Yek ji platforma dîjîtal medyayê Youtubeyê bi hinceta rê û rêbazên wan binpê dikin 2 stranên Kurdî ji weşanê rakir.
Yek ji platforma dîjîtal medyayê Youtubeyê bi hinceta rê û rêbazên wan binpê dikin strana Bengî Agirî ya bi navê “Asya û Rojger” û strana Sîdar Amed “Awirên Bazan” ji weşanê rakir. Youtubeyê weke hinceta rakirina her du stranên ku di qenala Youtubeyê ya bi navê “Med Hunerê (Med Muzîk Tv)” de hatibûn weşandin wiha got: “Rê û rêbazên me yên civakî binpê dike. Ji bo ku em civaka xwe biparêzin me naverok rakirin. Rêziknameya ku têkildarî rêxistinên sûc ên tundiyê di nava xwe de dihebînin.”
Strana “Asya û Rojger” ku Viyan Helebce nivîsandiye, Bengî Agirî muzîka wê çêkiriye, Çekdar Kurkan dîmenê klîbê çêkiriye û montaja wê Serhat Hulaku kiriye bi hişê çêkirî hatiye çêkirin û ne di gotinan de ne jî di klîbê de tundî nîne.
Di strana “Awirên Bazan” ku gotin û muzîka wê aydê Sîdar Amed e jî tene wêneyê Asya Elî (Mîne Sevjîn Alçîçek) û Rojger Hêlîn (Alî Orek) hatine bikaranîn. Tevî ku di her du stranan de tundiyek nîne jî ji aliyê Youtubeyê ve hatin rakirin. Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Youtubeyê beriya niha jî gelek stranên Kurdî rakirin û çend qenalên medyaya mûxalîf girtin.













