• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serê Solan bûye rêya mirinê: Sude Ezgî Degîrmencî jiyana xwe ji dest da

    Serê Solan bûye rêya mirinê: Sude Ezgî Degîrmencî jiyana xwe ji dest da

    Li Bîra Zeynê ji bo cangoriyan bîranîn hate lidarxistin

    Li Bîra Zeynê ji bo cangoriyan bîranîn hate lidarxistin

    Keskîn Bayindir: Azadiya Ocalan azadiya ziman û axa me ye

    Keskîn Bayindir: Azadiya Ocalan azadiya ziman û axa me ye

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

    OHD: Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan em tev li mitîngê bibin

    OHD: Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan em tev li mitîngê bibin

    ‘Bila 2026 bibe sala azadiya girtiyan’

    ‘Bila 2026 bibe sala azadiya girtiyan’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Serê Solan bûye rêya mirinê: Sude Ezgî Degîrmencî jiyana xwe ji dest da

    Serê Solan bûye rêya mirinê: Sude Ezgî Degîrmencî jiyana xwe ji dest da

    Li Bîra Zeynê ji bo cangoriyan bîranîn hate lidarxistin

    Li Bîra Zeynê ji bo cangoriyan bîranîn hate lidarxistin

    Keskîn Bayindir: Azadiya Ocalan azadiya ziman û axa me ye

    Keskîn Bayindir: Azadiya Ocalan azadiya ziman û axa me ye

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

    OHD: Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan em tev li mitîngê bibin

    OHD: Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan em tev li mitîngê bibin

    ‘Bila 2026 bibe sala azadiya girtiyan’

    ‘Bila 2026 bibe sala azadiya girtiyan’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

OHD: Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan em tev li mitîngê bibin

Navenda Nûçeyan / AW

26 KANÛN 2025 - 13:55
Kategorî: ROJANE
A A
Şaxên OHDê têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” li gelek bajaran daxuyanî da û gotin: “Bicihanîna mafê hêviyê; dabînkirina azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan; bidawîanîna hiştina derveyî hiqûqê ya Kurdan û hemû beşên civakê û avakirina hiqûqa entegrasyona demokratîk, şertê bingehîn ê aşitiyeke rastîn û mayinde ye.”

Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li gelek bajaran têkildarî girîngî û beşdariya mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê di 4ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê were lidarxistin, daxuyanî da.

Şaxên OHDê yên Amed, Wan, Dîlok, Riha, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Colemêrg û Stenbol, Enqere, Bûrsa, Îzmîr, Mêrsînê û her wiha nûnertiyên bajarên; Semsûr, Mûş, Edene, Antalya bi awayek hemwext daxuyanî dan û banga tevlibûna mitîngê li civata hiqûqzanan û gel kirin.

Amed

Şaxa OHDê ya Amedê li avahiya xwe ya li Semta Çamlica ya li Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Banga ji bo mitînga hêvî û azadiyê” hate daliqandin. Hevseroka OHDê ya Giştî Ekîn Yeter û Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di nav de gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ya bi Kurdî Hevserokê OHDê ya Amedê Mûhîttîn Mûgûç û ya bi Tirkî jî rêvebera Navenda Giştî ya OHDê Adile Salman xwend.

Wan

Şaxa OHDê ya Wanê jî li avahiya xwe ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî da û banga tevlibûna mitînga “Hêvî û Azadiyê” kir. Gelek endamên OHDê û parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Metna Kurdî ya daxuyaniyê ji hêla rêveberê Şaxa OHDê ya Wanê Diyar Ayaz ve, metna Tirkî jî ji hêla hevseroka Şaxa OHDê ya Wanê Hatîce Bagci ve hat xwendin.

Şirnex

Şaxa OHDê ya Şirnexê jî derbarê mîtînga, “Hêvî û Azadiyê” ku di 4ê Çileyê de li Amedê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endamê OHDê Rojger Nûh Ant ve li avahiya OHDê ya li navçeya Cizîra Şirnexê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Banga ji bo mîtînga hêvî û azadiyê” hat daliqandin. Gelek endamên OHDê tev li daxuyaniyê bûn.

Enqere

Şaxa OHDê ya Enqereyê jî li avahiya xwe ji bo mitîngê daxuyanî da. Gelek endamên OHDê tev li daxuyaniyê bûn. Metna Kurdî ya daxyaniyê ji aliyê endamê OHDê yê Dogan Şenses ve hate xwendin.

Daxuyaniya bi sernavê “Deklarasyona Mafê Hêviyê û Banga Azadiyê” ya hevpar a OHDê bi vî rengî ye:

“Di serdemekê de ku li Tirkiyeyê prensîba dewleta hiqûqî bi rengekî sîstematîk tê rûxandin û pêkanînên îstîsnayî û awarte bûne herdemî; avakirina aştî, civaka demokratîk û jiyana wekhev êdî veguheriye neçariyeke hiqûqî û siyasî ya ku nikare bê taloqkirin. Bêyî ku zemîna hiqûqî ya aştî, çareseriya demokratîk û dadmendiya civakî bê avakirin ne gengaz e ku Tirkiye û Rojhilata Navîn ji krîzên kûr ên siyasî, civakî û mirovî derkevin. Îro ya ku pêdivî pê heye; avakirina pergalekê ye ku tê de hiqûq ne îstîsna bibe qaîde û ne keyfiyet lê mafên mirovan bibe diyarker.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di serî de di biryara Ocalan/Tirkiye (No.2) de û di biryarên xwe yên mayinde û girêder de sepandina sizayê hetahetayê ya giran a bêyî şertê berdana bişert, di çarçoveya xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de wekî binpêkirina qedexeya îşkenceyê tespît kiriye. DMME’yê bi eşkere diyar kiriye ku ji bo rakirina vê binpêkirinê, sererastkirinên qanûnî yên ku “mafê hêviyê” misgorer dikin, mecbûrî ne.

Digel ku di ser vê biryara DMMEyê re 11 sal derbas bûne jî, Tirkiye di warê girtina heta hetayê ya girankirî de rêziknameyên qanûnî yên ku mafê hêviyê nas dikin, dernexistiye; ew binpêkirina avahî û sîstematîk a ku bandorê li bi hezaran girtiyan dike didomîne. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di civîna xwe ya 15-17ê Îlona 2025an de, tespîta xwe ya ku biryara DMMEyê hîn jî nehatiye bicîhanîn dubare kir û bang li Tirkiyeyê kir ku erkên xwe bi tevahî, bi bandor û bêyî derengmayînê bicîh bîne. Komîteyê her wiha pêşniyar kir ku pêşnûmeyên qanûnên ku ji parlamentoyê re hatine pêşkêşkirin dikarin werin pejirandin, û tekez kir ku Komîsyona Parlamentoyê ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye damezrandin jî dikare were bikar anîn.”

Nîqaşên li ser mafê hêviyê bi pêş ve neçûne

Wekî din, her çend komîsyon raporek hevbeş li ser pêvajoyê amade dike jî, ti nîşanek ji bo çareseriyek qanûnî ya mafê hêviyê, çi di çarçoveya siyasî de û çi jî di çarçoveya qanûna destûrî û navneteweyî de, tune ye.”

Divê Meclîs demildest qanûnên ku mafê hêviyê mîsoger dikin bixe meriyetê

Rejîmên înfazê yên bêdawî û pêkanînên tecrîda giran rûmeta mirovahiyê birîndar dikin azadiyê dikin îstîsna û sizadanê dikin qaîde; bi vî aliyê xwe hiqûq, aşitî û derfetên çareseriya civakî bi rengekî sîstematîk xera dikin. Bangên Konseya Ewropayê û biryarên girêder ên DMMEyê ji bo bidawîanîna vê tabloyê avakirina çarçoveyeke hiqûqî ya ku azadiyê bingeh digire ferz dike. Bicihanîna vê berpirsiyariyê zelal e: Meclis mecbûr e ku wan sererastkirinên qanûnî yên ku mafê hêviyê mîsoger dikin û azadiyê dixin navenda hiqûqê demildest bixe meriyetê.

Wekî ku Birêz Abdullah Ocalan beyan kiriye: ‘Prensîba hêviyê gaveke ku divê dewlet bavêje. Divê vê astengê rake. Ev meseleyek e ku bi hezaran mirovan eleqedar dike. Hûn ji ku ve lê binêrin, divê ev bê rakirin. Ji bo hiqûqê divê ev bê kirin. Siyaset û dadwerî jî vê dixwaze.’
Pêkanîna mafê hêviyê; dabînkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan; bidawîanîna hiştina derveyî hiqûqê ya Kurdan û hemû beşên civakê û avakirina hiqûqa entegrasyona demokratîk, şertê bingehîn ê aşitiyeke rastîn û mayinde ye.”

Mitîng ji bo demokratîkbûnê û aştiyê bangeke girîng e

Bi vê hişmendiya berpirsiyariya dîrokî, ‘Mîtînga Hêvî û Azadiyê’ ya ku dê di 4ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin ji bo pêkanîna mafê hêviyê wekî erkeke hiqûqî û civakî û ji bo xurtkirina vîna çareseriya demokratîk û aştiyê bangeke girîng a giştî ye. Mîtîng bi armanca xuyakirina daxwaza hevpar a ji bo avakirina civakeke demokratîk li ser bingehê serweriya hiqûqê, rûmeta mirovî û prensîbên azadiyê û ji bo îfadekirina wê yekê ku aşitî tenê di zemînekî hiqûqî yê ku maf û azadî lê têne parastin gengaz e, tê lidarxistin.

Em wekî Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) daxwaz dikin ku;

* Mafê hêviyê demildest bê cîbicîkirin
* Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî bêkêmasî û bêyî dereng bê xistinê bên cîbicîkirin
* Meclîs pêşniyaz-qanûnên heyî yên derbarê mafê hêviyê de bi lezgînî bixe rojeva xwe û wan bike qanûn.

Bi vê hişmendiyê ji bo jiyanîkirina mafê hêviyê, ji bo dabînkirina azadiya birêz Abdullah Ocalan û bi daxwaza avakirina aşitiyê bi mîsogeriyên hiqûqî em bang li hemû hiqûqnasan, saziyên demokratîk û gelê xwe dikin ku 4ê Çileyê roja yekşemê li Qada Îstasyonê ya Amedê bên cemhev xwedî li hiqûq û aştiyê derkevin û berpirsiyariyê bigirin ser milên xwe. Parastina mafê hêviyê, parastina aştiyê ye.”

 

Etîket: Abdullah OcalanDMMEKomeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)Mîtînga Hêvî û Azadiyê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Keskîn Bayindir: Azadiya Ocalan azadiya ziman û axa me ye

Keskîn Bayindir: Azadiya Ocalan azadiya ziman û axa me ye

26 KANÛN 2025
Ozguneş: Entegrasyon ne bişaftin e avakirina ahenga demokratîk e

Ozguneş: Entegrasyon ne bişaftin e avakirina ahenga demokratîk e

26 KANÛN 2025
Hevalê Abdullah Ocalan: Me li Enqereyê da pey vêjîna Kurd

Hevalê Abdullah Ocalan: Me li Enqereyê da pey vêjîna Kurd

26 KANÛN 2025
Mêtingehkarî û Jineolojî

Mêtingehkarî û Jineolojî

26 KANÛN 2025
Hevserokê Federasyona Îslamî: Divê em xwedî li Serok û pêvajoyê derkevin

Hevserokê Federasyona Îslamî: Divê em xwedî li Serok û pêvajoyê derkevin

26 KANÛN 2025
MED-TUHAD-FEDê ji bo aştiyeke mayinde gel vexwend mitîngê

MED-TUHAD-FEDê ji bo aştiyeke mayinde gel vexwend mitîngê

25 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (525)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne