweş ji me re hat û tev li karwanê şehîdan bûn. Me û malbatan dixwest cenazeyên wan bînin bajarên wan, hewldanên me jî çêbûn. Lê mixabin çar rojan em li Deriyê sînor ê Xabûrê sekinandin û destûr nedan ku biçin cenazeyan bigirin. Me fêm kir ku desthilata ku nehişt ku em cenazeyê hevalên xwe bînin ku sûcê şer were aşkerekirin. Ev her du rojnameger ji neteweyeke din buna dê ji bona wan dinya hatibûya xerakirin lê mixabin ew rojnamegerên Kurd bûn. Di sûcê şer de her kes bêdeng ma. Sazî û dezgehên hiqûqê, mafên mirovan û rojnamegeran ên navdewletî bêdeng man. Em ê weke şagirtên wan ji roja ew şehîd ketine heta îro bi sedan şagirt li ser şopa wan in. Heta ku hubra pênûsa me hebe em ê bixebitin. Xwezî Nazim, Cîhan, Egîd û Ezîz ev roj dîtibûna. Ji Nazim û Cîhanan heta Ezîzan ji Apê Mûsayan heta Egîdan em ê her tim şehîdên xwe bi bîr tînin.”

Piştî axaftinan bername bi dawî bû.

 

Etîket: AmedBîranîncîhanNazim
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

18 GULAN 2026
Kargeha Hunerê ya Yektayê hat vekirin

Kargeha Hunerê ya Yektayê hat vekirin

18 GULAN 2026
Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn

Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn

18 GULAN 2026
Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

17 GULAN 2026
Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

17 GULAN 2026
Li Amedê şahiya zarok û ciwanan hat lidarxistin

Li Amedê şahiya zarok û ciwanan hat lidarxistin

17 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em dixwazin di qada zarokan de rêxistina xwe ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erdogan: Saziyên me ji bo tasfiyeya ‘rêxistinê’ dixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Qonaxa Cemîl Paşa dengê helbestan bilind bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceylan Akça ji bo windayan 100 peşniyarname da Wezareta Dadê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meletiyê bi pileya 5.6 erd hejiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Statuya Rêberê Gelê Kurd statuya Kurdan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (532)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne