• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

    Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

    Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

    Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

    Rejîma Îranê li hemberî çalakiyan bajar dorpêç kir

    Rejîma Îranê li hemberî çalakiyan bajar dorpêç kir

    Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

    Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

    Mamoste û nivîskar: Em ji bo azadiyê tev li mitîngê bibin

    Mamoste û nivîskar: Em ji bo azadiyê tev li mitîngê bibin

    Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

    Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

    Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

    Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

    Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

    Rejîma Îranê li hemberî çalakiyan bajar dorpêç kir

    Rejîma Îranê li hemberî çalakiyan bajar dorpêç kir

    Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

    Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

    Mamoste û nivîskar: Em ji bo azadiyê tev li mitîngê bibin

    Mamoste û nivîskar: Em ji bo azadiyê tev li mitîngê bibin

    Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

    Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

Mahmût Altintaş / AW

31 KANÛN 2025 - 08:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an de derbasî merhaleyeke nû bû di sala 2026an de jî dê rojeva sereke be. Komîsyona li Meclîsê ava bûye dê metneke hevpar ji bo amadekirina qanûnan bişîne Desteya Giştî ya Meclîsê. Bi vê yekê re tê payîn ku pêvajo bi çêkirina qanûnan re derbasî merhaleyeke nû bibe.

Sala 2025an hem ji bo Kurdistanê û Tirkiyeyê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn bû saleke têr û tije. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Bi vê banga pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê kir, derbasî merhaleyeke nû bû. Piştî banga Abdullah Ocalan ji aliyê Tevgera Azadiyê ve jî gavên dîrokî hatin avêtin. Li Meclîsa Tirkiyeyê jî Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ava bû û xebatên komîsyonê dê di sala 2026an de jî bi amadekirina metneke hevpar a raporên partiyên siyasî re bidome. Di sala 2025an de li herême geşedanên girîng rû dan û bi van geşedanan re sala 2026an dest pê dike.

Banga dîrokî û kongreya PKKê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Banga Abdullah Ocalan li bajarên Kurdistanê ji aliyê gel vê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoya çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin jî derbasî merhaleyeke nû bû. Piştî bangê li ser daxwaza Abdullah Ocalan, PKKê di 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastina Medyayê ya Başurê Kurdistanê kongreya xwe li dar xist û di 12ê Gulanê de jî ragihand ku xwe fesix kiriye. Bi vê gava dîrokî ya PKKê re êdî ji bo pêşveçûna pêvajoyê dora gav avêtinê hat dewletê.

Piştî 26 salan dimenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ragirtiyê piştî 26 salan gel deng û dimenê wî dît. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bi dîmen bangek dîrokî kir. Dîmenê Abdullah Ocalan di 9ê Tîrmehê de bi raya giştî re hat parvekirin. Di dîmen de girtiyên siyasî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Ergîn Atabey, Zekî Bayhan û Mahmût Yamalak jî amade bûn. Abdullah Ocalan di banga xwe de anî ziman ku PKKê dawî li têkoşîna çekdarî aniye û banga ‘Derbasbûna li nava demokrasiyê’ li Tirkiyeyê kir. Abdullah Ocalan bal kişand ser komîsyona ku li Meclîsê bê avakirin kir û xwest her kes bi pêşniyar û rexneyên xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin. Piştî vê bangê gelek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegeran piştgiriya xwe anîn ziman. Dîmenê Abdullah Ocalan ê piştî 26 salan hat weşandin di serî de li Kurdistan û li cîhanê deng veda. Bi milyonan Kurdan piştî 26 salan deng û dîmenê Ocalan dîtin û bi kêfxweşî û kelogirî ew dîmen pêşwazî kirin.

Koma Aştî û Civaka Demokratîk

Piştî banga Abdullah Ocalan komeke gerîlayan ku navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk li xwe kirin li Şikeftên Casenê ya li bajarê Silemaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi merasîmeke dîrokî çekên xwe şewitandin. Koma Aştî û Civaka Demokratîk ji 30 gerîlayan pêk dihat 15 jê jin û 15 jê jî zilam bûn. Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat jî di merasîmê de cih girt. Ji Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê rojnameger, nivîskar, siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr û nûner û rêveberên saziyn beşdarî merasîmê bûn. Metna daxuyanî ya Tirkî ji aliyê Bese Hozat ve hat xwendin û metna Kurdî jî ji aliyê Behzat Çarçel ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêwîstî bi guhertina qanûnî heye. Li çar aliyên Kurdistan û cîhanê merasîm bi kelecan hate temaşekirin.

Li Meclîsê Komîsyon ava bû

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim xwest pêvajo di bin banê Meclîsê de bê nîqaşkirin. Her çiqas gelek caran pêvajoyên çareseriyê dest pê kirin jî tu carî di bin banê Meclîsê de nehat nîqaşkirin. Cara yekem li Meclîsê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di 5ê Tebaxê de bi navê “Komîsyona Demokrasî Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîlî” ava bû. Komîsyona Meclîsê ji Dayikên Aştiyê heta saziyên hiqûq û baroyan, saziyên karmendan û lêkolînan, jin û ciwanan, akademîsyenan û gelek derdorên cuda hate gûhdarîkiri. Lê ji destpêk avabûna Komîsyonê ve xwesteka saziyên demokratîk, raya giştî ya Kurdistanê û partiyên demokratîk ew bû ku komîsyon biçe Girava Îmraliyê û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike. Komîsyon piştî ku pêvajoya guhdarîkirinê bi dawî kir di 21ê Mijdarê de di civîna 18emîn de biryara çûyîna Girava Îmraliyê girt. CHPê û Koma Yenîyolê li dijî çûyîna Girava Îmraliyê derketin û endamên xwe neşandin Girava Îmraliyê.

Komîsyon çû Girava Îmraliyê

Endamên komîsyonê ku Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Yayman pêk dihat di 24ê Mijdarê de çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Ev hevdîtin jî di dîroka Kurdistan û Tirkiyeyê de cihê xwe girt. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê cara yekem ji bilî malbat, parêzer û endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi awayekî fermî bi endamên partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser têkiliya gelê Kurd û Tirk a dîrokî rawestiya û xwest ji aliyê çar dewletên li ser axa Kurdistanê desthilatin hiqûq û mafê Kurdan bê naskirin. Lê Komîsyona Meclîsê ku di 4ê Kanûnê de civîna xwe ya 19emîn li dar xist, girtekên hevdîtina Îmraliyê hemû bi raya giştî re parvenekir û hîn cih qutkirin û bi vî wî awayî parvekirin. Ev yek di komîsyonê de bû sedema krîzeke û DEM Partî bertek nîşanî vê yekê da.

Endamên Tevgera Azadiyê ji Bakur vekişiyan

Her wiha yek ji gava dîrokî jî ya pêvajoyê vêkişîna endamên Tevgera Azadiyê bû. Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di 26ê Cotmehê de bi daxuyaniyeke dîrokî li Qandîlê ragihand ku ji bo pêşî li pêvajoyê vekin hemû hezên xwe ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedikişînin. Piştî vê gava dîrokî hat gotin ku di pêvajoyê de xitimîn çêbûyê û ji bo ev xitimîn bê derbaskirin li ser înîsiyatîfa Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê hezên xwe vekişandin derveyî sînorên Bakurê Kurdistanê. Daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadiyê li hemû cîhanê deng veda û weke gaveke pêşvêçûna pêvajoyê hat şîrovekirin.

Abdullah Ocalan: Divê qanûnên azadiyê werin çêkirin

Komîsyona Meclîsê piştî ku pêvajoya guhdarîkirinê bi dawî kir, derbasî merhaleya duyemîn bû. Merhaleya duyemîn a xebatên Komîsyonê jî amadekirina metneke pêşnûmeya qanûnî ye. Li ser vê esasê komîsyonê xwest hemû partiyên siyasî raporên xwe amade bikin û pêşkeşî komîsyonê bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di 6ê Kanûnê de ji Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ya DEM Partiyê re peyam şand û xwest pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li ser prensîbên, “Qanûna hemwelatîbûna azad, Qanûna aştî û civaka demokratîk û Qanûnên Azadiyê” bê li pêş xistin. DEM Partî jî li ser esasê pêkhatina Aştî û Civaka Demokratîk, wekheviya gelan, nasîna mafê perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê û pêkhatina mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ne raporek amade kir û pêşkeşî Komîsyonê kir. AKP, MHP û CHP jî di raporên xwe de cih nedan mafên neteweyî yên Kurdan û pirsgirêka Kurd nehat pênasekirin. Her wiha AKPê entegrebûna Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo hikumeta demkî ya Şamê jî weke şertekî qanûnan pênase kir. Raporên AKP, CHP û MHPê ji aliyê partî û derdorên Kurd û demokratîk ve hat rexnekirin. Raporên AKP, CHP û MHPê weke li dûrî çareseriya pirsgirêka Kurd hat şîrovekirin.

Xebatên komîsyonê 2 meh hat dirêjkirin

Komîsyona Meclîsê piştî raporên partiyên siyasî tomar kir dest bi amadekirina metneke hevpar a raporan kir. Ji bo nivisîna rapora hevpar her partiyeke endamekî xwe peywirdar kir. Endamê komîsyonê ye DEM Partiyê Cengîz Çîçek, Cigirê Serokê MHPê û endamê komîsyonê Fetî Yildiz, endamê komîsyonê yê CHPê Murat Emîr, endamê komîsyonê yê AKPê Abdulhamît Gul û endamê komîsyonê yê Koma Yenîyolê Bulent Kaya ji aliyê partiyên xwe ve ji bo nivîsandina raporê hatin peywîrdarkirin. Komîsyona Meclîsê ku heta dawiya meha Kanûnê dê xebat bimeşandana ji bo amadekirina metna hevpar a raporên partiyên siyasî negihand dawiya Kanûnê û ji ber vê yekê xebatên xwe 2 meh dirêj kir.

Abdullah Ocalan: Sala nû bila bibe sala aştî û demokratîkbûyînê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya sala nû ango sala 2026an peyamek şand. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de destnîşan kir ku pirsgirêk ne bi polîtîkayên ewlehiyê li ser esasê wekheviya gelan, demokrasî û azadiyê dikarin bên çareserkirin. Abdullah Ocalan ji bo rewşa Sûriyê û Hezên Sûriyeya Demokratîk jî diyar kir ku divê Peymana 10ê Adarê li ser esasê hevdu qebûlkirinê û rêveberiyeke ne navendî bikeve meriyetê û Tirkiye jî di vê pêvajoyê de bi roleke erênî rabe. Abdullah Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku bicihanîna Peymana 10ê Adarê dê pêşî li pêvajoyê veke û rola erênî ya Tirkiyeyê ji bo pêşveçûyîna pêvajoyê xaleke girîng e. Li ser vê esasê Abdullah Ocalan got ku bila sala nû bibe sala aştî û demokratîkbûyinê.

Di sala 2026an de rojeva sereke çêkirina qanûnan e

Komîsyona Meclîse ku di civîna xwe ya dawî ya 24ê Kanûnê de li dar xist, biryar girt xebatên xwe 2 mehan dirêj bike. Li bendê ye ku Komîsyon dê di sala 2026an de jî xebatên xwe bidomîne. Di sala 2026am de karê sereke yê komîsyonê ji bo zemîna hiqûqê pêk were li gorî peşniyarên partiyên siyasî metneke hevpar amade bike û radestî Desteya Giştî ya Meclîsê bike. Piştî komîsyonê metna hevpar a peşniyarên partiyên siyasî şand Meclîsê dê li wir biryar bê girtin û qanûn bên çêkirin. Tê payîn ku amadekirina metna hevpar a raporan di meha Çile de bi dawî bibe û heta meha Sibatê di Desteya Giştî ya Meclîsê de bê nîqaşkirin. Di metna hevpar de kîjan peşniyar dê cih bigirin, pêşniyarên DEM Partî yên weke ji bo bicihanîna mafê hêviyê ya Abdullah Ocalan, mafê perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê û qanûnên hemwelatîbûna wekhev û azad dê cih bigirin an kîjan qanûn dê cih bigirin tê meraqkirin.

Heyeta DEM Partî dê biçe Girava Îmraliyê

Abdullah Ocalan ku sermuzakerevan e peyam û gotinên wî ji aliyê raya giştî vê jî tên meraqkirin. Heyeta DEM Partî ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mithat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê, destpêka meha Çile biçe Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne. Ev hevdîtin piştî raporên partiyên siyasî dê bibe hevdîtina yekem. Abdullah Ocalan dê li ser raporên partiyên siyasî çi bibejê, her wiha gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dibe sedema nîqaşên “pêvajo xitimiyê” dê çi bibêje ji aliyê raya giştî vê jî tê meraqkirin. Li bendeyê ku di sala 2026an de çêkirina qanûnan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibe mijarên serekê yên pêvajoyê.

 

 

 

 

 

 

Etîket: 12emîn Kongreya PKKêAbdullah OcalanAKPBanga Aştî û Civaka DemokratîkDEM PartîHeyeta ÎmraliyêKomîsyona Meclîsêmerasîma çekdanînêMHPpêvajosala 2026
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Bang û nameyên Abdullah Ocalan ên 2025an

Bang û nameyên Abdullah Ocalan ên 2025an

31 KANÛN 2025
Ji bo Abdullah Ocalan straneke nû hat çêkirin

Ji bo Abdullah Ocalan straneke nû hat çêkirin

30 KANÛN 2025
Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re name şandin

Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re name şandin

30 KANÛN 2025
Saziyên Zimanê Kurdî: Azadiya Rêber Ocalan azadiya zimanê Kurdî ye

Saziyên Zimanê Kurdî: Azadiya Rêber Ocalan azadiya zimanê Kurdî ye

30 KANÛN 2025
Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye

Abdullah Ocalan: Sala nû bila bibe sala aştî û demokratîkbûyînê

30 KANÛN 2025
Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin

29 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (625)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne