• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê bi hêza xwe gav bi dewletê bidin avêtin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê bi hêza xwe gav bi dewletê bidin avêtin

    Çawişê pispor Mûsa Gezer ê ku 4 kes kuştibûn, jiyan xwe ji dest da

    Çawişê pispor Mûsa Gezer ê ku 4 kes kuştibûn, jiyan xwe ji dest da

    Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

    Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

    Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

    Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Tevgerên jinên Kurd: Li hemberî geşedanên li Îran û Kurdistanê bêdeng nemînin

Navenda Nûçeyan / AW

7 ÇILE 2026 - 09:36
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
5 tevgerên jinên Kurd, êrişên rejîma Îranê yên li dijî xwepêşanderên gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, saziyên demokratîk û hemû hêzên azadîxwaz kirin ku li hemberî geşêdanên li Îran û Kurdistanê bêdeng nemînin û bi awayekî şênber û bandor piştgirî bidin têkoşîna gel.

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Rêxistina Asoya Jinên Kurd, Tevgera Jinên Kurdistan a Îranê, Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistan a Îranê û Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê (Nina) daxuyaniyek hevpar weşandin. Li gorî nûçeya di Rojnewsê de hate weşandin, tevgerên jinên Kurd rewşa dawî ya li Îranê û êrîşên Muhafizên Şoreşa Îranê yên li dijî xwepêşanderên gel şermezar kirin.

Bi taybetî herêmên Kurdan bi awayekî tund hedef tên girtin

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin di rojên dawî de xwepêşandanên gel ên li bajarên cuda yên Îran û Kurdistanê bi awayekî lez belav bûne. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Komara Îslamî ya Îranê mîna di raboriyê de, ji bo tepeserkirina van xwepêşandanan tundî û rêbazên zextê bikar tîne û bi taybetî herêmên Kurdan bi awayekî tund tên hedef girtin.

Rêxistinên jinan, êrîşên li dijî xwepêşanderan a bi taybetî li herêmên mîna Malekşahî û Luristanê mîna “sûcekî vekirî” û “binpêkirinek giran a mafên mirovan” bi nav kirin û kiryarên bi vî awayî bi tundî şermezar kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku jin hertim di eniyên pêş ên têkoşînên civakî de cih girtine û bi taybetî li dijî polîtîkayên zayendperest û neteweperest li ber xwe dane. Tevgerên jinan, piştgiriya dan têkoşîna mirovên ku di xwepêşandanên dawî de bûn hedefên hêzên ewlehiyê.

‘Li hemberî geşedanên li Îran û Kurdistanê bêdeng nemînin’

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, saziyên demokratîk û hemû hêzên azadîxwaz hate kirin ku li hemberî geşêdanên li Îran û Kurdistanê bêdeng nemînin û bi awayekî şênber û bandor piştgirî bidin têkoşîna gel.

Etîket: 5 Tevgerên Jinên KurdBûyerên civakîÎranrojhilatê Kurdistan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

15 HEZÎRAN 2026
Şandeya Qatarê ji bo îmzekirina peymanê li Tehranê ye

Şandeya Qatarê ji bo îmzekirina peymanê li Tehranê ye

14 HEZÎRAN 2026
Muzakereyên DYA û Îranê: Trump zextan girantir dike, Tehran daxwazan red dike

Qeyrana mûzakereyan: DYA ferz dike, Îran bêbiryar e, Îsraîl nerazî ye

14 HEZÎRAN 2026
Îranê 6 sal ceza û 70 qemçî li hunermendê kurd birî

Îranê 6 sal ceza û 70 qemçî li hunermendê kurd birî

13 HEZÎRAN 2026
Amerîka li Kendava Hurmûzê dronên aîdê Îranê xist

Amerîka li Kendava Hurmûzê dronên aîdê Îranê xist

13 HEZÎRAN 2026
Îran naxwaze ûranyûmê bide: Deriyê tunelên ûranyûmê hatin mayînkirin

Îran naxwaze ûranyûmê bide: Deriyê tunelên ûranyûmê hatin mayînkirin

13 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê derbarê hevdîtina bi Kurtulmuş re daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîba Keskîn: Di sedsala duyemîn de nabe ku heman êş bên kişandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YPJ hebûn û nasnameya hemû jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (473)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne