• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

    ‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

    Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

    Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 20ê KANÛNA 2025an

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

    ‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

    Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

    Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 20ê KANÛNA 2025an

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ebrû Gunay: Ji aliyekî ve aştî ji aliyê din ve gefxwarin nabe

Mahmût Altintaş / AW

20 KANÛN 2025 - 08:36
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevberdevka Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebrû Gunay têkildarî gefxwarinên rayedarên Tirkiyeyê yên li dijî rêveberiya Rojava anî ziman ku ji aliyekî ve aştî û ji aliyê din ve jî gefxwarin nabe û got: “Heke hûn bêjin em ê bi Kurdan re aştiyê bikin wê demê divê li çar aliyan hûn maf û hebûna Kurdan nas bikin.”

Rêyedarên Tirkiyeyê tevî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiyê destpêkirin jî gefxwarinên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Tevî ku Hikûmeta Demkî ya Şamê li gorî Peymana 10ê Adarê tevnagere û hevdîtinên wan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber helwesta hikumeta Şamê rawestiyaye jî Tirkiye Rêveberiya Xweser li ser tevnegerîna Peymana 10ê Adarê tewanbar dike û gefan dixwe. Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê gefa êrişan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar û got;’divê HSD li gor Peymana 10ê Adarê tevbigere’. Rayedarên Rêveberiya Xweser jî gelek caran destnîşan kirin ku hikûmeta Şamê li gorî Peymana 10ê Adarê tevnagere. Tevî vê yekê jî Tirkiye di gefxwarinan de israr dike.

Desthilata AKPê ku rapora ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd radestî Komîsyona Meclîsê kir, di raporê de çekdanîna endamên Tevgera Azadiyê û tevlibûna HSDê ya Peymana 10ê Adarê ji bo derxistina qanûnan weke şertekî destnîşan kir. Rapora AKPê û helwesta wê ya li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dike. Her berpirsiyariyek ango rayedarek desthilatê dema diaxive rasterast gefan li HSD û Rojavayê Kurdistanê dixwe.

Hevberdevka Têkiliyên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ebrû Gunay têkildarî gefên Tirkiyeyê yên li dijî Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji aliyekî pêvajoya aştiyê û ji aliyê din ve jî gefxwarin nabe.

‘Polîtikayên Tirkiyeyê li dijî destkêftiyên Kurdan in’

Ebrû Gunay anî ziman ku polîkayên Tirkiyeyê li Sûriyeyê li dijî destkêftiyên Kurdan in û wiha got: “Heta niha Tirkiye di vê politikaya xwe de bi israr e. Hêza ku li Sûriyeyê mafê gelan diparêze û ji bo aştî û civakeke demokratik dixebite Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Rêveberiya Xweser bi hikumeta demkî ya Şamê re tekiliyeke dîplomatîk dimeşîne. Herî dawî jî Rêveberiya Xweser helwesta xwe ya mutabakata 10ê Adarê jî diyar kiribû. Lê Tirkiyeyê politikaya xwe ya li dijî Rêveberiya Xweser neguherandiye. Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê pêvajoyek tê meşandin û qala aştiyê tê kirin lê li Sûriyeyê li dijî destkftiyên Kurdan polîtikayên xwe dimeşîne. Li Sûriyeyê ji bo Kurd û hemû netewan, ji bo jinan û ciwanan jiyaneke demokratik û çareserî ne derdê wan e, derdê wan tenê ew e ku destkêftiyên Kurdan sînor bikin.”

‘Divê li çar aliyan maf û hebûna Kurdan nas bikin’

Ebrû Gunay destnîşan kir ku gefxwarinên Tirkiyeyê bi awayekî êrenî bandor li ser pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin nake û wiha pê de çû: “Rêveberiya Xweser çend caran got em li ser Peymana 10ê Adarê ne. Lê Şam li gor xalên Peymana 10ê Adarê tevnagere. Rêveberiya Xweser ji Peymana 10ê Adarê çi fehm dike, hikumeta Şamê çi fehm dike û Tirkiye ji peymanê çi fehm dike, divê em li wê jî binêrin. Rêveberiya Xweser dixwaze bi entegrasyona demokratik yanî bi parastina destkêftiyên xwe tevli hikumeta Şamê bibe. Lê Tirkiyeyê polîtîkayên xwe yên şer li Rojhilata Navîn neguherandiye. Ew jî ne li gor rihê vê pêvajoyê ye. Yanî ji aliyekî ve li Bakur bêje ez bi Kurdan re aştiyê bikim û li Rojava jî dijberiya Kurdan bike, Kurd vê qebûl nakin. Tekiliyeke neteweyî di nav gelê Kurd de ava bûyê, ji ber wê jî heke hûn bêjin em ê bi Kurdan re aştiyê bikin wê demê divê li çar aliyan hûn maf û hebûna Kurdan nasbikin. Heke wisa nekin Kurd gotinên we bawer nakin.”

‘Divê hişmendiya rêyedarên Tirkiyeyê biguhere’

Ebrû Gunay bi lêv kir ku ji bo pêvajo pêşve biçe divê Tirkiye hişmendiya xwe biguherîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke DEM Partî em dibêjin ev pêvajo Aştî û Civaka Demokratîk e. Divê bi her alî ve hişmendî biguhere. Desthilata AKPê heta niha hişmendiya xwe neguherandiye. Nêzikatiya Tirkiyeyê her tim li ser şer û pêvçûnan e. Nêzikatiyeke aştîxwaz û demokratîk nîn e. Ji bo aştiyeke mayînde divê Tirkiye ji her alî ve nêzikatiyeke aştiyane û demokratîk esas bigire. Yanî hişmendya xwe biguhere. Çawa bi hikumeta Şamê re tekiliya wan heye divê bi Rêveberiya Xweser re jî têkilî dayne. Ji bo pirsgirêk bi awayekî demokratik bê çareserkirin dikarin bi Rêveberiya Xweser re jî têkilî daynin. Ji xwe Rêveberiya Xweser gelek caran daxwaz kiribû ku bi Tirkiyeyê re tekiliyê dayne, lê Tirkiyeyê ji ber nêzikatiya xwe têkilî daneynî.”

‘Divê Tirkiye bi Rêveberiya Xweser re têkilî deyne’

Ebrû Gunay diyar kir ku heke Tirkiye bi Rêveberiya Xweser re têkilî dayne ew ê bandoreke erênî li ser tevahî herême bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha li Rojhilata Navîn hêza herî bi rêxistin û ji bo mafê civakê xebatan dimeşîne Rêveberiya Xweser e. Heke Tirkiye bixwaze li Rojhilata Navîn polîtikayeke aştiyê bimeşîne wê demê divê bi Rêveberiya Xweser re têkiliyê dayne. Heke bixwaze Sûriyeke demokratîk ava bike divê hemû netewên Sûriyeyê xwe di wir de bibînin. Heke tenê ji aliyekî ve têkilî daynin û aliyê din re têkilî daneynin û di ser de jî bixwazin destkêftiyên wan ji holê rakin ew nayê qebûlkirin. Dema Tirkiye bi Rêveberiya Xweser re eşkere têkiliyê deyne ev yek dê bandoreke erênî li ser pirsgirêkên herêmê jî bike.”

Etîket: Ebru GunayHevberdevka Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebrû GunayHSDRojava
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tirkiye ji bo bişaftinê vê carê berê xwe da Rojava û Sûriyeyê

Tirkiye ji bo bişaftinê vê carê berê xwe da Rojava û Sûriyeyê

18 KANÛN 2025
Medyaya Tirk asta şerê psîkolojîk bilind kir

Medyaya Tirk asta şerê psîkolojîk bilind kir

17 KANÛN 2025
Nûnerê MSDê: Em li ser xweseriyê pêk hatin, dora bicihanîna wê ye

Nûnerê MSDê: Em li ser xweseriyê pêk hatin, dora bicihanîna wê ye

17 KANÛN 2025
Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

17 KANÛN 2025
Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

16 KANÛN 2025
The Wall Street Journal: DYA ji bo lihevkirina HSD û Şamê dixebite

The Wall Street Journal: DYA ji bo lihevkirina HSD û Şamê dixebite

15 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (376)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne