• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

    Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

    Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Trump carek din hişyarî da Îranê: Em ê piştgiriya xwepêşandêran bikin

Navenda Nûçeyan / AW

5 ÇILE 2026 - 11:36
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Donald Trump cereke din hişyarî da Îranê û gef li Îranê xwar. Trump got hek Îran êrişên kuştinê ya li dijî çalakgeran bidomîne dê Amerîka alîkariya xwepêşandêran bike.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandana li ser krîza aborî roja 28ê Kanûna 2025ê dest pê kir, li tevahiya Îranê belav bû. Bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Îlam û Kirmanşanê jî ji xwepêşandanan re pêşengiyê dike. Di roja 4ê Çileya 2026ê de hêzên rejîma Îranê li van her du bajarên Kurd gule li çalakgerên Kurd reşandin û li her du bajaran bi kêmanî 8 Kurd hatin kuştin.

Gelên Îranê bertek nîşanê gefên Xamaney da

Her ku diçe xwepêşandan mezin dibe. Serokê Olî yê Îranê Xamaney jî derbarê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de da zanîn ku li Îranê bê îstîkrarî heye. Xamaney da zanîn ku dikandar ji vê xesarê dibînin û dikandar mafdarin ku wan hişyar bikin û got: “Lê nabe ku kes li dij rejîmê derkeve û xwepêşandanê bike. Heke xwepêşandan mezin bibe dê êrişî wan bê kirin.”

Trump: Em Îranê baş nas dikin

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk tên ji qada navneteweyî ve jî ji nêz ve tê şopandin. Ji ber ku hêzên rejîma Îranê êrişeke bê ser û ber li dijî xwepîşandêran pêk tîne û çalakgeran dikuje bertekên navneteweyî jî her diçe zêde dibin. Serokê Amerîkayê Doneld Trump derbarê mijarê de roja yekşemê di balafira Serokatiya Amerîkayê “Air Force One” de ji rojnamegeran re axivî û peyamên hişyariyê yên tund dan rejîma Îranê. Trump di hişyariyê de got: “Em Îranê baş nas dikin û geşedanan ji nêz ve dişopînin. Eger ew dest bi kuştina xelkê bikin, wekî ku di rabirdûyê de kirine, ez bawer im ew dê ji aliyê Amerîkayê ve derbeyeke pir giran bixwin.” Trump gefa xwe bi vê awayî pênase kir: “Em bi çekên xwe amade ne.”

Trump çend roj berê jî hişyarî dabû Tahranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump çend roj berê jî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Truth Socialê daxuyaniyeke tund belav kiribû û gefa mudaxeleyê li Îranê xwaribû. Trump di gefxwarinê de jî gotibû ku Îran xwepêşandêrên aştîxwaz gulebaran bike û bi awayekî hovane bikuje ku dê ew li hawara xwepêşadêran biçin.

Netenyahu: Min û Trump di nava xwe de nîqaş kir

Serokwezîrê Îsarîlê Benjamîn Netenyahu jî duh di civîna hikûmeta Îsraîlê de Îranê hişyar kiribû û gotibû ku wî û Trump rewşa Îranê di nava xwe de nîqaş kirin e.

Xwepêşandan belav dibin

Xwepêşandan bi giranî ji ber rewşa aboriyê roja 28ê Kanûnê li Tahranê dest pê kir û di demeke kin de xwepêşandan li bajarên Kirmanşan, Loristan, Îlam, Çarmehal û Bextyarî, Qûm, Xûzistan, Fars, Îsfehan, Hemedan û Meşhedê belav bûn. Xwepêşandan li gelek bajaran didomin û hêzên rejîma Îranê êriş dibe ser xwepêşandêran.

 

Etîket: AmerîkaDonald TrumpDYAÎranRejîma ÎranêRojhilatê KurdistanêXamaneyXwepêşandanên li Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê careke din Koye bombebaran kir

Îranê careke din Koye bombebaran kir

27 NÎSAN 2026
Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

Kampa Sûrdaş dîsa hate bombebarankirin

27 NÎSAN 2026
Trump: Nûçeya li ser kuştina Xameneyî rast e

Trump bi rojeva Îranê civîna krîzê pêk tîne

27 NÎSAN 2026
Ji malbata girtiyê Kurd Bekirzade banga hestiyariyê

Ji malbata girtiyê Kurd Bekirzade banga hestiyariyê

27 NÎSAN 2026
DYAyê bi îdiaya ‘gendêliyê’ dest datîne ser vîlaya Mensûr Barzanî

DYAyê bi îdiaya ‘gendêliyê’ dest datîne ser vîlaya Mensûr Barzanî

26 NÎSAN 2026
Di xwarina Qesra Spî de dengê çekan: Trump bi lez hat derxistin

Di xwarina Qesra Spî de dengê çekan: Trump bi lez hat derxistin

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Kurd yekîtiya xwe nîqaş dikin: Divê her kesek bibe qasidê yekîtiyê

    Kurd yekîtiya xwe nîqaş dikin: Divê her kesek bibe qasidê yekîtiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel: Em li bendê ne ku pêşnûmeyên zagonan bên parvekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya konferansa yekîtiyê: Berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî dema yekîtiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê li gelek bajaran daxuyanî da: Divê qanûn werin çêkirin û gavên bi lez bên avêtin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gundewarên Kobaniyê provokasyona komên Tirkiye û Şamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sumeyye Boz: Li Kurdistanê talana xwezayê bi polîtîkayên ‘ewlehiyê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (973)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne