Êlih – Xelîl Yildizê ku piştî 30 salan beriya salekî ji girtîgehê hate berdan diyar kir Rojava ji bo Kurdan xeta sor e û got ku Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê rêveberiyek li gorî xwe çêbike. Yildiz got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî alternatîfa her tiştî daniye holê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî banga Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) xwe fesix kir. Tevî gavavêtinên Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê hê jî desthilata Tirkiyeyê tu gavên şênbar neavêtiye. Nîqaş û geşedanên li ser pêvajoyê di asta Komîsyonê de berdewam dikin.
Xelîl Yildiz ê ku piştî 30 salan par ji zindanê tehliye bû têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ji Ajansa Welat re axivî.
Xelîl Yildiz anî ziman ku êdî rewşa dunyayê û ya Rojhilata Navîn a jeopolîtîk tê guhertin û diyar kir ku yê temsîliyeta aqilê dewletê dike Devlet Bahçelî ye û Bahçelî xetereya dawî ji nêz ve dîtiye û wiha got: “Van gavên ku dawî hatin avêtin jî ji neçarî bûn. Xwendina bûyerên di nava demê de û tiştên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, her tiştî bi eşkereyî radixe ber çavan. Di nava dewletê de jî reaksiyonên pir tund hene ku li dijî pêvajoyê ne. Dewleta norm, hem dixwaze li ser esasê sed sal berê xwe bidomîne û ji aliyê dinê ve jî neçare pêvajoyê bi rê ve bibe. Hin ji wan jî xetereyek mezin li pêşiya xwe dibînin, dixwazin pirsgirêk çareser bibe. Êdî mecbûr man hin şandeyan şandin ba Rêber Apo.”
‘Armanc ew e ku li axa Suriyeyê tişteke bi dilê xwe bidin avakirin’
Xelîl Yildiz bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got: “Çûyîna cem Rêber Apo têr nake. Tişta hewceye divê di meriyetê de bê xuyakirin, lê mixabin xuya nake. Tişta ku ji destê wan tê dirêj dikin, ka wê li Rojhilata Navîn hevsengî biguhere yan jî neguhere? Bi vî awayî dixwazin pêvajoyê dirêj bikin. Li Rojavayê Kurdistanê jî bi destê çeteyan êrişan dikin. Statuya ku çêbibe wê rola wan qels neke. Ji ber vê yekê ew her tim di nava guman û tirsê de ne. Welatekî ku sed sal in di vê rewşê de hatibe avakirin, bi hêsanî nikare xwe ji vê rewşê rizgar bike. Di aliyê siyasî, dîplomasî, aborî û pakanînên ku li ser gelê Kurd hatine meşandin polîtîkayeke tundiyê ye. Têkiliyên wan û DAIŞê nayên înkarkirin. Armanc ew e ku li axa Suriyeyê tişteke bi dilê xwe bidin avakirin. Di cihekî weke Rojhilata Navîn de dogmatîzma olê, bi dîrokê re gelek e. Hêza nûjen a ku derketiye holê wan dixe nava gumanan.”

‘Divê dewlet bi Kurdan re bide û bistîne’
Xelîl Yildiz bi bîr xist ku hê jî hişmendiya dewletê ya bi salan e ku dibêje, ‘Bila Kurd dayîka xwe nebîne’ berdewam dike. Xelîl Yildiz da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze di nava axa Suriyeyê rêveberiyeke li gorî xwe çêbike û wiha pê de çû: “Yên ku dixwazin Rojhilata Navîn dîzayn bikin hêzên mêtinger in, projeyên wan hene. Dixwazin van projeyan xera bikin û li gora xwe teşe bidinê. Êrişên ku li ser vê axê hatine kirin dê bê encam bimînin. Armanca wan bi tenê qetilkirina mirovan e. Ev handîkapeke li pêşiya dewletê ye. Yan wê bi hemû Kurdan re çareseriyekê deynin pêşiya xwe, yan jî wê krîza heyî berdewam bike. Lê mixabin vê carê ku şer dest pê bike, ne bawerim weke şerên berê be. Lewre di nava vê yekê de hêzên mêtinger jî hene. Rewşa Rojhilata Navîn û ya Kurdan ne ya berê ye, her tişt hatiye guhertin. Dixwazin weke polîtîkayên xwe yên berê xapandina xwe bidomînin. Rojava ji bo Kurdan xeta sor e. Divê dewlet bi Kurdan re bide û bistîne.”
‘Divê ku dewlet ji aliyê entegrasyonan ve xwe rast bike’
Xelîl Yildiz destnîşan kir ku dewlet bi siyaseta xwe dixwaze hemû gelan bike binê sîwana xwe ya yekperestiyê û wiha got: “Ev tişt ne li gorî xwezaya mirov û civakan e. Serokatî alternatîfa vê daniye holê, ew jî civakek demokratîk û entegrasyon e. Serokatî berê jî dabû xuyakirin, asîmîlasyoneke xwezayî di nava her hêzan de weke têkiliyeke sîmbyotîk jê re dibêje. Ger ku dewlet di xala demokrasiyê de bê cem hêzên aştîxwaz dikarin hêza xwe bikin yek. Jiyana li gorî mirovatiyê jî ev e. Ji ber vê yekê jî entengrekirina dewletê pir girîng e. Ne bi vê dewletê, encex dewleteke ku xwe ji aliyê mirovatiyê ve li pêş xistibe. Encex di wê de civaka entegrasyona demokratîk dikare pêk bê. Serokatî dibêje, em dixwazin civakeke demokratîk bidin avakirin. Ji bo vê yekê jî divê teqez mafê mirovan hebe. Ji aliyê çand, huner, dîrok û xweîfadekirinê de hewceye em dikaribin kirîterên demokrasiyê bidin rûniştandin. Di cewherê demokrasiyê de tune hesibandin û ji holê rakirin tuneye. Lewre ev berevajiyê xwezayê ye. Divê ku civaka Kurd di nava entengrasyona demokratîk de bijî.”













