Platforma Ked û Demokrasiyê bi boneya 14emîn salvegera Komkujiya Roboskiyê daxuyanî da û ji bo pêkanîna edaletê banga lêpîrsîn û têkoşînê kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê tevî endam, rêveber û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî bi boneya 14emîn salvegera Komkujiya Roboskiyê ku di 28ê Kanûna 2011an de 34 welatî bi balafirên şer hatî kuştin, li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê daxuyanî da û piştî daxuyanî ber bi qada Gundogduyê ve meşiya û qurnefîl avêt deryaya Egeyê. Platformê di çalakiyê de pankarta “Kesên li Roboskiyê hatî kuştin jî kujerên Roboskiyê jî em ji bîr nakin” vekirin.
Daxuyanî li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê ji aliyê berdevkê KESKê Başak Edge Gurkan ve hate xwendin.
‘Divê berpirsiyar bên darizandin’
Başak Edge Gurkan got: “Kanûna 2011an li Roboskiyê 17ê jê zarok 34 kes bi bombebaranê hatin kuştin. Wekî hemû komkujiyan ku li welatê me pêkhatî dîsa berpirsyar nehatin darizandin. Tişta ku ji Roboskiyê mayî bendemayîna edaletê û bi metreyan dîmenên cenazeyan e. Digel hemû tiştî em baş dizanin ku wekhevî, azadî, aşitî û demokrasî ancax bi bilindkirina pêla têkoşînê pêkan be. Ji bo komkujiyên wekî Roboskiyê êdî pêk neyên, divê demildest berpirsiyar bên darizandin.”














