• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

    Li Riyadê li dijî Balyozxaneya DYAyê êriş: Agir bi avahiyê ket

    Li Riyadê li dijî Balyozxaneya DYAyê êriş: Agir bi avahiyê ket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

    Li Riyadê li dijî Balyozxaneya DYAyê êriş: Agir bi avahiyê ket

    Li Riyadê li dijî Balyozxaneya DYAyê êriş: Agir bi avahiyê ket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bang û nameyên Abdullah Ocalan ên 2025an

Navenda Nûçeyan / AW

31 KANÛN 2025 - 08:43
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
 Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî hevdîtin li Îmraliyê hatin kirin heta niha bi rêya heyet, malbat û parêzerên xwe gelek peyam, name şandin. Di hemû peyam û bangan de; aştî, demokrasî, tifaq, yekîtî, edalet, têkoşîna û rêxistinkirina gelan xwest. Di van peyam û bangan de; banga 27ê Sibatê û 9ê Tirmehê mohra xwe li dîrokê xist.

Ji 27ê Sibata 2025an heta 30ê Kanûna 2025an bang û peyamên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo sazî, rêxistin û gelan wiha ne:

30ê Kanûna 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê têkildarî sala nû peyamek şand û got: “Sala nû bila bibe sala aştiyê, bila nebe sala şer.” Ocalan her wiha got ku bicihanîna Peymana 10ê Adarê dê pêşî li pêvajoyê veke û di heman demê de li pêş bixe.

Abdullah Ocalan: Sala nû bila bibe sala aştî û demokratîkbûyînê

28ê Kanûna 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest ku ciwan xwe birêxistin bikin û got: “Di wê baweriyê de me ku ciwan dê xwe bi rêxistin bikin û rola xwe ya pêşengiyê bilîzin.”

Abdullah Ocalan: Xwe birêxistin bikin û rêxistin bikin

25ê Kanûna 2025an: 1emîn Kongreya Asayî ya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê dest pê kir. Di kongreyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de got; “Îslam, di cewhera xwe de ola azadî, edalet û wekheviyê ye.”

Abdullah Ocalan: Îslam, di cewhera xwe de ola azadî û edaletê ye

21ê Kanûna 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji kongreya ANKA-DERê re şand û diyar kir ku “dilsoziya bi şehîdan re” avakirina civakeke demokratîk û mirovî ye û got: “Bîranîna rastîn, bilindkirina têkoşînê ber bi asteke pêşketîtir, hişyartir û jiyanparêztir e.”

Abdullah Ocalan: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye

6ê Kanûna 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam ji “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” re şand. Veysî Aktaş peyam xwend û di peyamê de wiha hate gotin: “Em bi rêya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin. Divê qanûnên azadiyê werin çêkirin.”

Abdullah Ocalan: Divê qanûnên azadiyê werin çêkirin

25ê Mijdara 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya 25ê Mijdarê de peyamek şand û got: “Tu hemleyên azadiya civakî yên jinan negirin navenda xwe, nikarin bibin şoreşek rasteqîn. Me azadiya jinan ji bo xwe esas girt.”

Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

8ê Mijdara 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya meşa ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’’ de got, “Hêviya ku tevî hemû hewldanên me her tim nivî hat hiştin, îro bi vê gavavêtina me ya Aştî û Civaka Demokratîk, ji nû ve şîn dibe.”

Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

18ê Cotmeha 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji konferansa Dayikên Aştiyê re şand û got: “Helbet cihên dayikan di berxwedana me de bênîqaş e. Divê hûn li rex nasnameya dayikbûnê di heman demê de bi nasnameya jina azad têkoşîna xwe bidomînin.”

Abdullah Ocalan: Cihê dayikan di berxwedana me de bênîqaş e

4ê Cotmeha 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji bo meşa “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” a TJAyê de got: “Dê bi zimanê wekheviyê em ê bi ser kevin.”

Abdullah Ocalan: Dê bi zimanê wekheviyê em ê bi ser bikevin

30ê îlona 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî peyamek şand û got: “Ez ê dest ji hesabpirsîna kesên komkujiya dawî pêk anîne bernedim.”

Abdullah Ocalan: Ez ê dev ji hesabpirsîna fermana Êzidiyan bernedim

20ê Îlona 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Merasîma Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad re şand û got, “Di pêkanîna berpirsyarî û ked dayînê de endamên hêja yên çapemeniyê, xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ne.”

Abdullah Ocalan: Endamên çapemeniyê di dayîn kedê de xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne

14ê Îlona 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîr, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re name şand. Di nameyê de got: “Yekitî û piştgiriya we ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e. Piştgiriya we ji QSDê re wateyek pir mezin e.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Piştgiriya ji bo Kurdan bi qîmet e

1ê Îlona 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi peyamek nû bang li Kurdan kir û got: “Ez bang li hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bicivin û bibin yek.”

Abdullah Ocalan: Ez bang li Kurdan dikim ku bibin yek

31ê Tebaşa 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek şand. Di peyama xwe de wiha got: “Aştiya rasteqîn, dema azadî, demokrasî û edaleta civakî li hemû qadên jiyanê kete meriyetê dikare bibe. Banga me gaveke stratejîk û qonaxeke dîrokî ye.”

Abdullah Ocalan: Banga me gaveke stratejîk û qonaxeke dîrokî ye

8ê Tebaxa 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî nameyek şand û got: “Em ê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayekî kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin.”

Abdullah Ocalan ji xelkê Mexmûrê re name şand

17ê Tîrmeha 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Êzidî û Şengalê peyameke taybet gîhand Konferansa Ronakbirî ya Şengalê. Di peyamê de diyar kir ku pêwiste herkes vê zanibe; gelê Êzidî ne tenê ye. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, êdî wê ferman bi ser wan de neyê.”

Abdullah Ocalan peyam ji Konferansa Ronakbîriyê re şand

9ê Tîrmeha 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev bang kir: “Qonaxa em gihiştinê me neçar dike ku bi gavên nû re em bikevin nava pratîkê. Ez ne bi hêza çekê lê bi hêza siyaset û aştiya civakî bawerim. Û bang li we jî dikim ku hûn jî vê rêgezê bixin meriyetê.”

Ji Abdullah Ocalan dîmenek dîrokî û banga nû

2yê Tîrmeha 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan peyamek ji Heyeta Ewropî re şand ku dixwaze pê re hevdîtinê bike û got: “Hêvî dikim ku di atmosfereke welê de ku civaka demokratîk bê avakirin, em rû bi rû hevdu bibînin.”

Abdullah Ocalan peyamek ji bo Heyeta Ewropî şand

27ê Hezîrana 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji konferansa “Sedsaliya Serhildan Şêx Seîd, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û îtiraza kolektîf” re şand û got: “Xeta Şêx Seîd dema ku bi paradîgmaya neteweya demokratîk re bû yek wê bigihêje armanca xwe ya rasteqîn.”

Abdullah Ocalan, Şêx Seîd bibîr anî: Serhildana wê çaxê têkoşîna azadiya îro ye

9ê hezîrana 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Jîneolojiyê nameyek şand û destnîşan kir ku projeya wî ya derbarê jinan de ku nîvco mabû êdî temam bûye û tişta dimîne pêkanîna wê ye.

Abdullah Ocalan nameyek ji bo Jîneolojiyê şandiye

18ê Gulana 2025an: Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan got: “Ji bo cara dawî bi Sirri Sureyya Onder re neaxivîm, di dilê min de ma. Ew xefik û mayînên ku vê têkiliyên xirab dikin, yek bi yek em ê paqij bikin. Rêyên xirabûyî, pirên hilweşiyayî hemû çêbikin.”

Abdullah Ocalan: Em ê pirên hilweşiyayî hemûyan çêbikin

13ê Gulana 2025an: êberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyamek şand û got: “Wê her daîm rêberê têkoşînê bin û dê di nav têkoşîna me de bijîn.”

Abdullah Ocalan: Her du hevrê wê her daîm rêberê têkoşîna me bin

3yê Gulana 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama sersaxiyê ji malbat, dost û heskiriyên Sirri Sureyya Onder re şand û got: “Ev hêvî tu carî nîvco nayê hiştin. Ji bo me hemûyan ya girîng, divê em vî ruhî biginîn aştiyê. Divê em bi navê Sirri Sureyya Onder tacîdar bikin.”

Abdullah Ocalan: Ev hêvî tu carî nîvco nayê hiştin

21ê Nîsana 2025an: Şandeya Îmraliyê ku ji Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol pêk tê, piştî li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, ji Girava Îmraliyê vegeriya û daxuyanî da. Endama şandeyê Pervîn Buldan, anî ziman ku hevdîtin erênî derbas bû. Pervîn Buldan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Sirri Sureyya Onder parve kir.

Ji Abdullah Ocalan bo Onder peyam: Ew nûnerê aştiya civakî ye

3yê Nisana 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji ciwanên ku 3 roj in ji Amedê ber bi Amarayê ve dimeşin peyam şand. Abdullah Ocalan ciwan silav kir û got: “Li her derê pêwiste hûn xwe bi rêxistin bikin û her derê jî bi rêxistin bikin.”

Peyama Abdullah Ocalan a ji bo ciwanan: Xwe û her derê bi rêxistin bikin

18ê Adara 2025an: Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji bo civaka Êzidî şand û got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva li 73 fermanan e. Pêvajoya ku me daye destpêkirin wê herî zêde hebûn û azadiya civaka me ya Êzidî pêk bîne.”

Abdullah Ocalan: Pêvajo dê herî zêde bibe Ronesansa Êzidiyan

8ê Adara 2025an: Li Amedê di mitînga 8ê Adarê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo jinan şandiye hat xwendin. Abdullah Ocalan got: “Ruhê vê serdemê siyaseta demokratîk e, zimanê vê serdemê jî zimanê aştiyê ye. ‘Banga Aştî û Civaka Azad’ di heman demê de ji bo jinan Ronesans e.”

Ji Abdullah Ocalan nameya 8ê Adarê: Ez jinan bi eşqa Mem û Zînê silav dikim

27ê Sibata 2025an: Endamên Heyeta DEM Partiyê siyasetmedar Ahmet Turk peyama bi Kurdî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan xwend û got: “Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekîtî û berdewamiyek mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tuneye û ne mimkin e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.

Abdullah Ocalan: Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e

 

Etîket: Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

2 ADAR 2026
Rostem Siyahtaş: Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were

Rostem Siyahtaş: Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were

2 ADAR 2026
Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

1 ADAR 2026
Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

1 ADAR 2026
Ji 27ê Sibatê heta Îro: Qanûnên Entegrasyon û Azadiyê – 5

Ji 27ê Sibatê heta Îro: Qanûnên Entegrasyon û Azadiyê – 5

1 ADAR 2026
Babeta çapemenîya erebî û dinya Rojava ya

Çapemeniya cîhanê peyama Abdullah Ocalan nîqaş dike: Dê rêya pêvajoya siyasî diyar bike

28 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Mudaxeleya Ocalan a Sûrî û nêrînên wî yên li ser qeyrana Rojhilata Navîn – 7

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axîos: Washington rola Kurdan di qonaxa nû de dinirxîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye biryarên DMMEyê nas nake 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji jinên girtî re fularên 8ê Adarê şandin: Ruhê 8ê Adarê di nava diwaran de nayê sekinandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (123)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne