• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

    Li Amedê Cema Miheremê pêk hat: Cem meclîsa yekitiya civakî û heqîqetê ye

    Li Amedê Cema Miheremê pêk hat: Cem meclîsa yekitiya civakî û heqîqetê ye

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Bila azadiya Ocalan pêk were û pêvajo bidome

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Bila azadiya Ocalan pêk were û pêvajo bidome

    Keskîn Bayindir li Qelqelî û Seravê bû: Şewitandina çekan bangawaziya edalet û demokrasiyê ye

    Keskîn Bayindir li Qelqelî û Seravê bû: Şewitandina çekan bangawaziya edalet û demokrasiyê ye

    Hêzên Demokrasiyê yên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan da

    Hêzên Demokrasiyê yên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Abdullah Ocalan peyamek ji bo Heyeta Ewropî şand

Navenda Nûçeyan / AW

2 TÎRMEH 2025 - 10:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan peyamek ji Heyeta Ewropî re şand ku dixwaze pê re hevdîtinê bike û got: “Hêvî dikim ku di atmosfereke welê de ku civaka demokratîk bê avakirin, em rû bi rû hevdu bibînin.”

Heyeteke ku ji 39 kesan pêktê di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim serdana Abdullah Ocalan bikim” de, di bin sîwana Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) de ava bû, daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir.

Heyet piştî hin hevdîtin û danûstandinan li oteleke li Taksîmê di civîna “Maseya Gilover” de li hev kom bû.

Di civînê de peyama Abdullah Ocalan a ji bo heyetê şandibû, hate xwendin.

Peyam bi vî rengî ye:

“Dostên hêja…

Ji bo min gelekî bi wate û hêja ye ku hûn ji rêyeke ewqasî dûr hatine, hewl didin lêgerîna azadiyê ya ku di şexsê min de şênber bûye bixin rojevê û di heman demê de hevdîtinê bi min re bikin. Beriya her tiştî vê hewldanê ne tenê weke piştevaniyake şexsî yan jî lêgerîneke azadiyê ya şexsî dibînim; vê yekê weke parçeyek ji îradeya jiyana azad a bi hev re ya gelan û çareseriya demokratîk, aştiya civakî dibînim.

Min azadiya xwe ya şexsî ti carî ji azadiya civakî cuda nedît. Ji xwe min timî got, heta ku azadiya civakî pêk neyê, wateyeke rasteqîn a azadiya şexsî wê nebe. Ji ber vê yekê ez vê gava we ji bo paşeroja demokratîk a hevpar a gelên me weke tevkariyekê û bangeke wêrek dibînim.

Haya min ji daxwaza we ya ji bo hevdîtinê çêbû. Hêvîdar im ku di rojên pêş de şert û mercên hevdîtineke bi vî rengî bê afirandin. Di vê çarçoveyê de silav û hurmetên xwe pêşkêşî her kesî dikim ên ku ked dane ne tenê ji bo min, her kesên ku tevkariyê li lêgerîna azadiyê û îradeya demokratîk a gelên me dikin.

Bi hêviya ku di rojên azad de, di atmosfereke ku civakeke demokratîk tê avakirin de em hevdu rû bi rû bibînin…

Abdullah Ocalan
Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê.”

Etîket: Abdullah Ocalanheyeta Ewropî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Bila azadiya Ocalan pêk were û pêvajo bidome

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Bila azadiya Ocalan pêk were û pêvajo bidome

24 HEZÎRAN 2026
‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

Li Stenbolê banga mitînga ‘azadiyê’: Em bi yek dilî banga azadiyê bikin

23 HEZÎRAN 2026
Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

22 HEZÎRAN 2026
‘Em ji bo mitînga 4ê Çile seferber bibin’

Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

22 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

20 HEZÎRAN 2026
Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

18 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Xelfetî û Hewagê projeya GESê: Dixwazin gundan bêmirov bikin

    Li Xelfetî û Hewagê projeya GESê: Dixwazin gundan bêmirov bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di konferansê de ligel ziman gelek mijarên esasî werin niqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayîkên Aştiyê: Ji bo aştiyeke mayînde divê Rêber Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (668)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne